MKG: Rojnamevanên jin ên Kurd wê rastiyê di tarîtiyê de nehêlin

MKG'ê Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd silav kir û diyar kir ku rojnamevanên jin ên Kurd wê heqîqetê di tarîtiyê de nehêlin.

Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG), bi boneya salvegera 7'ê Cotmehê Roja Rojnamevanên Kurd ên Jin daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Îro rojeke taybet a birûmetkirina têkoşîna çapemeniya azad û lêgerîna heqîqetê ya bi biryar a jinên kurd ên rojnameger e. Îro salvegera qetilkirina gerînendeya weşanê ya giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Gurbetellî Ersoz e. Gurbetelli pêşenga dîroka çapemeniya Kurd û Tirkiyeyê ye. Em di salvegera Gurbetellî de girîngiya Roja Jinên Rojnamevan ên Kurd tînin zimên û li mîrateya wê ji me re hiştiye xwedî derdikevin."

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Gurbetellî Ersoz, tevî zextan paşde gav neavêt, şoreşgereke wêrek bû, ew rojnameger û parêzvana mafên jinan bû. Ji bo bibîranîna Gurbetellî ya di 7’ê Cotmeha 1997’an de jiyana xwe ji dest da jinên kurd ên rojnameger di çapemeniyê de ji bo bilindkirina dengê jinan û ji bo bihêzkirina hebûna jinan têkoşîna xwe didomînin. Ev têkoşîn girîngiya cihgirtineke baş a jinan a di nava medya û civakê de tîne zimên.

Her gav û gotinên Gurbetellî bûye remza me ya di rêya bilindkirina dengê jinan û çapemeniya azad de. Mîrateya Gurbetellî Ersoz a ku got 'Ev agir wê we jî bişewitîne' û her tim bi rastiyê qêriya, cesaret û baweriya jinên kurd ên rojnameger her tim xwedî kir. Hîn jî xwedî dike.

Jinên rojnamevan ên îro tevî zext, binçavkirin û girtinan jî li dû rastiyan direvin li dijî zimanê mêrperest berxwedana xwe dewam dikin. Jinên kurd ên rojnameger ên li qadan bi zext û gefxwarinê rû bi rû dimînin ji bo berdewamiya hebûna çapemeniya azad bi fedakariyeke mezin dixebitin. Rojnamevan Rabîa Onver jî ji ber nûçeya çêkir bi van zextan rû bi rû ma. Ev jî mînakeke şênber a van zextan e. Lê belê Rabîa û jinên kurd ên wekî wê lêgerîna edaletê dewam dikin.

Em bi vê minasebetê di heman demê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên bi SÎHA’yan ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Ev êriş perçeyekî zextên li ser jinên rojnamevan û kevneşopiya çapemeniya azad e. Gulistan û Hêro jî wekî Nagîhan û Gurbetellî mîna parêzvanên têkoşîna çapemeniya azad cihê xwe yên di berxwedanê de girtibûn. Mîrateya wan ji me re hiştiye wê rihê berxwedanê yê çapemeniya azad jî xurt bike.

Di heman demê de em rojnameger, şoreşger û akademîsyen Nagîhan Akarsel a di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li Silêmanî hat qetilkirin jî bi rêzdarî bi bîr tînin. Nagîhanê ji bo pêşketin û belavkirina Jineolojiyê kedeke mezin da, ew bû yek ji remza têkoşîna jina azad. Nagîhanê hem di çapemeniyê hem jî di xebatên xwe yên akademîk de ji bo heqîqeta jinê ji cîhanê re ragihîne hewldaneke mezin nîşan daye.

Em îro di şexsê Gurbetellî Ersoz, Nagîhan Akarsel, Gulistan Tara û Hêro Bahadîn de hemû kedkdarên çapemeniya azad ên jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û em soza dewamiya meşa di rêya wan de dîsa didin. Em wekî jinên kurd ên rojnamevan di wê baweriyê de ne ku wê bi felsefeya “Jin jiyan azadî” heqîqet di tariyê de nemîne û em dîsa tînin zimên ku em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Herî dawî em wekî Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) a ku di 7’ê Cotmeha 2023’yan de hat damezrandin serbilind in ku me ev roj watedartir kir. Wê MKG ji bo cihgirtina hîn zêde ya jinên kurd a di têkoşîna çapemeniya azad de, xebatên xwe dewam bike. MKG wê dengê jinên rojnameger li her derê, li her qadê bide bihîstin. Damezrandina MKG’ê remza sekna bi biryar û wêrek a jinên kurd ên rojnamevan a di lêgerîna heqîqetê de ye."