KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Newroza Erxenî û Hezoyê: Li gel çeteyên xwe ji Sûriyeyê derkevin
Li Erxeniyê di Newrozê de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî, komkujiya li Kobanê bi tundî şermezar kir û got, "Ev yek nayê qebûlkirin. Li gel çeteyên xwe êdî ji Sûriyeyê derkevin." -
Li Îdirê coşa Newrozê: Qad xemilî
Newroz li Îdirê bi dirûşmên 'Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk' 'Ji bo azadiyê Newroza civaka demokratîk' hate pîrozkirin. -
Xelkê herêma Serhedê bi Newrozê xwedî li banga Rêber Apo derket
Di pîrozbahiyên Newrozê yên li herêm Serhedê de xwedî li banga dîrokî ya Rêber Apo hate derketin. Di Newrozan de tim û tim dirûşmên 'Bijî Serok Apo' û 'Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn. -
Newroz li Sêweregê bi coş hate pîrozkirin
Li navçeya Sêwereg a Rihayê Newroz bi beşdariya bi hezaran kesî bi coş hate pîrozkirin. -
HPG: Li Qendîlê SÎHA'yeke Akinci hate xistin
HPG'ê diyar kir ku êrîşên artêşa Tirk dewam dikin û got, "Yekîneyeke me ya Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal 16'ê Adara 2025'an SÎHA'yek xistin xwarê, ku gelekî bilind difiriya û ji dewleta Tirk hebû ku nayê xistin." -
HPG: Êrîşên artêşa Tirk a dagirker dewam dikin
HPG'ê ragihand ku operasyon û êrîşên artêşa Tirk a dagirker dewam dikin. Artêşa Tirk 18 caran bi balafirên şer, 503 caran jî bi çekên giran, top û obusan êrîş kir. -
KCK: Em Newroza 2025'an bi rengê Newroza Azadî û Civaka Demokratîk pêşwazî dikin
KCK'ê bi wesîleya Cejna Newrozê daxuyaniyek weşand û bang li Kurdan û dostên wan kir ku Newroza 2025'an bi rengê Newroza Azadî û Civaka Demokratîk pêşwazî bikin. -
Li Sêrtê agirê Newrozê hat vêxistin
Gelê Sêrtê li taxên Çal û Çakmakê li dora agirê Newrozê kom bûn, Newroz pîroz kirin û peyama avakirina aştiyeke bi rûmet dan. -
Gerîla SÎHA’yê bi tîpa AKINCI xist xwarê
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Qendîlê SÎHA’yê bi tîpa AKINCI ya dewleta Tirk xist. -
Bayindir: Gava destpêkê naskirina mafên Kurdan e
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir got, "Ji bo Kurdan gava destpêkê ya bê avêtin çekdanîna PKK'ê nîne, gava destpêkê ew e ku dewlet dest ji sîstema înkarê berde û mafên Kurdan nas bike." -
Ji bo şehîdên Helebceyê jiyan sekinî
Di salvegera komkujiya Helebceyê li hemû bajarên Başûrê Kurdistanê jiyan sekinî. Li Rojhilatê Kurdistanê qurbanî hatin bîranîn. -
Berdevkê YNK'ê: Ji sedî 90 ê nakokiyên PDK-YNK'ê çareser bûn
Serokwezîrê demkî yê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û lîderê Yekitî Niştmanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî wê îro li Hewlêrê li hev rûnên. Berdevkê YNK'ê diyar kir ku ji sedî 90 ê nakokiyan çareser bûne. -
Li Merîwanê êrîşê welatiyên sivîl kirin: 3 kes birîndar bûn
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku hêzên desthilatdariya Îranê êrîşê welatiyên gundekî girêdayî bajarê Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê kirine û di encamê de 3 kes birîndar bûne. -
KONGRA GEL ji bo tevlîbûna li Newrozê bang kir
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL ji bo bersiveke xurt ji banga Rêber Apo re bê dayin banga tevlîbûna li Cejna Newrozê kir. -
Merasîmên bîranîna Komkujiya Helebceyê destpê kirin
Di salvegera 37'an a Komkujiya Helebceyê de ku ji aliyê rejîma Saddam ve bi çekên kîmyewî hate kirin, merasîmên bîranînê yên li Helebceyê bi meşekê destpê kir. -
DBP: Em ê Komkujiya Helebceyê ti carî ji bîr nekin
Rêveberiya DBP'ê qurbaniyên komkujiya Helebceyê bi bîr anî, komkujî şermezar kir û diyar kir ku wê komkujiya Helebceyê ti carî ji bîr nekin. -
KCK'ê şehîdên Komkujiya Helebceyê bi bîr anî
KCK'ê qurbaniyên komkujiya Helebceyê di salvegera 37'an de bi bîr anî û hêzên ku komkujî kirin, şermezar kir. -
Ji bo sersaxiya Sakîne Arat seredaneke girseyî hate kirin
TJA, DBP û DEM Partî bi girseyî çûn sersaxiya ji bo Dayika Aşitiyê Sakîne Arat hatî lidarxistin. -
Newroza 2025’an: Gelê Kurd xwedî li banga dîrokî derket
Li bajarên Kurdistanê gel bi şîara ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ qad tejî kirin û gotin, ew xwedî li banga dîrokî ya Rêber Apo derdikevin. -
Li Serhedê coşa Newrozê
Li bajarên Herêma Serhedê agirê Newrozê hate pêxistin. Li navçeya Giyadîn a Agiriyê, navçeya Kop a Mûşê û navçeya Şemzînan a Colemêrgê Newroz hate pîrozkirin. -
Li Girtîgeha Wanê êşkence li 2 girtiyan hate kirin
Li Girtîgeha Wanê gardiyanan êşkence li 2 girtiyan kir. -
PKK: Em Newrozê veguherînin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo
Komîteya Rêveber a PKK’ê, xwest pîrozbahiyên Newrozê yên bi coş ên ku wê li her qadê bên lidarxistin, veguhere çalakiyên herî xurt ên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. -
HPG: Mudaxileyî dagirkerên ku êrîş birin ser çeperên gerîla, hate kirin
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser qadên gerîla bê navber didomin. Hêzên gerîla jî di çarçoveya parastina rewa de mudaxileyî êrîşên dagirkeriyê dikin. -
Li çar aliyên Bismilê Newroz hate pîrozkirin
Li 28 qadên navçeya Bismil a Amedê, agirê Newrozê hate vêxistin. Di şahiyan de bê navber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. -
Li Êlihê bi sedan kes Newrozê pîroz kir
Bi sedan kesên ku li Taxa Petrolkentê duyemîn agirê Newrozê vêxistin, banga xwedîlêderketina banga Rêber Apo kirin.