BI DÎMEN

TAJÊ’yê salvegera damezrandina KJK’ê pîroz kir

TAJÊ’yê bi boneya salvegera 20'an a damezrandina KJK’ê daxuyaniyek da û got: “Damezrandina rêxistineke mîna KJK’ê, li Kurdistanê pêngava destpêkirina şoreşê, meşa ber bi azadî û serkeftinê ye.”

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya salvegera 20’an a damezrandina Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) li Parka Dayê Erzan daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ’yê Suham Şengalî ve hat xwendin.

Suham Şengalî ewilî avabûna KJK’ê û salvegera damezrandina wê li tevahî jinan pîroz kir û got: “Damezrandina rêxistineke mîna KJK’ê, li Kurdistanê pêngava destpêkirina şoreşê, meşa ber bi azadî û serkeftinê ye. Jina Êzidî bi taybet piştî fermana sala 2014’an hêzeka mezin ji KJK’ê girt û bi taybet xwe li dora fikira Rêber Apo bi rêxistin kir û bi pêş xist.”

Suham Şengalî şehîd Sara bi rêzdarî bi bîr anî û wiha domand: “Gotinek heval Sara hebû û digot ‘Dema ku welatê me rizgar bibe em ê tevahî bikin gul û gulistan’. Di vê rojê de li tevahiya cîhanê ji bo bîranîna hevala Sara her sal gul tê çandin. Rêber Apo dibêje, ‘Şoreşa jinê, şoreşa gulê ye’. Em vê roja pîroz li tevahiya jinan pîroz dikin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Rêber Apo” bi dawî bû.