Bayindir: Gava destpêkê naskirina mafên Kurdan e

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir got, "Ji bo Kurdan gava destpêkê ya bê avêtin çekdanîna PKK'ê nîne, gava destpêkê ew e ku dewlet dest ji sîstema înkarê berde û mafên Kurdan nas bike."

Rêxistina Bajarê Mêrdînê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) kongreya xwe ya asayî ya 7'emîn pêk anî.

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir jî beşdarî kongreyê bû. Bi sedan kesên ku tevlî kongreyê bûn, beriya destpêkirina kongreyê govend gerand.

Piştre jî dîwan hate hilbijartin û deqeyek rêz hate girtin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Kamûran Tanhan û Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr kongre silav kirin û axivîn.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di kongereyê de ji ewil kesên di Komkujiya Helebceyê de hatine qetilkirin bi bîr anî. Bayindir, wiha got: “Bi hezaran Kurd di bin zilma Sedam de hatin qetilkirin. Bi ser re 37 sal derbas bûn lê hêj jî dinyayê ev komkujî weke sûcê li dijî mirovahiyê qebûl nekiriye. Ev tê vê wateyê; hejmara wan çiqas dibe bila bibe, hêzên navneteweyî dema Kurd tên qetilirin çav û guhên xwe digire. Lêbelê gelê Kurd îro bi rêxistinî û bi berxwedana xwe, bi pêşengtiya birêz Ocalan re pêşengtiya mirovahiyê û ronîbûna Rojhilata Navîn dike.”

Bi domdarî Bayindir bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê û anî ziman ku tekane rêya çareseriyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Bayindir, diyar kir ku komkujiyên li dijî Elewiyan şerma mirovahiyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî Elewiyan, komkujiyên dermirovî, derexlaqî tên kirin. Pratîka wan ev e. Ji ber ku zîhniyeta wan li ser komkujiyan e. Lewma em dibêjin ku temînata pêşeroja Sûriyeyê gelê Kurd e. Modela Rojava ye. Divê modela Rojava li Sûriye û Rojhilata Navîn hakim bibe. Heke navek li Sûriyeyê were kirin, divê ev nav Komara Demokratîk a Sûriyeyê be. Gelê Kurd ji bilî vê navên din qebûl nake. Gelê Elewî û Durzî qebûl nakin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Bayindir “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo têkoşînê, rêyeke alternatîf pêşkeşî gelê Kurd, Rojhilata Navîn û cîhanê kir. Îro li her devera cîhanê bangên şer tên kirin. Li her derê mirin û talan heye. Hemû hêzên cîhanê, dewlet û hêzên cîhanê ji bilî komkujî, mirin û êşan tu rêyan pêşkeşî gelan nakin. Lêbelê birêz Ocalan di daxuyaniya xwe ya dîrokî de rêya çareseriya li ser zemîna civaka demokratîk weke dermanê Rojhilata Navîn dibîne. Divê dewlet jî li dijî vê bangê dev ji polîtîkayên xwe yên înkarê berde. Ji bo azadiya gelê Kurd, ji bo têkoşîna siyaseta demokratîk, ji bo aştiyeke birûmet, divê deriyên zindanan ku bi hezaran hevalên me tê de ne, bên vekirin. Ji bo me gava herî girîng ev e. Dewleta Tirk, ji bo vê gavê ji ewil şertê berdana çekan didane pêşiya PKK’ê. Ji bo Kurdan gava ewil ne çekberdana PKK’ê ye, ew e ku dewlet dev ji vê pergala înkarê berde û mafên Kurdan nas bike.”

Piştî axaftinan, raporên darayî û fealiyetan hate xwendin. Piştre jî bi yeklîsteyê hilbijartin hate lidarxistin. Nûroj Turk û Abdulselam Turan weke Hevserokên DBP’a Mêrdînê hatin hilbijartin.