ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Çalakiyên ji bo Roja Kobanê ya Cîhanê bêne lidarxistin wê werin şopandin.
Ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûr, bi hezaran kes neçar man ji gundê xwe koç bikin. Dergelê jî yek ji wan gundan e ku ji aliyê PDK û dewleta Tirk ve hatiye talankirin û xelkê wê ji neçarî koç kiriye.
Şêniyên Amedê ji bo aştiyeke mayinde işaret bi Rêber Apo kirin û ji desthilatdariya AKP-MHP'ê xwestin, gavên şênber biavêje.
Hevserokên KON-MED'ê ji bo çalakiya 16'ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêber Apo bê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin.
Hejmara nû ya Newaya Jin bi manşeta 'Her gaveke xwe şoreş e' hate weşandin.
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk peyama yekîtî û berxwedanê dan.