QSD’ê nasnameya 4 şehîdên xwe eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnameya 4 şervanên xwe yên di navbera 17 û 18’ê Nîsanê de şehîd bûne, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameya 4 şervanên xwe yên ji ber qeza û nexweşiyan şehîd bûne, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê di daxuyaniya xwe de got: "Şervanên me Şervan Qamişlo  (Ebdullah Cemşîd Omer), Xebat  (Ehmed Bozan Salih), Diyar Efrîn  (Elî Mistefa Mişo) û Ferhad Kobanê  (Ferhad Farûq Ebdî)  dema kerên xwe yên leşkerî bi cih dianîn, hin di qezayên leşkerî de û hin ji ber nexweşiyan gihaştin asta şehadetê.’’

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên her çar şehîdan û tevahiya malbatên şehîdan re hate xwestin û ev yek hate gotin: "Em bi israr berxwedan û têkoşîna xwe ya rewa berdewam bikin ta ku bi serkeftinê tacîdar bikin û xeyalên hevreyên xwe yên şehîd bi cih bînin.’’

Agahiyên derbarê nasnameyên şehîdan de wiha ne:


Nasnav: Şervan Qamişlo

Nav û paşnav: Ebdullah Omer

Navê dayikê: Selma

Navê bav: Cemşîd

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê-Xiwêran-17 Nîsan 2025

Nasnav: Xebat

Nav û paşnav: Ehmed Salih

Navê dayikê: Sarî

Navê bav: Bozan

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tirşîn-Qezeya leşkerî-17 Nîsan 2025

Nasnav: Diyar Efrîn

Nav û paşnav: Elî Mişo

Navê dayikê: Ezîza

Navê bav: Mistefa

Cihê jidayikbûnê: Kobanê-Eksar

Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tirşîn-Qezeya leşkerî-17 Nîsan 2025

Nasnav: Ferhad Kobanê

Nav û paşnav: Ferhad Ebdî

Navê dayikê: Xedîce

Navê bav: Farûq

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo-sedem; nexweşî-18 Nîsan 2025