Li Amed, Êlih û Colemêrgê ji bo windayan çalakî hatin lidarxistin
Li Amed, Êlih û Colemêrgê ji bo windayan bi şîara ‘’Bila winda bên dîtin, kiryar werin darizandin’’ çalakî hatin lidarxistin.
Li Amed, Êlih û Colemêrgê ji bo windayan bi şîara ‘’Bila winda bên dîtin, kiryar werin darizandin’’ çalakî hatin lidarxistin.
Li Amed, Êlih û Colemêrgê ji aliyê xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve bi şîara ‘’Bila winda bên dîtin,kiryar werin darizandin’’ çalakî hatin lidarxistin.
AMED
Li Amedê çalakiya vê hefteyê ya 845’emîn ya bi pêşengtiya ÎHD’ê li Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezanê hate lidarxistin. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn û di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Cemal Kavak ê ku di 24’ê Nîsana 1996’an de ji aliyê hêzên dewletê ve hatî windakirin, hate pirsîn.
Sekreterê Şaxa Amedê ya ÎHD’ê Omer Saman di çalakiyê de axivî û li hemberî girtina Serokê Rûmetê yê Komeleya Hiqiqnasên Hemdem Selçûk Kozagaçli nerazîbûnên xwe nîşan dan. Piştre Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa Amedê ya ÎHD’ê Firat Akdenîz çîroka Cemal Kavak ê ku di 24’ê Nîsana 1996’an de hatî windakirin, xwend.
Firat Akdenîz diyar kir ku ew ê ji bo edaletê têkoşîna xwe bidomînin û daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÊLIH
Li Êlihê jî xizmên windayan û ÎHD, di çalakiya xwe ya hefteya 681’emîn de li lê pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistanê civiyan. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa ‘’Bila winda werin dîtin, kiryar werin darizandin’’ hate vekirin, wêneyên kesên winda hatin hilgirtin.
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îzzet Seven ê ku di Nîsana 1998’an de bi darê zorê hatî windakirin, hate pirsîn. Teksta daxuyaniyê û çîroka Seven ji aliyê Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Huseyîn Elçî ve hate xwendin. Elçî anî ziman ku ew bi hêvî ne û ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
Daxuyanî piştre bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
COLEMÊRG
Li Colemêrgê jî xizmên windayan û endamên ÎHD’ê di çalakiya xwe ya hefteya 171’emîn de li Kolana Hunerê ya li navçeya Geverê hatin ba hev. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin û aqûbeta Kadîr Kremoglû yê ku di 14’ê Nîsana 1995’an de li Wanê ji aliyê hêzên dewletê ve hatî revandin û windakirin, hate pirsîn.
‘EM Ê TIM DAXWAZA EDALETÊ BIKIN’
Teksta daxuyaniyê ji aliyê neviyê Keremoglû, Kadîr Keremoglû ve hate xwendin. Keremoglû daxwaz kir ku kiryar werin darizandin û got: ‘’Çend sal jî derbas bibin, em ê tim ji bo Kadîr Keremoglû û hemû windayan daxwaza edaletê bikin.’’
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.