Li qada Şehîd Mûnzûr a li herêma Zapê, li tunelên şer berxwedaneke dîrokî tê kirin. Vê berxwedanê sê sal li pey xwe hişt û kete sala çaremîn. Artêşa Tirk a dagirker li gel her cûre êrîşan û bikaranîna çekên qedexekirî jî nekarî vê berxwedana gerîla bişikîne û bêçare ma. Ji ber ku ev gerîlayên leheng, fedakar û wêrek ku parêzvanên çiyayên Kurdistanê ne; canê xwe di oxira serketinê de feda kirin. Ew qehremanên mîna Gabar Botan, Xebat Tîrêj, Şervan Gerîlla, Çiyager Dîcle, Erdal Reşo û Mûnzûr Serhed in. Jİ ber vê yekê çeperên berxwedanê yên li çiyayên Kurdistanê wê ti carî nekevin, ruhê berxwedanê wê ti carî tine nebe. Pirtûkên dîroka Kurd û Kurdistanê bi destanên berxwedanê hatine nivîsandin; ji ber ku gelê Kurd her tim bi berxwedana xwe ya bêhempa û mezin hebûn, çand û nasnameya xwe parastiye. Lewma ev gel xwedî mîrateyeke berxwedanê ya esasî ye.
Ev mîrate ji extiyaran digihêje ciwanan, ji dayik-bavan digihêje zarokan. Îro jî ev mîrateya berxwedanê di dilê gel û zarokan de mezin dibe. Eger Kurdan li ber xwe nedabûna, bi gelek peyman û planên weke Qesrî Şîrîn, Sykes-Picot û Lozanê wê parçe parçe bibûna. Ne ziman, ne nasname, ne jî hebûna xwe dima. Eger li ber xwe nedabûna sîstemên weke rejîma Baasê, siyaseta îmhayê ya Îranê, mejiyê zalim, nijadperest, faşîst ê dewleta Tirk wê navê Kurdan jî tine bikira. Ev sîstemên hegemon ji bo berejwendiyên xwe wê Kurd bikirana qurban, veguherandina amûrek ji bo berjewendiyên xwe. Lê belê Kurdan her tim li ber xwe dan û hîn jî li ber xwe didin. Bi felsefeya Rêber Apo re ev çanda berxwedanê feraseta welatparêziyê ya ji hestan jî derbas kir; gihîşt asteke zane, rêxistinî û bi biryar. Li Kurdistanê êdî berxwedan bûye deng û rengê jiyanê. Îro li çiyayên Kurdistanê ev deng di dilê gerîla de deng vedide. Ev dengvedan dîwarên faşîzm û dagirkeriyê hildiweşîne.
Fermandarê serdemê Gabar Botan, Şervan Gerîlla yê ji Helebê, Xebat Tîrêj ê ji Dihê, Çiyager Dîcle yê ji Kobanê, Erdal Reşo yê ji Nisêbînê û fermandarê wêrek ê ji Wanê Mûnzûr Serhed bi canê xwe bersiv dan mezinbûna vê berxwedanê. Ev şeş leheng di demên cuda de tevlî karwanê nemiran bûn û bi destanên herî bi heybet navê xwe li dîroka berxwedanê ya Kurdistanê nivîsandin. Ew bûn lehengên nemir ên li tunelên şer ên li Şehîd Mûnzûr.
JI BO HÊVIYA AZADIYÊ YA GELÊ KURDISTANÊ MEZIN BIKIN LI BER XWE DAN
Girê Şehîd Mûnzûr ê li rojavayê Zapê bû yek ji wan eniyan ku di sala 2022'an de bersiva destpêkê da êrîşên dewleta Tirk a dagirker. Di sala 2021'ê de beriya ku operasyonên dagirkeriyê li ser herêmên Avaşîn û Zapê destpê bikin, lehengên li Girê Şehîd Mûnzûr ji bo li ber dagirkeriyê rabin ketin nava pêvajoyeke zor û zehmet a amadekariyê. Ew fedaî bûn ku îradeya bi biryar a gelê Kurdistanê temsîl dikirin; dijmin gelekî baş nas dikirin û zanîbûn ku wê bi kîjan rêyê bersivê bidin dijmin. Lewma beriya şer destpê bike plana xwe ya serketinê amade kiribûn. Ji ber vê yekê gelekî baldar bûn, her yekî ji wan çeka xwe amade kiribû û li bendê bûn ku leşkerên dagirker şaşitiyê bikin. Dema ku ew kêlî hat, gerîlayên Apoyî dest bi nivîsandina destana lehengî û berxwedanê kirin. Ji kêliya destpêkê ya hatina dijmin heta bi bicihbûna bi temamî ya li herêmê, gerîla bi heman îdîa, bawerî û biryardariyê şer kirin; ji bo hêviya azadiyê ya gelê Kurdistanê mezin bikin li ber xwe dan.
