KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
DEM Partiyê serdana Şaredariya Semsûrê kir
Şandeya DEM Partiyê li dijî operasyonên li ser şaredariyên CHP’ê, serdana Şaredariya Semsûrê ya CHP’ê kir. -
Xizmên Windayan ji bo Vedat Aydin hatin ba hev
ÎHD û xizmên windayan çalakiyên xwe yên “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” didomînin. Xizmên windayan vê hefteyê ji bo Vedat Aydin hatin ba hev. -
HPG-NRÇ: Ew ê her tim di dilê gelê me de bijîn
HPG-NRÇ’ê nasnameya 5 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne eşkere kir û got, “Hevrêyên me her tim wê dilê hevrêyên xwe û gelê me de bijîn.” -
Elyakut: Nabe girtiyên nexweş bikin mijara bazariyê
Birayê Alî Haydar Elyakut ê ku 32 sal in di girtîgehê de ye, Hasan Elyakut got, "Nabe girtiyên nexweş bikin mijara bazarê, ev yek derexlaqî ye." -
Agir bi qada daristanî ya Omeryayê ket
Li herêma Omerya ya Mêrdînê ji ber çirûska ji dîrekê elektrîkê agir bi qada daristanî ket. -
Li Gabarê şewat
Li Çiyayê Gabarê, li herêma ku bi hinceta 'ewlekariyê' hatiye qedexekirin, agir bi daristanê ket. -
'Civînên Civaka Demokratîk' dewam dikin
Di çarçoveya 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo de li Şirnex û Mêrdîn 'Civînên Civaka Demokratîk' hatin lidarxistin. -
Sozdar Avesta: Di vê demê de wê li ser xeta şehîdan têkoşîn bê meşandin - NÛ BÛ
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta şehîdên meha Hezîranê û Alî Haydar Kaytan ê 3’ê Tîrmeha 2018’an şehîd bû bi bîr anî û got, di vê pêvajoyê de wê Tevgera Azadiyê li ser xeta şehîdan têkoşînê bimeşîne. -
Zeynep Dûrgût: Gef li me tê xwarin, ji ber ku me rastî raxist pêş çavan
Rojnamevan Zeynep Dûrgût ku malbata Kenan Tatar ê ku ji doza ‘Çeteya Fûhûşê’ tê darizandin gef lê xwar, anî ziman ku rojnamevanên rewşa riziyayî û heqîqetê radixin pêş çavan, di vê dema antî demokratîk de timî dibin hedef. -
Ji bo şîna gerîlayê HPG’ê seredaneke girseyî pêk hat
Ji bo şîna gerîlayê HPG’ê Mûsa Kaya ku li Zapê tevlî karwanê şehîdan bibû, seredaneke girseyî pêk hat. Bavê şehîd Mehmet Alî Kaya got: “Ji bo rûmet û şerefa gelê Kurd canê xwe feda kir. Ez serbilind im.’’ -
Li Mûsilê cotkarekî Kurd ji aliyê çeteyan ve hate revandin
Hate ragihandin ku di navbera gundên Gelozî û Qerebeg ên girêdayî navçeya Pirdê ya Mûsilê de cotkarekî Kurd ji aliyê sê çekdaran ve hate revandin ku tê texmînkirin endamên DAIŞ’ê ne. -
TEV ÇAND’ê ragihand ku Agir Serîhildan şehîd bûye
Komîteya TEV ÇAND’ê ragihand ku yek ji endamên Koma Awazê Çiya Agir Serîhildan (Aram Merdanî) 6’ê Çileya 2025’an şehîd bûye. -
Gerîlayên YJA Starê Zîlan bi bîr anîn
Gerîlayên YJA Starê di salvegera çalakiya fedaî ya Zîlan (Zeynep Kinaci) de axivîn û gotin, wê xeta Zîlan her tim ji xwe re bikin esas. -
Karasû: Rêber Apo hîn jî nikare bi rengekî çalak tevlî pêvajoyê bibe, gaveke xweşbîn nehatiye avêtin
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû anî ziman ku tecrîdkirina Rêber Apo bandorê li rêveçûna pêvajoyê dike, lawaz dike û got, divê dewlet tavilê pêwîstiyên pêvajoyê bi cih bîne. -
HPG-NRÇ’ê nasnameya gerîlayên şehîd eşkere kir
HPG-NRÇ’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir û got, “Em ê bibin layiqê bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd û soz didin ku têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin.” -
Bernameya 'Dilê Çiya' her Şemiyê di Stêrk TV de
Bernameya bi navê 'Dilê Çiya' ku qala jiyan û têkoşîna li tunelên şer dike, her Şemiyê saet di 20:00 de di Stêrk TV de tê weşandin. -
Li parêzgeha Silêmaniyeyê 2 drone hatin xistin
Li parêzgeha Silêmaniyeyê ya Başûrê Kurdistanê 2 drone hatin xistin. -
KCK: Em hevrê Fûat bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê yek ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê Alî Haydar Kaytan (Fûat) di salvegera 7’emîn a şehadeta wî de bi bîr anî. -
Ronahiya li serê çiyê timî şewq dide!
Ew ronahiya çiyê ne ku şewqê didin welatê me. Ew şervan in ku jinan diparêzin, nebî ne ku rûyê zarokan dikenînin, ew şopdarên dilsoz in. Şehîd Ozgur Erdal û Besê Devran Çiya bi wî rengî bûn. -
Ji KCK'ê daxuyaniya têkildarî 'Komkujiya Sêwasê'
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera 32'emîn a Komkujiya Sêwasê daxuyaniyek da û mirovên jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. -
Dronek li kampa Êzidiyan ket: Dibistan şewitî
Li Zaxoyê droneyek li kampa Derkarê ket ku şêniyên wê Êzidiyên koçberbûyî ne. Di encamê de dibistana kampê bi temamî şewitî. -
Li Mexmûrê ji bo şehîd Zîlan merasîma bîranînê
Li Wargeha Mexmûrê şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) bi wesîleya salvegera şehadeta xwe hate bîranîn. -
Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya
Şandeya KNK’ê, bi armanca xurtkirina yekrêziya Kurd û ji bo hevkariya siyasî li Rojhilatê Kurdistanê bi Partiya Komunîst a Îranê re hevdîtinek pêk anî. -
Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Zîlan e
Gerîlayên HPG û YJA Starê şehîd Zîlan bi bîr anîn ku 30’ê Hezîrana 1996’an li Dersimê çalakiya fedaî kir û gotin, “Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Rêber Apo, fêhmkirina Zîlan e.” -
Madeya 140’an li ser gelê Şengalê veguherî hesabekî nû
Nayîf Şemo, diyar kir ku madeya 140 a Destûra Iraqê ji bo armancên siyasî dîsa hatiye rojevê û destnîşan kir ku PDK’ê û Heşda Şeebî dixwazin li Şengalê li ser gelê Êzidî serdestî bi dest bixin.