DBP: Em ê Komkujiya Helebceyê ti carî ji bîr nekin

Rêveberiya DBP'ê qurbaniyên komkujiya Helebceyê bi bîr anî, komkujî şermezar kir û diyar kir ku wê komkujiya Helebceyê ti carî ji bîr nekin.

KOMKUJIYA HELEBCEYÊ

Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi boneya 37’emîn salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyaniyeke nivîskî da. 
 
Daxuyaniya MYK’a DBP’ê wiha ye: 
 
"Li ser Komkujiya Helebceyê 37 sal derbas bûn lê hejî Helebce wek birîneke nekewandî di bîra Kurdistanê de cihê digre. Komkujiya Helebceyê ku di 16’ê Adara 1988’an de pêk hat, yek ji encamên polîtîkayên rejîma Baasa Iraqê bû ku ku nasnameya gelê Kurd hede digirt. Rejîma ku bi destê desthilatdariya Sedam Hisên li ser piyan disekînî, ji bo daxwaza azadî û wekheviyê ya gelê Kurd têk bibe, serî li Komkujiya Helebceyê da. Di vê komkujiyê de jin, zarok û pîr jî di nav de bi deh hezaran Kurd hatin qetilkirin. Di qetlîamê de çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Vê yekê jî nîşan da bê dijmintiya li dijî gelê Kurd çiqas mezin û kûr e.

37 sal beriya niha bi çekên kîmyewî li dijî mirovahiyê sûc hate kirin. Hêzên herêmê û navneteweyî jî bi bêdengî û planên xwe yên qirêjî di vî sûcî de rol lîstîn. Ev êrişa hovane ya ku li dijî gelê Kurd hate kirin, wek zilmeke mezin ku hêj jî nehatiye jibîrkirin, di rojeva Kurdistanê de cih digre. Li gel salên borî, hêj jî Helebce wek sûcekî li dijî mirovahiyê hatiye kirin di rojevê de ye. Ev komkujî, hêj jî di qada navneteweyî de weke sûcekî li dijî mirovahiyê cih negirtiye. Hêj jî hesabê qetilkirina deh hezaran sivîlan nehatiye pirsîn.

Li gel vê heqîqetê, hêj jî feraseta dijminatiyê li Kurdan dike hêj didome û dev ji armancên xwe yên bi xwînî bernedaye. Wê demê navê qetlîaman Helebce, Enfal, Qamişlo û Sînemeya Amûdê bû. Îro jî heman feraset ji Şengalê heya Bendava Tişrînê, ji Efrînê heya Laziqiye û Tartusê hewl dide daxwaza azadiyê ya gelan bi qetlîaman, bi sûcên mirovî têk bibe.  Lê bila neyê jibîrkirin ku ev hewldan wê tu caran encam negire. Çawa ku gelê Helebceyê serî netewand, em jî dê serî netewînin.

Em jî dê sekna gelê Helebceyê li dijî rejîma dîktator meşandibû, li dijî ferasetên dîkotatorî, polîtîkayên jenosîdan bimeşînin. Divê hêzên herêmî û navnetewî yên ku di vê komkujiyê de rola wan hebûn, bi Helebceyê re hevrû bibin û hesabê bidin. Her wiha, heya ku Helebce weke sûcê li dijî mirovahiyê qebûlkirin em ê hesabê bipirsin.

Bi boneya 37’mîn salvegera komkujiyê, em careke din hemû cangoriyên Komkujiya Helebceyê bi rêzdarî bi bîr tînin û komkujiyê şermezar dikin. Her wiha em careke din diyar dikin ku em ê tu caran Helebceyê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin."