Newroza 2025’an: Gelê Kurd xwedî li banga dîrokî derket
Li bajarên Kurdistanê gel bi şîara ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ qad tejî kirin û gotin, ew xwedî li banga dîrokî ya Rêber Apo derdikevin.
Li bajarên Kurdistanê gel bi şîara ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ qad tejî kirin û gotin, ew xwedî li banga dîrokî ya Rêber Apo derdikevin.
Pîrozbahiyên Newrozê li gelek bajaran dewam dikin. Di pîrozbahiyên ku bi dirûşmeyên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk” hatin lidarxistin de, ji bo banga Rêber Apo peyama “gavan bavêje" hate dayîn.
AMED/BISMIL
Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Bismilê ya Amedê bi dirûşmên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk” pêk hat. Ji bo pîrozbahiya li kêleka Otogara Bismil, gelê navçeyê di saetên serê sibê de bi cil û bergên xwe yên neteweyî dest bi herikîna qadê kir. Li qada Newrozê ku ji 7 heta 70'ê salî her kes lê kom bûn, dirûşmeyên "Bijî Newroz" û "Bijî Serok Apo" hat berzkirin.
Bi sedan kesên ku li qadê kom bûn Newroza xwe bi govendê pîroz kirin.
Komîteya Amadekar derket ser dikê û Newroza gel pîroz kir. Hevseroka DEM Partiyê ya bajêr Gulşen Ozer jî bal kişand ser coşa 8'ê Adarê û pîrozbahiya Newrozê.
Parlamenterê Amedê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serhat Eren jî Newroza gel pîroz kir û bal kişand ser peyama Rêber Apo û banga xwedî li derketinê kir.
Di pîrozbahiyê de Koma Dilzar û Hunermend Azad Bedran derketin ser dikê. Welatî bi gerandina govendê Newroza 2025'an bi coşek mezin pîroz kirin.
RIHA/BÊRECÛK
Li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê bi dirûşmên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk” şahiya Newrozê hat lidarxistin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) a Rihayê Dîlan Kunt Ayan, Hevşaredara Bêrecûkê Bêrîvan Îlkaya Manas, Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiya ku li Qada Demokrasiyê hat lidarxistin bûn. Gelek kes serê sibê hatin qada Newrozê û dest bi pîrozbahiyê kirin. Dema ku Li gel jin bi kincên xwe yên neteweyî û rengîn ketin qada Newrozê, girseya ciwanan derket pêş. Zarokên ku bi rengên sor, zer û kesk rûyê xwe boyax kirin beşdarî Newrozê bûn. Di tevahiya pîrozbahiyê de bê navber dirûşmên “Bijî Serok APO, “Jin jîyan azadî” hatin berzkirin.
Di pîrozbahiya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, hevserokên navçeyê yên DEM Partiyê, Hevşaredara Bêrecûkê Bêrîvan Îlkaya Manas, Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aişeoglû û Hevserokê DBP’ê yê Rihayê Mahmut Manas, girse silav kirin û banga piştevaniyê ji bo Rêber Apo li gelê Kurd kirin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan diyar kir ku gelê Kurd û dostên wan di pêvajoyeke girîng re derbas dibin û got, "Gelê Kurd gelek bedel dan û bû serketî. Gelê Kurd îro bi dostên xwe re dîrokê dinivîsîne. Silav ji kesên ku dîrok nivîsandine re. Niha dema berfirehkirina siyaseta demokratîk e. Eger em îro Newrozê pîroz dikin ev bi saya kesên ku bedena xwe kirin agirê Newrozê ye. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bi banga di 27'ê Sibatê de agirê yekem ê Newroza vê salê pêxist."
Piştî axaftinan agirê Newrozê bi dirûşma "Bijî Serok Apo di pêşengiya jinan de hat pêxistin û bi stranan pîrozbahî bi dawî bû.
