Li Mexmûrê bîranîna şehîdan
Şehîdên kedê Salih Sêrtî û Celal Hilalî yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmekê hatin bîranîn.
Şehîdên kedê Salih Sêrtî û Celal Hilalî yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmekê hatin bîranîn.
Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo Salih Sêrtî û Celal Hilalî yên di demên cûda de, di encama nexweşiyê de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmekê hatin bîranîn. Merasîma bîranînê li Saziya Malbatên Şehîdan a wargehê bi tevlîbûna malbatên şehîdan û xelkê wargehê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir.
Piştî rêzgitinê li ser navê malabata Şehîd Salih Sêrtî keça wî Ciwana Sêrtî axivû û diyar kir ku ew niha di nava şoreşekê de ne û wiha got: “Di vê şoreşê de gelek bedelên bi qîmet hatin dayîn, yek ji wan bavê min bû. Bavê min xwedî kesayetek bi wijdan, dilnizim bû û nedikarî li hemberî neheqiyê bêdeng bimîne. Bavê min bi saya PKK’ê rêya xwe ya rast dît. Hîn di biçûkatiya xwe de xwedî taybetmendiyek serhildêr bû. Bi rastî ew ji bo min mirovekî taybet bû ku karî di nava pencê dagirkerî û cehaletê de xwe pêşbixe. Ew di ferqa Kurdistanek azad de bû. Ez dixwazim bêjim ku dema Hevalê Egîd çalakiya ku li Dihê pêkanî, bi guleya yekemîn ya li Dihê jiyana wî ya şoreşgertî ket meriyetê. Her malbatek xwedî şehîd û kede, ji ber wê neçariyeke ku neslek xwe bike fedayî ji bo xilasiya neslek din. Ev neslê ku xwe dike fedayî jî navê xwe li rûpelên dîrokê dinivîsînin dayîk û bavên me, şehîd û milîsên me ne, emê her tim li ser şopa wan û Rêbertiya xwe bimeşin.”
Her wiha li ser navê malbata Celal Hilalî jî birayê wî Mesûd Hilalî axivî û wî jî destpêkê xêrhatina xelkê wargehê kir û wiha peyîvî: “Em çiqas li ser girîngî û wateya şehîd baxivin jî wê kêm be. Li ser vî bingehî Rêber Apo dibêje her Şehîdek felsefeyek nû ya jiyanê ye. Bi vê boneyê em dibêjin şehîd jînin jiyanin namirin.”
Piştî axaftinan bîranîn bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.