KONGRA GEL ji bo tevlîbûna li Newrozê bang kir

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL ji bo bersiveke xurt ji banga Rêber Apo re bê dayin banga tevlîbûna li Cejna Newrozê kir.

Dîwana Hevserokiyê ya KONGRA GEL daxuyaniyek weşand û got, "Em cejna Newrozê di serî de li Rêber Apo li tevahiya gelê me û hemû gelên herêmê pîroz dikin. Kawayê hemdem Mazlûm Dogan, Zekiye, Rahşan, Ronahî û Bêrîvan ên ku bedena xwe dan ber agir û bûn sembola azadî û berxwedanê ya Newrozê û hemû şehîdên Newrozê bi minet û hurmet bi bîr tînin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Em bi banga 'Aştî û civaka Demokratîk' a Rêber Apo ku 'manîfestoya sedsalê' ye Cejna Newrozê ya 2025'an pêşwazî dikin. Gelê me û dostên me li Kurdistanê û derveyî wlat Newroza 2025'an li ser bingeha azadiya Rêber Apo weke Newroza azadiyê pêşwazî dikin. Em coş û kelecana gel û dostên xwe ji dil parve dikin.

Bi banga sedsalê ya Rêber Abdullah Ocalan re hincetên 'terorê' ji holê hatin rakirin ku encama polîtîkayên qirkirinê ya înkar û îmhaya sed salî bû û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd kete rojeva siyaseta Rojhilata Navîn û navneteweyî.

Bandora erênî ya banga Rêbertî yekser xwe da der. Li Sûriyeyê di navbera Rêveberiya Xweser û Rêveberiya Şamê de pêvajoyeke nû destpê kir. Mifteya çareseriyê ya krîz, kaos û hilweşîna li Sûriyeyê şoreşa Rojava ye ku navnîşana yekîtiya civakî ya demokratîk a gel û baweriyan e.

Lewma divê gelê me û dostên me ji bo aştî û demokrasiyê vê Newrozê weke Newroza azadiya Rêber Apo pêşwazî bikin û ji bo birêxistinkirina civaka demokratîk li cihê ku lê ne seferber bibin.

Hêzên demokrasiyê bi projeyên xwe yên çareseriyê divê pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin. Ji bo ev pêvajo bi pêş ve biçe, mijara bingehîn azadiya Rêber Apo û afirandina şert û mercên kar ji bo Rêber Apo ye. Mijara esasî ya ku baweriyê bi pêşveçûna pêvajoyê biafirîne ev e.

Rêxistinên civakî yên sivîl, rewşenbîr, jin, hêzên alîgirê demokrasî û aştiyê divê raya giştî biafirînin û zextê li ser parlamentê û partiyên siyasî bikin. Karê pêwîst ê ji bo azadiya Rêber Apo û misogerkirina qanûnî ya hevdîtinên Îmraliyê divê weke karê sereke bê meşandin.

Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin, li hemû qadên ku lê ne ji bo bersivê bidin banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo bi xurtî tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin. Newroz pîroz be."