JIN
Hemû Nûçe
-
TJK-E: 22’ê Tîrmehê em li Lozanên bên ba hev
TJK-E’yê diyar kir ku gelê Kurd wê bi berxwedanê Peymana Lozanê asteng bike û got: “Em bang li gelê xwe û jinan dikin ku tevlî meş û mîtînga 22’ê Tîrmehê bibin.” -
KJK: Şoreşa Rojava bû navê geşkirina hêviyê
Koordînasyona KJK'ê bi peyameke salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir û diyar kir ku Şoreşa Rojava di sedsala 21'an de ku pergala kapîtalîst hewl dide hêviya gelan bişkîne, navê geşkirina hêviyê û tevna jiyana nû ye. -
JXK’ê li Zanîngeha Humboldtê çalakî li dar xist
Jinên JXK’yî, li Zanîngeha Humboldt a li Berlînê têkildarê tecrîd û gefên li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan danezan xwend û xwendekar vexwendin ku tev li meşê bibin ku wê sibehê bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li bajêr bê lidarxistin. -
TAJÊ: Şoreşa Rojava ji bo mirovahiyê bûye çavkaniya hêviyê
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi wesîleya salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava daxuyaniyek nivîskî da û got: “Hemû gel û baweriyên di sîwana Şoreşa Rojava de cih digirin, bi ruh, vîn û mejiyê hevpar xwe bi rê ve dibin.” -
Polîsên Îranê dîsa dest bi dewriyeyên li dijî jinan kirin
Polîsên Îranê hejmara jinên ku serê wan di qadên giştî de vekirî kir hincet û ragihand ku bi armanca cezakirinê wan dest bi dewriyeyan kirine. -
TJA li Amedê Komxebata Lozanê lidar dixe
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya 100’emîn salvegera Peymana Lozanê ku bû sedema parçebûna Kurdistanê, li Amedê komxebatek lidar dixe. -
YPJ’ê nasnameya şervana xwe ya şehîd eşkere kir
YPJ’ê diyar kir ku şervana wan Mezra Botan şehîd bûye û got “Soza me ya herî mezin ev e ku em xeyalên hevrêya xwe bi cih bînin.” -
TAJÊ: Em ê bi dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ tola 74 fermanan hilînin
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi boneya 9’emîn salvegera Komkujiya Şengalê daxuyanî da û got: “Bi berxwedana jinan em ê tola fermana 74’emîn hilînin.” -
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr li 5 bajaran çalakî li dar xistin
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr bi wesîleya salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê û tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajaran çalakî li dar xistin. -
Li Rojava Komxebata Lozanê ya rêxistinên jinan
Kongra Star, Meclîsa Jinê ya PYD'ê û Meclîsa Jinê ya Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê di salvegera 100'emîn de ji bo nirxandina xisarên ku Lozan bûye sedem, li hev kom bûn. -
Li Qoserê cinayetên jinan hatin protestokirin
Endamên TJA, DBP, Partiya Çepên Kesk û HDP’ê qetilkirina jina bi navê Hindirin Aydogan bi daxuyaniyekê li Qoserê protesto kirin. -
RJAK: Azadiya Rêber Ocalan wezîfeya me ya bingehîn e
RJAK'ê got, "Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan wezîfeya me ya bingehîn e" û bang kir ku bi rengekî xurt li ber tecrîdê rabin. -
Li Mêrdînê jinek bi êşkenceyê hat qetilkirin
Jina bi navê Hîndîrîn Aydogan ku li Qoserê dijiya, ji aliyê hevserê xwe Zekî Aydogan ve bi êşkence hat qetilkirin. -
KJK'ê ji bo jinên Şengal û Efgan dest bi kampanyayê kir
Koordînasyona KJK'ê li dijî êrîşên li ser jinên Şengal û Efgan dest bi kampanyayekê kir ku wê di navbera 3-15'ê Tebaxê de bê meşandin. -
Jinek li Êlihê hate qetilkirin
Li Taxa Cûdiyê ya Êlihê jina bi navê Aysel E., ji aliyê Mûrat E. ku pê re zewicî bû ve hat qetilkirin. -
Kongreya 7'emîn a TJK-E'yê: Divê her jin xwe bi rêxistin bike
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) kongreya xwe ya 7'emîn bi beşdariya nûnerên rêxistinên sîwanî yên li heft welatan û rêxistinên li hemû parçeyên Kurdistanê pêk anî. Encamnameya kongreyê hate eşkerekirin. -
Kongreya Kombûna Jinan a Zenûbya hate lidarxistin
Li Reqayê 2’yemîn Kongreya Kombûna Jinan a Zenûbya hate lidarxistin. Kongre bi encamnameyekê û hilbijartina endamên koordînasyonê bi dawî bû. -
CFWIJ: Herî pir Îran û Tirkiye rojnamevanên jin digirin
Koalîsyona Jinan di Rojnamevaniyê de (CFWIJ), diyar kir ku ji 30’ê Nîsanê ve li seranserê cîhanê 100 rojnamevanên di girtîgehan de bûne û destnîşan kir ku herî pir Tirkiye û Îran rojnamevanên jin digirin. -
Di Hezîranê de herî kêm 25 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin
Hate daxuyakirin ku di meha Hezîranê de herî kêm 25 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. 27 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. -
Li Stenbolê mêrekî hevjîn û dayika xwe qetil kir
Li Stenbolê kesekî bi navê Erdal Şahîn, piştî ku Nazli Şahîn a pê re zewicî bû û dayika xwe qetil kir, întixar kir. -
KCDP: Di meha Hezîranê de 22 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin
Li gorî rapora KCDP’ê di meha Hezîranê de 22 jin hatine qetilkirin û 27 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. -
Li Swîsreyê Kampa Jinên Ciwan a Jineolojiyê destpê dike
Kampa Jinên Ciwan a Jineolojiyê wê 9-15’ê Tîrmehê li Swîsreyê were lidarxistin. -
RJAK'ê bang kir ku kiryarên tundiya li dijî jinê bêne cezakirin
Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) ragihand ku li Başûrê Kurdistanê rewşa jinê hîn bêhtir nebaş bûye û bal kişand ser êrîşên zayendî û tundiyê ku zêde bûye. -
Erzîncan: Em ê teqez şoreşa jinê bi ser bixînin - NÛ BÛ
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan diyar kir ku li ser bingeha xeta azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê azadiya jinê pêk were û got, "Felsefeya me ya azadiyê ya li ser bingeha Jin, Jiyan, Azadî wê bi ser bikeve." -
Hejmara dawî ya Newaya Jin: Rehên esîl ên têkoşîna me
Hejmara Tîrmehê ya Newaya Jin bi manşeta 'Rehên esîl ên têkoşîna me' hate weşandin.