KURDISTAN
Siyasetmedarê Kurd Doktor Mehmet Emîn Pencewînîyî diyar kir ku wê êrîşa PDK'ê ya li gel dewleta Tirk a li dijî gerîlayan ji bo gelê Kurd bibe felaketeke mezin. Her wiha Pencewînîyî got ku di rewşeke wiha de wê derbeya ewil li dijî Başûr be.
Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû bal kişand ser amadekariya şer a desthilatdariya AKP-MHP'ê û got, "Ya ku asta rasteqîn a şer ragihîne jî çapemeniya azad e. Lewma hewl dide bêdeng bike."
Navenda Ragihandin Û Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-BÎM), nasnameyên gerîlayên bi navê Ararat Herekol û Zîn Zagros ên di 1'ê Nîsanê de li herêma Garê şehîd bûbûn eşkere kir û ji gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.
Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar anî ziman ku dewleta Tirk ji bo li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd bi ser bikeve serî li her rê û rêbazê dide û got, "Dewleta Tirk çi dike bila bike, nikare li hemberî gerîla bi ser bikeve.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku li herêma Zapê di çalakiyên gerîla yên bi sekvaniyê de dagirkerek hate cezakirin, sîstemên kamera yên mobesse hatin îmhakirin.
Hemû Nûçe
-
Daxuyaniyên li ser salvegera Raperînê
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Lîderê YNK'ê Bafil Talabanî û Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) bi wesîleya salvegera 33'an a Raperînê ku sala 1991'ê li Başûrê Kurdistanê pêk hat, daxuyanî dan.
-
Şervanê wêrek ê gelê Kurd û Ereb: Azad
Jiyana gerîlayê HPG'ê Azad ji Minbicê heya çiyayên Kurdistanê lêgerîna jiyaneke azad bû. Bi têkoşîna xwe bû şervanekî pêşeng, di heman demê de ji gelê Kurd û Ereb re bû hêvî û şervanekî wêrek.
-
Serokwezîrê Iraqê Sûdanî li Şengalê ye
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî çû Şengalê. Sûdanê derbasî baregeha Firqa 20 ya artêşa Iraqê. Rê nehat dayîn ku çapemenî û kesayetên Şengalê derbasî cihê hevdîtinê bibin.
-
-
-
-
-
Li Kurdistanê Nobetên Azadiyê didomin
Çalakiyên Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin li gelek bajarên Kurdistanê berdewam kir.
-
-
YBŞ: Hewldanên PDK’ê wê bibe sedemê bersiveke tund
Fermandariya YBŞ’ê di 7’emîn salvegera êrîşa li ser Xanesorê de, daxuyaniyek weşand û got: “Ji bo ku şer dernekeve, em pir hesas tevgeriyan. Lê vê carê hemû hewldanên PDK’ê wê bibe sedemê bersiveke tund.”
-
-
Reşîd: Li Başûrê Kurdistanê hevsengiya hêzê dibe were guhertin
Parlamenterê berê Ehmed Hecî Reşîd diyar kir ku eger hin biryarên derbarê Başûr de hatine girtin bên pêkanîn, li şûna ku li Herêma Kurdistanê tenê partiyek li ser desthilatedariyê be, êdî wê di navbera derdorên siyasî yên herêmê de hevsengiyek çêbibe.
-
-
-
PJAK: Gelan ji Komara Îslamî re gotin ‘na’
PJAK’ê têkildarî boykotkirina hilbijartinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de ev tişt parve kir: “Ev ji bo rejîmê têkçûn e û ji bo azadîxwazan mizgînî ye. Ev destana ku di destpêka biharê de hate tomarkirin, nîşaneya geşbûn û şînbûna sala li pêşiya me ye.”
-
-
-
-
-
-
‘Şehîd Sadûn Mîrza ji malbata me hemûyan bû’
Endam û rêvebirên saziyên gel ên Şengalê diyar kirin ku şehîd Sadûn ji YBŞ’ê heta xebatên meclîsên gel xwedî kedeke mezin e û gotin: "Şehîd Sadûn ji malbata me hemûyan bû. Em ê tola şehîd Sadûn hilînin em vê ji dijmin re nahêlin."
-
-
-
Li navenda Kelarê êrîşa bi SÎHA
Li navçeya Kelarê ya Îdareya Germiyanê ya herêma Silêmaniyeyê ya Başûrê Kurdistanê, bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êriş li malekê hate kirin.
-