BI DÎMEN

Li Şengalê cejna Çarşema Serê Nîsanê bi girseyî tê pîrozkirin

Li geliyê Kersê ya Şengalê cejna Çarşema Serê Nîsanê bi beşdariya gelek hunermend û koman bi awayeke girseyî tê pîrozkirin. Li pîrozbahiyê cara yekemîn Kolektîva ‘Sasê Êzî’ û komek Yarsan ji Rojhilatê welat derket ser dikê.

Îro Êzidiyan Cejna Çarşema Serê Nîsanê li her devera cîhanê pîroz dikin. Çarşema borî jî Tebeqeya feqîran Çarşema Serê Nîsanê pîroz kirin.

Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê îro li Geliyê Kersê ya Şengalê şahiyek bi boneya pîrozbahiya Çarşema Serê Nîsanê tê lidarxistin. Ji bo pîrobahiyê ji welat û derveyî welat gelek hunermend hatin vexwendin.

Ji Bakurê Kurdistanê hunermend Arhat, ji derveyî welat Aydin Mirad, ji Rojhilat û Başûrê Kurdistanê Dilniya Xan û komeke Yarsan hatin vexwendin.

Şahî îro di derdora saet 14.00’an de bi dirûşmeya, ‘‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk, bersiva li dijî 73 fermanên Êzidiyan e’ bi deqîqeyek rêzgirtin ji şehîdên Êzidxanê û têkoşîna azadiyê destpkir.

Di şahiyê de peyama Rêber Apo ku dibêje, ‘‘Wê ev bang bibe ronesansa Êzidiyan’ hate xwendin û paşê jî hevserokê MXDŞ’ê Nayîf Şemo bi navê Rêveberiya Xweser peyamek da û cejnê li hemû Êzidiyan pîroz kir.

Kolektîva ‘Sasê Êzî’ ku ji tenbûrvanên Şengalê pêk tê, cara yekemîn di Çarşema Serê Nîsanê de derket ser dike û hunera xwe pêşkêş kir.

Piştre Dilniya Xan û hunermendên Yarsan derketin ser dikê û stran gotin.

Şahî bi awayeke girseyî li Geliyê Kersê wê heya saetên êvarê dewam bike.