JIN
Hemû Nûçe
-
YPJ: Em pêngavê bi ser bixînin, Rêber Apo azad bikin
Fermandariya Giştî ya YPJ'ê got, "Em pêngava ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin bi hev re bi ser bixînin." -
PAJK: Em hêzên komploger bi nefret û hêrsa xwe ya şoreşgerî şermezar dikin
PAJK’ê di sala 27’emîn a komployê de hêzên komploger bi nefret û hêrsa şoreşgerî şermezar kir û bang li her kesî kir ku heta pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî’ encam digire, çalakiyan bênavber bidomînin. -
RAJIN Roja Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê silav kir
RAJIN Roja Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê silav kir û Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li dijî qirkirina jinê, komplo û qirkirinê em ê li pey heqîqetê bin." -
ROJIN: Rojnamevanên jin ên Kurd deriyê heqîqetê vedikin
Yekîtiya Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê (ROJIN), di peyama xwe ya bi wesîleya 7’ê Cotmehê Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd de got, “Rojnamevanên jin ên Kurd deriyê heqîqetê vedikin.” -
YRJ: Têkoşîna rojnamevanên jin ên Kurd wê bi ser bikeve
YRJ'ê Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd pîroz kir û got, "Rojnamevaniya Jinên Kurd di encama berxwedanekê de afirî. Li gel zext û êrîşên hêzên dewlet-mêr jî em ê vê rêyê bi ser bixînin." -
MKG: Rojnamevanên jin ên Kurd wê rastiyê di tarîtiyê de nehêlin
MKG'ê Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd silav kir û diyar kir ku rojnamevanên jin ên Kurd wê heqîqetê di tarîtiyê de nehêlin. -
KJK’ê: Tecrîdê krîza li Rojhilata Navîn daîmî kiriye
KJK'ê bi wesîleya salvegera komploya 9'ê Cotmehê daxuyaniyek da û diyar kir ku tecrîdkirina Abdullah Ocalan krîza li Rojhilata Navîn daîmî kiriye. KJK'ê got, "Çareseriya pirsgirêkên civakî yên li Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Apo dibe." -
Nagîhan Akarsel li Londonê hate bîranîn
Li Navenda Civaka Kurd a Londonê ji ber salvegera 2'yemîn a qetilkirina endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. -
Li Grazê çalakiya li dijî kuştina jinan
Rêxistinên femînîst li dijî komkujiya jinan meşiyan, xwestin pêşî li kuştina jinan bê girtin û ji bo wekheviya zayendî tedbîrên bi lez bêne wergirtin. -
TJA'yê bertek nîşanî qetlîamên jinan da: Divê em bên ba hev
Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz di daxuyaniya çapemeniyê ya TJA'yê de têkildarî qetlîamên jinan got, "Ji bo avakirina siberoja xwe û ewlekariya xwe divê em bên ba hev." -
Li Amedê qetilkirina jinan hat şermezarkirin
Jinên ku di çarçoveya ‘Komxebata Polîtîkayên Jinan yên di Rêveberiyên Xwecihî de’ hatin cem hev, qetilkirina jinan şermezar kirin. -
Tundiya li hemberî jinan didome
Li gorî JINNEWS’ê di meha Îlonê de 30 jin û zarokek hatin qetilkirin û 15 jin û 4 zarok jî bi awayek guman jiyan xwe ji dest dest dane. -
'Paradîgmaya Rêber Apo ji jinên Ereb re bû derman'
"Eger paradîgmaya azadîparêziya jinê ya Rêber Apo nebûya em nedigihîştin vê astê. Paradîgmaya Rêber Apo ji bo me jinên Ereb û derman. Weke jineke Ereb min felsefeya neteweya demokratîk a Rêber Apo pejirand û bi gelan re di vê çarçoveyê de dijîn." -
RJAK'ê Nagîhan Akarsel di salvegera şehadeta wê de bi bîr anî
RJAK’ê nivîskar, akademîsyen û rojnamevan Nagîhan Akarsel di salvegera şehadeta wê de li Silêmaniyê bi merasîmekê bi bîr anî. -
Li Luzernê atolyeya 'Dayik û jinên ciwan' hat lidarxistin
Endamên TekoJin û Jineolojiyê li bajarê Luzern ê Swîsreyê atolyeya 'Dayik û jinên ciwan' li dar xistin. -
Jin li Berlînê hatin gel hev: Divê rêxistinbûn û hevgirtin bê mezinkirin
Jinên ku di konferansa li Berlînê de li hev civiyan, li ser milîtarîzekirin û tundiya baviksalarî axivîn û peyama “Divê rêxistinbûn û hevgirtin bê mezinkirin” dan. -
Nagîhan Akarsel li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn
Nagîhan Akarsel bi beşdariya gelek jin, welatparêz û azadîxwazan li cihê ku lê hat qetilkirin, hat bibîranîn. -
Nagîhan Akarsel bi ’Rojên Jinerjî' hat bibîranîn
Duyemîn çalakiya Rojên Jinerjî ku ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê lidarxistin, li Hesekê hat lidarxistin. -
KCDP’ê: 34 jin hatin qetilkirin û mirina 20 jinan jî bi guman e
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) diyar kir ku di meha Îlonê de 34 jin hatine qetilkirin û mirina 20 jinan jî bi guman e. -
Jineolojî li Şengalê tê nîqaşkirin
Jinên Şengalî bi semîneran dest bi nîqaşkirina Jineolojiyê kirin. Yek ji wan semîneran Borikê hate lidarxistin. -
Di çalakiya Dayikên Plazo De Mayo nerazîbûna li dijî tecrîda li Îmraliyê
Li Arjantînê, di çalakiya Dayikên Plazo De Mayo de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin. -
Hêja Zerya: Nagîhan ji bo sîstema serweriya mêr gefek bû
Hevala Nagîhan Akarsel û endama Akademiya Jineolojiyê Hêja Zerya anî ziman ku Nagîhan Akarsel li dijî mejiyê serweriya mêr ku nasnameya jinê parçe dikir, jin digihand hev û jiyana enerjiyê dixist nava liv û tevgerê. -
Jinan banga tevlîbûna ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê kirin
Jinan li Wanê banga tevlîbûna “Mîtînga Azadiyê” ya ku dê di 13’ê Cotmehê de were lidarxistin kir û got: “Em ê bi hêza felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Amedê bin.” -
Li Hindistanê doktor careke din daketin qadan
Bi daxwaza edalet ji bo doktora stajyer ku meha Tebaxê destdirêjî lê hate kirin û hate qetilkirin, li Hindistanê bi deh hezaran kes daketin kolanên Kalkutayê. -
Elîf Berk: Îdeolojiyên serwer êrîşê dibin ser fikrê azadiya jinê
Endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Berk anî ziman ku îdeolojiyên serwer êrîşê dibin ser fikrê azadiya jinê û got, "Jin wê bi têkoşîn û berxwedana xwe ya 'Jin, Jiyan, Azadî' xwe bi rêxistin bikin û îdeolojiyên serwer lawaz bikin."