KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û YNK'ê bi dawî bû
Hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya bi Lîderê YNK'ê Bafil Talabanî û Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Federe Qubat Talabanî bi dawî bû. -
Rojnamevanekî Êzidî li Dihokê wê were darizandin
Rojnamevanê Êzidî Dilman Ferhej Silêman ku li ser kar û barên Êzidiyan dixebite û xemsariya hikumeta herêma Kurdistanê ya li hemberî Êzidiyan nîşan dide, ji aliyê dadgeriya PDK'ê ve tê darizandin. -
Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û YNK'ê destpê kir
Hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya bi Lîderê YNK'ê Bafil Talabanî û Alîkarê Serokwezîrêw Herêma Kurdistana Federe Qubat Talabanî destpê kir. -
Li dijî darbeya qeyûm çalakî didomin
Çalakiyên ku piştî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê destpê kirîn, 4 roj in bê navber didomin. -
'Mordemê me'
Gerîla Mordem bi durustî, rûkenî û nêzîkatiya xwe ya wekhev a li hevrêyên xwe, di tunelên şer de weke 'Mordemê me' hate naskirin. Di wê baweriyê de bû ku fedaîtî ne bi vegotinê, lê bi jiyanê dikare bê temsîlkirin. -
Bakirhan: Ev gel wê ti carî we weke îradeya xwe nebîne
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan nerazîbûn nîşanî desteserkirina îradeya li Wanê da û got, "Bila desthilatdarî vê ferasetê êdî biterikîne. Hûn pêncî carî jî qeyûm tayîn bikin jî ev gel wê we li vir nehêle, wê we weke îradeya xwe nebîne." -
Polîsê Tirk êşkence li welatiyê astengdar kir
Li Wanê berxwedana li hemberî desteserkirina şaredariyê berdewam dike û polîsên Tirk êşkence li welatiyê bi navê Enes Yakin ê astengdar kir. Malbata Yakin diyar kir ku ew ê serî li darazê bidin. -
Li Wanê 20 welatî hatin girtin
Rojnameger Bîlal Babat û Behçet Bayhan ku du roj bûn di binçavan de bûn, bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 20 welatiyên binçavkirî jî hatin girtin. -
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê: AKP bi xespê welat bi rê ve dibe
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê li gel hevserok û sekreterên giştî yên sendîkayan daxuyaniyek da û diyar kir ku AKP bi xespê welatî bi rê ve dibe û got: “Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin berxwedana gelê Wanê.” -
Leşkerên Tirk li Sidekanê şivanek gulebaran kir
Leşkerên Tirk ên ku bi armanca dagirkeriyê li Başûrê Kurdistanê bi cih bûne, li Sidekanê şivanê bi navê Hêwir Qadir gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de Qadir bi giranî birîndar bû. -
Protesto dewam dikin: Rêzgirtina li îradeyê mecbûriyeteke qanûnî ye
Li gelek bajaran li hemberî desteserkirina şaredariyan çalakî hatin lidarxistin û ev yek hatin gotin: ‘’Em bang li desthilatdariyê dikin ku tavilê dev ji van sepanên xwe antîdemokratîk û derqanûnî berde." -
Li Êlihê 2 ciwan hatin binçavkirin
Polîsên Tirk li Êlihê bi ser malan de girtin û ciwanên bi navê Sîpan Yûsûf û Ciwan Tan binçav kirin. -
Li Amedê 4 kes hatin girtin
Ji 22 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê de hatibûn binçavkirin 4 kes hatin girtin. -
Vejîn Ararat: Em bi vê rûmetê mezin dibin û bi ser dikevin
Vejîn Ararat ji ber şehadeta bira û hevrêyê xwe Egîd Roj sersaxî ji malbat û gelê Kurd re xwest û destnîşan kir ku ew bi lehengiya egîdan mezin dibin û bi ser dikevin. -
Şandeya Îmraliyê: Di çareseriyê de wê Kurd bi rola herî bilind rabin
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku peyamên Rêber Apo ragihand rayedarên Herêma Federe ya Kurdistanê, piştî hevdîtina bi Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî re daxuyanî da. -
HPG: Herêmên Parastinê yên Medyayê 51 caran bi balafirên şer hatin bombekirin
HPG'ê ragihand ku Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ve 51 caran hatin bombekirin. -
Hevdîtina bi Barzanî re bi dawî bû, heyet wê bi Talabanî re rûnê
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî wê li Silêmaniyeyê bi lîderê YNK'ê re bicive. -
Heyeta Îmraliyê bi Nêçirvan Barzanî re rûnişt
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji bo hevdîtinan li Başûrê Kurdistanê ye, piştî Mesûd Barzanî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re rûnişt. -
HPG: Hevrêya me Hêvî Şerzan Koçer şehîd bû
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîla Hêvî Şerzan Koçer di meha Çileyê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama qezayekê de şehîd bû. -
Li taxên Wanê çalakiyên li dijî xespê
Li Wanê ciwan daketin kolanan û desteserkirina şaredariyê protesto kirin. -
Hêzên tolhildanê li her derê ne
Li hemberî propagandayên reş ên dewleta Tirk a dagirker, gerîla her roj hîn bêhtir xurt dibe, ji aliyê leşkerî û teknîkê ve dibe xwedî wê hêz û hunerê ku derbên giran li dijmin bixe. Çalakiya Gabarê ya 30'ê Çileyê yek ji mînakên şênber ên vê yekê ye. -
Desteserkirina şaredariya Wanê li gelek bajaran hat protestokirin
Desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li gelek bajaran hat protestokirin. Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş bang AKP'ê kir û got: "Eger hûn dixwazin bêyî gel welat bi rê ve bibin, ev gel wê serî li ber we netewîne û wê li ber xwe bide.” -
'Gelê Kurd bi berxwedan û têkoşîna xwe bi Rêbertî re ye'
Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê komploya 15’ê Sibatê li hemberî Rêber Apo şermezar kirin û wiha gotin: “Raste ev roj rojeke reş e, lê wê bi saya berxwedana Rêber Apo û gelê Kurd bibe roja serketin û cejnê.” -
Hevdîtina navbera Heyeta Îmraliyê û Barzanî bi dawî bû
Hevdîtina navbera Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî saetek û 45 deqeyan dewam kir. -
Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Mesûd Barzanî destpê kir
Hevdîtina navbera Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî destpê kir.