Metirsiya darvekirinê ya li ser girtiyê siyasî yê Kurd Heyderanlu dewam dike

Metirsiya darvekirinê ya li ser girtiyê siyasî yê Kurd Hemîd Hisên Nejad Heyderanlu dewam dike ku li bajarê Ûrmiyeyê girtî ye.

Biryar bû roja 18’ê Nîsanê girtiyê siyasî yê Kurd Hemîd Hisên Nejad Heyderanlu li girtîgeha Ûrmiyeyê bihata darvekirin. Ji ber çalakiya malbatê ya li ber girtîgehê, pêkanîna ceza hate paşxistin. Lê metirsiya li ser jiyana girtiyê siyasî yê Kurd Hemîd Hisên Nejad berdewam e.

Malbat û kesûkarên Hemîd Hisên Nejad, li ser daxwaza hilweşandina biryara cezayê darvekirinê yê li ser Hemîd Hisên Nejad, li ber Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê ketine çalakiyê.

Hate diyarkirin ku malbata girtiyê siyasî yê Kurd ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn Hemîd Hisên Nejad, ji Nûnera Taybet a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya li Îranê May Sato û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) re peyamek şand.

Di peyamê de wiha hate ragihandin: “Em bang li Nûnera Neteweyên Yekbûyî yê Îranê û Rêxistina Efûyê ya Navnetewî dikin ku ji bo pêşî li darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Hemîd Hisên Nejad Heyderanlu bê girtin, demildest destwerdanê bikin. Ev girtiyê siyasî yê Kurd ji bo îtirafa wî di medyaya dewletê de bê weşandin, bi tundî êşkence lê hatiye kirin.”

Hêjayî gotinêye ku Hemid Hisên Nejad Heydaranlu (39), di Tîrmeha sala 2024’an de bi îdiaya ‘endamtiya PKK’ê’ hate girtin û bi îdiaya “xayîntiya welat” biryara darvekirinê jê re hate dayin. Ji bo darvekirina Hedyaranlu, di 15’ê Nîsanê de xistin hucreya yekkesî û hevdîtina xwe ya herî dawî ya bi malbatê re di 17’ê Nîsanê de li darxist. Li ser vê yekê, malbata wî diyar kir ku cezayê hatiye birîn derveyî hiqûqê ye û li pêşiya Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyeyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.