KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Xelkê Mexmûrê li dijî girtin û ambargoyê meşiyan
Xelkê Mexmûrê ji bo protestokirina ambargoya ku dewleta Iraqê li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê daniye û binçavkirina şandeya wargehê heta ber avahiya NY’ê meşiya û peyama berxwedanê da. Meclîsa Gel a Mexmûrê got, "Em ê ji vê rêya pîroz venegerin." -
Protestoya qeyûm: Salek û 3 meh cezayê hepsê li 6 jinan hate birîn
Salek û 3 meh cezayê hepsê li 6 jinên ku sala 2019’an li Wanê desteserkirina şaredariyan protesto kirin, birî. -
Li Mexmûrê bîranîna şehîdan
Şehîdên kedê Salih Sêrtî û Celal Hilalî yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmekê hatin bîranîn. -
Endamên Koma Arsîsa serbest hatin berdan
4 endamên Koma Arsîsa yên ji ber strana “Bêrîtan” gotin li Bazîdê hatibûn binçavkirin 2 jê li Midûriyeta Polîsan û 2 jî li dozgeriyê serbest hatin berdan. -
Ji bo statuya Kurdî heta Tirba Ehmedê Xanî meşiyan
Bi pêşengiya rêxistinên zimanê Kurdî, DEM Partî, DBP û TJA’yê heta Tirba Ehmedê Xanî ya li navçeya Bazîd a Agiriyê meşeke girseyî hat lidarxistin. Meşvanan daxwaza statuya fermî û perwerdehiya zimanê Kurdî kirin. -
Li Başûrê Kurdistanê bijîjkên ku nayên tayînkirin, çalakî lidar xistin
Li Başûrê Kurdistanê bijîjkên ku nayên tayînkirin, lig elek bajaran çalakî lidar xistin û daxwaza mafên xwe kirin. -
Îmam Çelîkdemîr piştî 30 salan serbest hat berdan
Şandeya DEM Partî û DBP’ê li Dersimê çûn serdana Îmam Çelîkdemîr ê ku di sala 1995’an de hat girtin, 30 salan li 12 girtîgehên cuda ma û bi êşkenceyên giran giran re rû bi rû mabû. -
Li Wanê meşa 'Statuya Zimanê Dayikê' hat lidarxistin
Li Wanê di çarçoveya çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî de meşeke girseyî hat lidarxistin û banga "Ji bo aştiyek bi rûmet, divê nirxên neteweyî yên gelê Kurd werin naskirin" hat kirin. -
HPG-NRÇ'ê şoreşgera enternasyonalîst Tîjda Zagros bi bîr anî
HPG-NRÇ'ê diyar kir ku şoreşgera enternasyonalîst a mezin Tîjda Zagros (Kelly Freygang) şehîd bûye û got, "Navê xwe bi rengekî welê li dîroka têkoşîna azadiyê ya gelan nivîsî ku ti carî jê neçe." -
Yaşodûn: Divê dewlet bi rengekî cidî nêzî pêvajoyê bibe û gavê biavêje
Endamê Meclîsa Ciwanan a DBP'ê Mûstafa Yaşodûn anî ziman ku divê dewlet bi rengekî cidî nêzî pêvajoyê bibe û tavilê gavê biavêje. -
Ji HPG-NRÇ'ê daxuyaniya têkildarî salvegera Pêngava 1'ê Hezîranê
HPG-NRÇ'ê bi wesîleya salvegera 21'emîn a Pêngava 1'ê Hezîranê daxuyaniyek da û got, "Em dixwazin diyar bikin ku em ê bêteredût berpirsyariyên xwe bi cih bînin." -
TEV-ÇAND: Hevalê Cûma wê di nava têkoşîn û hunera me de timî bê bîranîn
TEV-ÇAND'ê nameyek ji malbata şanoger Bavê Teyar re şand û got, "Em ê heval Cûma weke pêşengê xwe yê nemir qebûl bikin ku gelê me wî weke Bavê Teyar nas dike û em ê li ser rêya wî bimeşin." -
Li Amedê panela ‘Mafê Hêviyê’
MED TUHAD-FED û OHD’ê li Amedê bi sernavê 'Civaka demokratîk û mafê hêviyê' panel lidarxistin. -
Pêşengê demê: Fermandar Rûstem Hemdem
Gerîlayê wêrek Rûstem Hemdem bi cesaret û fedekariyekî mezin li hemberî hemû êrîşên dijmin di zindanê de li ber xwe dide û dibe dengê azadiyê. Êdî xeta Mazlûm û Kemalan di şexsê xwe de pêkan dike. -
Nasnameya 2 şehîdan hate eşkerekirin
HPG'ê şehîd Ozgur û Besê bi bîr anî û got, "Heta nefesa xwe ya dawî bi rengekî fedaî şer kirin û cihê xwe di dîroka me ya bi rûmet de girtin." -
Gelê Mexmûrê li dijî dorpêç û binçavkirinan meşeke girseyî li dar xist
Gelê Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi armanca protestokirina ambargo û binçavkirinên ji aliyê hikûmeta Iraqê ve tên kirin, meşeke girseyî li dar xist. -
Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan (74) ku li navçeya Sêwereg a Rihayê ji ber qezaya trafîkê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê hate veşartin. -
Artêşa Tirk êrîş dike, gerîla xwe diparêzin
Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji aliyê artêşa Tirk ve 27 caran bi teqemeniyên qedexe, 7 caran bi gazên kîmyewî û çekên giran hatin bombekirin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî di çerçoveya parastina rewa de bersiv dan. -
Kalkan: Pêvajo bi gavên beramberî hev dikare bimeşe
Dûran Kalkan: Di halê hazir de sererastkirineke qanûnî ya biçûk a ji bo ewlekirina pêvajoyê nehatiye kirin. Lê belê pêvajo bi gavên yek alî yan jî tenê bi daxuyaniyên ji nêta baş nameşe. Pêwîstî bi gavên beramberî hev heye. -
Li Dersimê du kes hatin binçavkirin
Li navçeya Pêrtag a Dersimê di serdegirtinên malan a danê sibehê de 2 kes hatin binçavkirin. -
KCK’ê ji bo Hamût Geylanî peyama sersaxiyê weşand
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, ji bo siyasetmedar, nivîskar û helbestvan Hamût Geylanî ku di 78 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê weşand. -
Rewşa girtiyê nexweş Poyraz giran e
Rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Onder Poyraz her ku diçe girantir dibe. Hat zanîn ku Poyrazê di milê xwe yê rastê de felç bûye, ji ber dermankirina wî hatiye îhmalkirin, lingê wî ya rastê jî felç bûye. -
Rêveberiya Xweser li ser rewşa Şengalê dosyayek pêşkêşî şandeya Parlamenta Ewropayê kir
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi şandeyek ji Parlamenta Ewropayê re rûnişt û li ser rewşa Şengalê dosyayek pêşkêşî şandeyê kir. -
Jin a ku çawişê pispor bi wesayitê lê xist, jiyana xwe ji dest da
Li gundê Hoser ê Cizîrê, jin a ku çawişê pispor bi wesayitê lê xist, jiyana xwe ji dest da. Dadgehê çawişê pispor serbest berda. -
Nasnameya şehîdên Zapê hate eşkerekirin
HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir û got, “Em hevrêyên xwe Abbas, Lorîn û Rawan bi rêzdarî û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku xeyalên wan li Kurdistana azad bidin jiyîn.”