Van gerîlayên leheng li Girê Şehîd Mûnzûr ji bo avakirina jiyaneke bi rûmet, serketî û azad xwedî wî ruhî bûn ku xwe feda bikin. Ji ber ku ew çeper bi baweriyeke welê parastin ku duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê li gel hemû derfet, teknolojî û her cûre çekên qedexekirî nekarîn ji van gerîlayan derbas bibe. Gava ku leşkerên dagirker hewl dan bikevin herêmê, dema ku bi hewldanên mezin xwestin wê derê bi dest bixin, fermandarê serdemê Gabar Botan û hevrêyên pê re baş zanîbûn ku bi çi rengî bersivê bidin dijmin. Bi taktîkên li gorî şert û mercên şer ên demê, ji tunelan derketin û mîna bazan lê dan û vegeriyan tunelan. Di çeperên xwe de bi her rêbazê li dijî dijmin plan kirin û bi ruhekî fedaî ev plan pêk anîn.
Sê salan bi coşa hevrêtiyê li dijî her cûre zehmetiyê li ber xwe dan. Li çeperên herî zehmet jî bi hêvî û hezkirinê biryardariya hev xurt kirin û jê bawer kirin ku dikarin bi ser bikevin. Artêşa dagirker sê salan serî li her rê û rêbazê dan ku ku hêviya wan bişikîne û piştre wan tine bike, lê belê nekarî bi ser bikeve. Çekên kîmyewî, bombeyên fosforê, bombeyên taktîk nukleer, rojane bi sedan carî tank û top bi kar anî, balafirên şer û drone bi kar anî. Rewşa xwezayî ya Girê Şehîd Mûnzûr guherî, lê belê ruhê wê yê ku bi ruhê Gabar, Erdal, Çiyager, Xebat, Şervan û Mûnzûr ava bû, ti carî neguherî. Berevajî, têkiliya navbera wan hîn xurt bû.
BI QÎMETÊ DEM Û CIH ZANÎBÛN
Di rojên sar ên zivistanê de gerîlayan bi saetan li çeperan nobed girtin, bi dîsîplîna leşkerî di her kêliyê de hişyar bûn. Li gel derfetên kêm jî her yekî ji wan li hevrêyê xwe fikirîn û pariyê xwe parve kirin. Dema ku birîndar dibûn bi germahiya hevrêtiya PKK'ê birînên hev dipêçandin. Di kêliyên herî zehmet de jî stranên moralê gotin, bi coş û manewiyatê hêz dan hev. Zêdeyî 1095 rojan, her rojê hîn bi xurtî li ber xwe dan û di dilê xwe de cih nedan bêbiryardariyê. Bêxewbûyîn, nebûna av û xwarinê, serma zivistanê, germa havînê ti ji wan re nebûn asteng. Di nava her şert û mercî de bi hêza îdeolojiya Apoyî li ber xwe dan û li dijî her cûre êrîşan aqil û hêza xwe kirin yek û xwe parastin. Bi hunera xwe ya li qada leşkerî, tunel kirin biryargehên çalakiyê.
Di şerê gerîla de ji aliyê taktîkên sabotaj û xweberdana nava dijmin ve pispor bûn. Leşkerên dagirker xistin kemînê, dersên welê dan djimin ên ku dixwestin xwe berdin nava tunelan ku ti carî ji bîr nekin. Li tunelan bi her awayî jiyaneke bi wate jiyan. Baş zanîbûn ku ev berxwedan îradeya gel temsîl dike. Haya wan jê hebû ku ew ji bo gelên bindest şer dikin. Lewma bi qîmetê dem û cih zanîbûn, bi rol û mîsyona xwe ya dîrokî rabûn û bi vê têgihiştinê têkoşiyan. Erdal ku ji Cizîra Botan heta bi Gabarê bi rêbaza serketinê fermandarî kir, Xebat ku hêz û piştgirî dida hevrêyên xwe, Çiyager ê ji Kobanê ku xeta şoreşê ya Apoyî mezin kir, Şervan ê bi coşa ciwantiyê û Mûnzûr ê ji Serhedê ku baweriya serketinê di dilê hevrêyên xwe de neqişand, her yek ji wan weke okyanûsekê bû. Bi sebra xwe, bi bawerî û fedakariya xwe bûn şervanên rasteqîn ên xeta Apoyî.
Sê salan bê navber li ber xwe dan. Ji 10-20 metreyî her roj li dijî dijminekî welê şer kirin ku pîvanên şer nas nedikirin. Li gel êrîşên dijmin ên ku nirxên exlaqî nas nake, hevrêyên wan niha li ser şopa wan e. Sê salan duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê li ber devê tunelan bêbandor hiştin, bêçare hiştin. Ji ber ku wan di dîroka berxwedanê ya Kurdan de pirtûkeke din nivîsandin. Lehengiya wan a li Girê Şehîd Mûnzûr li dîrokê neqişî. Îro li ser şopa van lehengên nemir, ruhê berxwedanê yê li Şehîd Mûnzûr bi heman rengî li qada Şehîd Delîl Zagros belav dibe. Hevrêyê wan bi heman biryardariyê xaka Kurdistanê ya pîroz bi xwîn û fedakariya xwe diparêzin.