Li çar aliyên Bismilê Newroz hate pîrozkirin
Li 28 qadên navçeya Bismil a Amedê, agirê Newrozê hate vêxistin. Di şahiyan de bê navber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.
Li 28 qadên navçeya Bismil a Amedê, agirê Newrozê hate vêxistin. Di şahiyan de bê navber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.
Li navçeya Bismil a Amedê girên bilind ên taxan jî di nav de, li gelek qadan agirê Newrozê hate vêxistin.
Nûnerên partiya siyasî û bi dehan kes beşdarî şahiya li Taxa Akpinar bûn. Piranî ciwan û zarok beşdarî şahiya Newrozê bûn. Gel li dora agir bi davul û zurnayan govend gerand.
Şahiya Newrozê heta derengî şev dewam kir û bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan Azadî" û “Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin.