TJA'yê bertek nîşanî qetlîamên jinan da: Divê em bên ba hev

Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz di daxuyaniya çapemeniyê ya TJA'yê de têkildarî qetlîamên jinan got, "Ji bo avakirina siberoja xwe û ewlekariya xwe divê em bên ba hev."

Tevgera Jinên Azad (TJA) li saloneke Şîşlî ya Stenbolê bi rojeva rêxistinkirinê civîna jinan pêk anî. Civîn ji çapemeniyê re girtî hat kirin. Piştre têkildarî komkujiyên li ser jinan ên li Tirkiyeyê zêde dibin, daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.  

Di daxuyaniya ku pankarta “Em bi têkoşîna jinan li hember tundî û tecrîdê xwe bi rêxistin sewin” vekir, li ser navê jinan Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mûşê Sumeyye Boz daxuyanî da çapemeniyê. 

WEKE 23 SAL IN NE LI DESTHILATDARIYÊ NE DAXUYANIYÊ DIDIN

Sumeyye Boz diyar kir ku ji ber ku qadênjinên li Tirkiyeyê yên bi ewle hatine xerakirin, li tu cihî xwe ewle nabînin û wiha got: “Em jin ji bo parastina jiyana xwe, avakirina siberoja xwe û ewlekariya xwe divê bên gel hev. Du jinên ku li Stenbolê bi awayekî hovane hatin qetilkirin û her kesî qala vê yekê kir. Her axaftin dibû sedema nîqaşên rewakirina kuştinê. Divê kes xwe li pişt hincetan veneşêre. Hewl tê dayîn ku tundiya mêr bi bêcezahiştina dewletê were xelatkirin. Jin li Tirkiye û Kurdistanê di nava berxwedanê de ne. Berpirsiyarên van komkujiyan; yên ji Peymana Stenbolê vekişiyan, xala 6284’an bi bandor pêk neanîn û jinên li ber xwe didin girtin in. Wezîrê Malbatê dibêje em rê nadin mirina jinan li vê herêmê. Weke 23 sal in ne li ser desthilatdariyê ne daxuyaniyan didin. Em weke çalakvanên TJA’yê van daxuyaniyan qebûl nakin û siberoja xwe û jiyana xwe diparêzin.”

‘EM DI 13’Ê COTMEHÊ DE LI AMEDÊ LI BENDA WE NE’

Sumeyye Boz anî ziman ku tundiya li ser jinên li Tirkiye û Kurdistanê ji aqilê şer ne serbixwe ye û ev bang kir: “Komploya 9’ê Cotmehê komploya li dijî azadiya jinê ye. Ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê, ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd em ê di 13’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê bin. Em li bendê ne ku her kesên aştiyeke wekhev, azad dixwazin di 13'ê Cotmehê de bên Amedê." 

Di daxuyaniyê de dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û "Bijî tekoşîna jinan" hatin berzkirin.