ROJANE
Hemû Nûçe
-
Xizmên windayan li 3 navendan çalakî lidar xistin
Xizmên windayan û ÎHD’ê, ji bo aqûbeta windayan bipirsin li Amed, Êlih û Îzmîrê hatin ba hev û çalakî lidar xistin. -
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Rêya rast a ku dê çareseriyê bi xwe re bîne û îradeya demokasî û aştiyê zindî bike, rakirina pergala Îmraliyê û bi azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêkan e. -
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê li dijî darbeyê li ber xwe bidin!
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê diyar kirin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate desteserkirin û gotin, ew ê bi gel re li ber xwe bidin. -
Dayikên Şemiyê vê heftê aqûbeta Ridvan Karakoç pirsîn
Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de ji bo Ridvan Karakoç ê ku di sala 1995’an de li Stenbolê ji aliyê dewleta Tirk ve hat binçavkirin û piştre bi êşkenceyê hate qetilkirin, hatin ba hev. -
CHP: Îradeya gelê Wanê hatiye desteserkirin
Serokwekîlê Koma CHP’ê Gokhan Gunaydin bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da. Gunaydin got, “Ya girîng nexşerê û helwesta hevpar a hêzên demokrasî û muxalefetê ye.” -
Îmamoglû bertek nîşanî darbeya qeyûm da
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bertek nîşanî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da û got, “Bi biryarên dadgehê û tewanbariyên ciyawaz dûrxistina ji kar an jî girtina şaredaran li dijî demokrasiyê ye.” -
Car din cezayê îdamê li Şerîfe Muhammedî hate birîn
Komîteya Parastina Şerîfe Muhammedî ragihand ku di 13’ê Sibatê de car din cezayê îdamê li girtiya siyasî Şerîfe Muhammedî hate birîn. -
Zeydan: Darbekar dê winda bikin, gel dê bi ser bikeve
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku li şûna wî waliyê mêtinger hat tayînkirin, got “Darbekar dê winda bikin, gel dê bi ser bikeve.” -
DEM Partî: Em ê li hemberî darbeya qeyûm serî netewînin
DEM Partî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û tayînkirina qeyûm nalet kir û got, “Em ê li dijî zîhniyeta qeyûmperest a hewl dide îradeya gelê Wanê desteser bike, bisekinin. Şaredarî ne yên derbekaran, yên gel in.” -
YRD’ê belgesela ‘Nêçîrvanê Heqîqetê’ weşand
YRD’ê belgesela ‘Nêrçîrvanê Heqîqetê’ weşand. Di belgeselê de êrîşa ku hêzên komploger di şexsê Rêber Apo de li dijî hemû gelê Kurd pêk anî, bi hemû aliyên wê ve tê deşîfrekirin û bal tê kişandina ser pêşketina gel û PKK’ê ya bi hev re. -
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate desteserkirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku bi hilbijartin û berxwedanê bi ser ket hate desteserkirin û weliyê mêtinger weke qeyûm hate wezîfedarkirin. -
Girtiyên PAJK û PKK’yî: Em her derê bikin qada berxwedanê
Girtiyên PAJK û PKK’yî ji bo xurtkirina destê Rêber Apo bang kirin ku her derê veguherînin qada berxwedanê û ji bo mezinkirina pêngava azadiyê soza bilindkirina têkoşînê dan. -
ROJEVA 15'Ê SIBATA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Konseya Bajêr a Wanê banga berxwedana li hemberî desteserkirinê kir
Li Wanê Desteya Giştî ya Asayî ya Konseya Bajêr civînek li dar xist û banga berxwedana li hemberî desteserkirina şaredariyê hate kirin. -
DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî ‘êrîşkarên li ser medyaya dîjîtal’ da
Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî ‘êrîşkarên li ser medyaya dîjîtal’ da û diyar kir ku hin derdorên tarî dixwazin daxuyaniya Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun krîmînalîze bikin. -
Li Osmaniyeyê Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr û 2 kesên din hatin binçavkirin
Li Osmaniyeyê Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Bajêr Celal Eker û 2 kesên din hatin binçavkirin. -
Li Sêrt û Rihayê piştgiriya ji bo berxwedana Wanê
Li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li Sêrt û Rihayê çalakî hatin lidarxistin. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêber Apo û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza hevdîtinê serlêdan kirin. -
DEM Partiyê xalên sereke yên aştî û demokrasiyê diyar kir
Meclîsa DEM Partiyê, di encamnameya civîna Meclîsa Partiyê de ku di 12’ê Sibatê de hatibû lidarxistin xalên sereke yên aştî û demokrasiyê diyar kir. -
Ji OHD'ê 2 parêzer hatin binçavkirin
Di çarçoveya lêpirsîneke li Amedê de li Mersîn û Stenbolê parêzerên OHD'yî Volkan Bîlece û Hebûn Hakan Akkaya hatin binçavkirin. -
Li Îzmîrê qirkirina siyasî: Gelek kes hatin binçavkirin
Li Îzmîrê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de, avêtin ser Mala Hunerê ya Jîn Artê. Gelek rêveberên DEM Partî û DBP’ê jî hatin binçavkirin. -
ROJEVA 14'Ê SIBATA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Berdana Karataş ê 31 sal girtî ye dîsa hat taloqkirin
Ramazan Karataş ê ku 31 sal in girtî ye û li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliyê tê girtin, cara 4’emîn e berdana wî tê taloqkirin. -
Pervîn Bûldan serdana Demîrtaş û Mizrakli kir
Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan li Girtîgeha Edîrneyê serdana Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli kir. -
Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin
Parêzerên Rêber Apo û girtiyên din ên tecrîdkirî serlêdaneke nû kirin.