Merasîmên bîranîna Komkujiya Helebceyê destpê kirin

Di salvegera 37'an a Komkujiya Helebceyê de ku ji aliyê rejîma Saddam ve bi çekên kîmyewî hate kirin, merasîmên bîranînê yên li Helebceyê bi meşekê destpê kir.

Di 16'ê Adara 1988'an de rejîma Baasê weke parçeyek ji êrîşên qirkirina Kurdan bi gazên kîmyewî bombe li Helebceyê barandibû û zêdeyî 5 hezar kes qetil kiribû. Di komkujiyê de bi hezaran kes birîndar bûn û gelek kes jî winda bûn. Bandora êrîşa kîmyewî îro jî dewam dike.

Di serî de Helebce li çar aliyên Kurdistanê û cîhanê çalakiyên bîranînê têne lidarxistin.

Merasîma bîranînê ya li Helebceyê bi meşekê destpê kir. Meş wê heta ber Bîrdariya Helebceyê dewam bike.

Merasîmên îsal wê sê rojand ewam bikin. Di çarçoveya çalakiyên bîranînê de wê peyamên siyasî bêne dayin, çalakiyên hunerî bêne lidarxistin, panel û semîner pêk werin.