KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Qaxizmanê desteserkirina îradeyê hat şermezarkirin
Desteserkirina Şaredariya Qaxizmanê û tayînkirina qeyûm bi meşeke girseyî hat şermezarkirin. Parlamentera DEM Partiyê yê Agiriyê Nejla Demîr got, “Dibe ku hûn hêza dewletê bikar bînînin û şaredarî desteser bikin, lê ya esasî berxwedana gel e.” -
Ji MAK'ê li Êlihê çalakiya bombeyê ya li dijî polîsan
Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) ragihand ku li Êlihê li hemberî polîsên dewleta Tirk a dagirker çalakiyeke bombeyî kirine û gelek dagirker birîndar bûne. -
Hêzên Îranê 6 Kurd binçav kirin
Li Rojhilatê Kurdistanê 6 Kurd ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatin binçavkirin. -
'Çav û guhên me li Îmraliyê ne'
Mamoste Leyla Arzû Îlhan têkildarî rol û mîsyona jinan a di pêvajoya çareseriyê de got: “Xeta Rêber Apo rêya azadiya jin û civakê ye. Em bi kelecanek mezin li benda peyama Rêber Apo ne. Wek jin em ji têkoşîn û aştiyê re amade ne.” -
HPG'ê şehîdên Heftanînê bi bîr anî
HPG'ê 4 gerîlayên şehîd bi hurmet, minet û hesret bi bîr anî û got, "Em soza xwe dubare dikin ku ala şoreşê ya ku şehîdan radestî me kirine, bi berpirsyariyeke bilind a hêjayî wan, em ê bi ser bixînin." -
Şaredariya Qaxizmanê hate desteserkirin
Şaredariya Qaxizman a DEM Partiyê hate desteserkirin û qeyûm tayînê wê hate kirin. -
Êrîşên li ser HDK'ê li Wan û Şirnexê hatin şermezarkirin
Êrîşên desthilatdariya Tirk ku bi destê dadgerî û polîsan li hemberî pêkhateyên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têne kirin, li Wan û Şirnexê bi çalakiyan hatin şermezarkirin. -
Li Amedê meş: Em ji bo Zimanê Kurdî têbikoşin
Li Amedê bi wesîleya 21’ê Sibatê roja zimanê dayikê meş hate lidarxistin û hate xwestin statuyeke fermî bê dayîna zimanê Kurdî. -
Ji bo 32 qurbaniyên fermanê merasîm hat lidarxistin
Doh piştî Tiba Edlî ya Mûsilê, nasnameya 32 qurbaniyên komkujiya Şengalê ya sala 2014’an ku di dîrokên cuda de ji gorên komî hatibûn derxistin eşkere kir û radestî malbatên wan hatin kirin. -
Li Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta windayan hate pirsîn
Bi pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan li Colemêrgê di hefteya 163’yan, li Amedê di hefteya 837’wan û li Êlihê jî di hefteya 673’yan de aqûbeta windayan hate pirsîn. -
Li Zapê Operasyona Şoreşgerî: 10 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zapê operasyona şoreşgerî pêk anîn. HPG’ê diyar kir ku ew bi ser cenazeyên 10 dagirkeran de çûne û ragihand ku gelek kel û pelên leşkerî û çek hatine desteserkirin yan jî îmhakirin. -
DBP: Em li dijî êrîşan têkoşînê geş bikin
Desteya Rêveber a Navendî ya DBP’ê got, “Em ê bi hêzên demokrasiyê re têkoşîna hevpar geş bikin û li dijî polîtîkayên êrîş û zextê yên li hemberî siyaseta demokratîk, dest ji gotina aştî û azadiyê bernadin.” -
Rojnamevan Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
Rojnamevan Abdurrahîm Kiliç ku li Amedê ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. -
QSD: Êrîşên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî ya têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê eşkere kir û ragihand ku êrîşên li ser Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê zêde bûne. -
Taş: Divê em li hemû qadên jiyanê bi Kurdî biaxivin
Rêveberê MED-DER’ê Îbrahîm Xelîl Taş da zanîn ku polîtîkayên bişaftinê her ku diçe zêdetir dibin û got ku divê em li hemû qadên jiyanê bi Kurdî biaxivin. -
Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî dewam dike
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ya bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 583’an de bi koma 115’an dewam dike. -
Li Wanê qeyûm hate şermezarkirin
Darbeya qeyûm li Wanê hate protestokirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir got, “Ocalan bi înîsiyatîfeke mezin di bin şert û mercên zehmet de çareseriyê pêşkêş dike. Ji bo ku li vî welatî aştî û azadî pêk were, îradeyê raber dike.” -
Girtiyê Kurd ê nehate dermankirin, jiyana xwe ji dest da
Li Girtîgeha Ûrmiyeyê, girtiyê Kurd ê ku tedawiya wî hate astengkirin, jiyana xwe ji dest da. -
Di Roja Zimanê Dayikê de daxwaza Kurdî
Di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakî hatin lidarxistin. -
Qaxizman hate tecrîdkirin: Ketin û derketina navçeyê hate qedexekirin
Dewleta Tirk piştî ku 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaxizmanê birî ketin û derketina navçeyê qedexe kir. -
Êzidiyên li Ermenistanê cejan Xidir Nebî pîroz kirin
Civaka Êzidî ya li herêma Elegezê ya Ermenistanê cejna Xidir Nebî pîroz kir. -
Li Zapê çalakî: Gelek dagirker hatin cezakirin
Li qada Kurojahro ya Zapê li hemberî leşkerên Tirk ên dagirker çalakiyek hate lidarxistin. Gelek leşkerên dagirker hatin cezakirin, gelek çek jî hatin desteserkirin. -
Li Serhedê ji ber berfê rêya hezar û 409 gundan hate girtin
Li herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê ji ber berfê rêya hezar û 409 gundan hatin girtin. -
KNK: Divê em zimanê xwe biparêzin û pêş bixin
Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK’ê 21’ê Sibatê roja zimanê dayikê pîroz kir û got, “Erkê me ye ku em her tim giranî bidin parastin û pêşxistina zaravayên Kurdî.” -
SZPÊ’yê roja zimanê dayikê pîroz kir
Saziya Ziman û Perwerdeyê ya Êzidiyan (SZPÊ) bi wesîleya roja zimanê dayikê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Em bang li civaka xwe dikin divê em zimanê xwe yê dayîkê biparêzin, zarokên xwe bi zimanê dayîkê bidin axaftin û xwendin.”