Ji bo şehîdên Helebceyê jiyan sekinî

Di salvegera komkujiya Helebceyê li hemû bajarên Başûrê Kurdistanê jiyan sekinî. Li Rojhilatê Kurdistanê qurbanî hatin bîranîn.

Weke her sal îsal jî li bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê cangoriyên Komkujiya Helebceyê bi çalakî û merasîman hatin bîranîn.

Saet di 11:30'î de ku di wê kêliyê de rejîma Baasê êrîşa kîmyewî bir ser Helebceyê, jiyan sekinî.

Li bajarê Helebceyê merasîmên bîranînê destpê kirin ku wê sê rojan dewam bikin. Li gel daxuyaniyên siyasî her wiha wê çalakiyên hunerî, panel û semîner jî bêne lidarxistin.

Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê, bi wesîleya salvegera 37'emîn a Komkujiya Helebceyê merasîma bîranînê hate lidarxistin. Di merasîmê de ji hikumeta Iraqê hate xwestin ku bi rengekî fermî lêborînê ji gelê Kurd bixwaze û tazmînatê bide mexdûrên êrîşa kîmyewî.

Li Rojhilatê Kurdistanê oldaran, şêniyan û zarokan şehîdên Helebceyê bi bîr anîn. Li bajarê Sineyê li bajarokê Sewlawayê merasîmek li gundê Tiflê hate lidarxistin û zarokan helbest xwendin.

Şehîdên Helebceyê li Rojhilatê Kurdistanê li bajarên Seqiz û Merîwanê jî hatin bîranîn.

BIRÎNA KU 37 SAL IN NAKEWE

Beriya bi 37 salan li Helebceyê hêzên hewayî yên rejîma Saddam ezmanên Helebceyê bi jehrê nixumandin. Di nava çend saetan de nêzî 5 hezar kes bi rengekî hovane hatin qetilkirin û zêdeyî 10 hezar mirov jî birîndar bûn.

Helebce beşek ji pêvajoya îmhayê bû: Di operasyonên Enfalê de yên navbera salên 1987 û 1988'an de hate xwestin, ku hebûna Kurdan ji holê bê rakirin. Bi hezaran gund hatin xerakirin, derdora 200 hezar mirov bi rengekî hovane hatin qetilkirin û cenazeyên wan avêtin gorên komî yên li çolê.