RIHA/SERÊKANIYÊ
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê bi dirûşmeya “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk/ Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk" Newroz hat pîrozkirin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rihayê Ferît Şenyaşar û Elîh Zeynep Oduncu, Hevşaredarên Serêkaniyê Dîlan Ablay Saldanli û Ugur Kahraman, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê beşdarî pîrozbahiya li Parka Fîdanê ya li navenda navçeya hat lidarxistin bûn.
Derdora park bi alên partiyê yên kesk, sor û zer hatibû xemilandin, jin û ciwanan bi cil û bergên xwe yên neteweyî qad tijî kirin. Bi sedan kes li ber stranên kurdî govend gerandin û bê navber dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" berz kirin. Pîrozbahî bi silavkirina gel a DBP û DEM Partiyê û Hevserokê Bajêr a DEM Partiyê Bekîr Karakeçîlî dest pê kir.
Pankarta "Tu kulîlka biharê yî" ya li ser wêneyê Kemal Korkut ê li Amedê hat qetilkirin, li ser dikê hatin daliqandin. Meclisa Ciwanên Serêkaniyê ya DEM Partiyê pankartên "Azadiya fizîkî ya Rêbertiyê, azadiya Rojhilata Navîn e", "Roj ê li Îmraliyê Rojhilata Navîn ronî dike" û "Em ji bo Civaka Demokratîk amade ne, me ciwan dest pê kir, em ê ciwan bi ser kevin" vekirin.
Parlamenter Ferît Şenyaşar, xitabî gel kir û bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Newroza 2025'an dê bibe Newroza Aştî û Civaka Demokratîk."
Parlamenter Zeynep Oduncu jî, daxuyand ku Gelê Kurd xwedî li bangewaziya Rêber Apo derket û dê heta pêkanîna aştiyê berxwedana xwe bidomînin, dê aştiyê bînin.
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û govend hat gerandin. Piştre jî pîrozbahiya Newrozê bi dawî bû.
MÊRDÎN/DÊRIK
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê Newroz bi dirûşmên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk" hat pîrozkirin. Ji bo pîrozbahiya ku bi sedan kes lê amade bûn, gelê navçeyê di saetên serê sibê de bi cil û bergên xwe yên neteweyî herikî qadê. Li qada Newrozê dirûşmên "Bijî Newroz" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Jin û ciwan bi alên zer, sor û kesk ketin qadê û bi coşeke mezin govend gerandin.
Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz ku dest bi axaftinê kir Newroza hemû kesî pîroz kir û got, "Silav li berxwedêrên Dêrikê! Silav li dayikan, ciwanan, jinan! Ger em îro li vê qadê Newrozê pîroz dikin, bi saya vîna we ya berxwedêr e. Ez hezar carî spasiya we hemûyan dikim. Newroz azadî ye, aştî, li çiyayên me , ji gelê me yê demokratîk re azadiyê dixwazim. Dayikên ku têdikoşin. Azadî nêz e. Em bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve diçin."
Çalakî bi stranan hat bi dawî bû.
MIDYAD
Li Mîdyada Mêrdînê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk” Newroz hat pîrozkirin. Pîrozbahî li qada mîtîngê ya bajêr hate lidarxistin.
Welatiyên ku di ketina qadê de li hev kom bûn, bi defê re demeke dirêj govend gerandin. Gelek kes tevî zarokên xwe bi cil û bergên gelêrî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Polîsan kesên ku şalên kesk, sor û zer li xwe kiribûn rawestandin. Piştî nîqaşa Komîteya Amadekar destûr ji şalan re hat dayîn.
Tevî Suryaniyan, ereb, xiristiyan û êzidî jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di Newrozê de stranên kurdî, erebî û suryanî hatin gotin.
Tevlîbûna jin û ciwanan bal kişand. Ji qadê gelek caran dirûşma "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin û banga dîrokî ya Rêber Apo hat silavkirin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, ciwanan dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin. Agirê Newrozê bi dirûşmeyan hat pêxistin.
Parlamenterê Partiya DEM’ê George Aslan bi kurdî dest bi axaftina xwe kir û bi Suryanî berdewam kir. George Aslan bertek nîşanî êrişên li Sûriyeyê yên li dijî elewiyan da. George Aslan, anî ziman ku hemû gelên li Sûriyeyê di bin xeteriyê de ne û modela Rêveberiya Xweser ji bo gelan çareserî ye.
Hevseroka Parêzgeha DEM'ê Nîlûfer Elîk Yilmaz diyar kir ku ji salên 1990'î û vir ve berdêlên mezin ji bo Newrozê tê dayîn û got, "Em ê têkoşîna xwe bidomînin û bîranînên wê biparêzin."
Endamê PM'ê yê DEM Partiyê Yuksel Mutlu jî diyar kir, "Birêz Ocalan gavek avêt. Niha jî dor e ku gavên qanûnî bavêje."
Pîrozbahî bi derketina hunermendan li ser dikê bi dawî bû.
ŞIRNEX/QILEBAN
Li Qilebana Şirnexê bi dirûşma "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk/ Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk" Newroz hat pîrozkirin. Siyasetmedar, parlamenter û bi sedan kes beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Jin bi cilên kurdewarî tevlî pîrozbahiyê bûn û dirûşma “Bijî serok Apo” û "Newroz Pîroz be” berz kirin. Piştî rezgirtinê bernameya pîrozbahiyê destpê kir.
Heserokê DEM Partiyê ya Qilebanê Abdullah Gun axivî û bangewaziya Rêber Apo silav kir û banga xwedî li derketinê kir.
Parlamenter Ayşegul Dogan jî bal kişand ser berxwedana bi salan a Gelê Kurd û got: "Divê em tifaqa xwe ava bikin, bibin yek û jiyana ku em dixwazin ava bikin ji her kesî re vebêjin. Ev hevdîtin û serdana şanda Îmraliyê bo Îmraliyê pêwîst in û pêwîste em hemû piştevaniya wan bikin. Ger em qels bin, bi hestyarî nêz bibin û hembêz nekin, em ê vê firsendê ji dest bidin û careke din ev derfet neyê. Qonaxa ku em gihiştine qonaxa aştî, serkeftin û serketinê ye. Ev qonaxeke ku her kes di nava civakeke demokratîk de bijî ye. Divê her kes berpirsyariya xwe bigire ser milê xwe. Li vir em careke din peyama xwe nû dikin, em ê vî barî bi hev re hilgirin ser milên xwe, em dizanin ku aştî ne hêsan e, lê em dizanin ku tu hêz ji hêza gel mezintir nîne."
Piştî axaftinan agirê Newrozê di bin dirûşma "Bijî Serok Apo" hat pêxistin.
Newroza 2025'an li Qilebanê bi gerandina govendê qediya.
ELKÊ
Li Elkê li Qada Aştî û Demokrasiyê pîrozbahî hat lidarxistin. Parlamenter, siyasetmedar û bi sedan kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Welatî bi cilên xwe yên kurdewarî beşdar bûn.
Parlamenter Mehmet Zekî Îrmez, di axaftina xwe de bal kişand ser taybetmediya Newrozê û got: "Ew ê her tim agirê Newrozê geş bihêle da ku aştî li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi ser bikeve. Ji ber ku wateya agirê Newrozê bihar e, destpêkek nû ye. Em bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a Birêz Abdullah Ocalan Newroza 2025’an pîroz dikin. Em banga bi hezaran caran silav dikin. Banga ku hatiye kirin dîrokî ye, guncav sedsalê ye û banga azadiya Kurdan e."
Piştî axaftinan dayik agirê Newrozê pêxistin. Welatî li ber stranên Koma Zagros govend gerand û newroza xwe pîroz kirin.