Li Merîwanê êrîşê welatiyên sivîl kirin: 3 kes birîndar bûn

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku hêzên desthilatdariya Îranê êrîşê welatiyên gundekî girêdayî bajarê Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê kirine û di encamê de 3 kes birîndar bûne.

Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand, di 14’ê Adarê de 3 welatiyên Kurd li nêzîkî gundê Derekê rastî êrîşa hêzên çekdar ên desthilatdariya Îranê hatin û birîndar bûn.

Hate diyarkirin ku navê welatiyên birîndar bûne Aryan Keremî yê kasibkar, Gulale Mihemedî û Mehmud Keremî ku hemû xelkê gundê Zekeriyan ê ser bi bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê ne.

Li gorî heman agahiyan, her sê welatiyên birîndar bûne rakirine nexweşxaneya Bû Eliye ya li Merîwanê, lê rewşa tenduristiya wan xirab e.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê da zanîn ku destpêkê hêzên çekdar ên Îranê wesayîta Aryan Keremî gulebaran kirine, piştî agahdarkirina malbata wî 2 kes ji bo alîkariyê berê xwe dan wesayîtê. Lê hêzên çekdar ew kes jî gulebaran kir û di encamê de bi awayekî giran birîndar bûn.