Li Hevşaredara Cizîrê salek û 3 meh ceza hate birîn
Li Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan Tûnç salek û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn.
Li Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan Tûnç salek û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn.
Di 25'ê Mijdara 2022'an de li navçeya Qilaban a Şirnexê bi wesîleya Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê daxuyaniyek hate dayin û Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan Tûnç jî di nav de gelek jin tevlî bûn.
Guler Tûnç bi îdîaya 'Li ber qanûna meş, xwepêşandan û civînan rabûye' kete ber lêpirsîna Dozgeriya li Qilabanê. Îdîanameya di çarçoveya lêpirsînê de hate amadekirin ji ailyê Dadgeha Ceza ya Asliye ya Qilabanê ve hatibû qebûlkirin.
Guler Tûnç beşdarî rûniştina biryarê ya li Dadgeha Ceza ya Asliye nebû, parêzerê wê lê amade bû. Di rûniştinê de ku bi tespîta nasnameyê destpê kir, dozgeriyê xwest ceza li Guler Tûnç bê birîn.
Dadgehê jî bi îdîaya 'Li ber qanûna meş, xwepêşandan û civînê rabûye' salek û 3 meh cezayê girtîgehê li Guler Tûnç birî.