CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Misirê ‘mala bêhnvedanê' ya 3 hezar û 400 salî hat dîtin
Li nîvgirava Sînayê ya li Bakurê Rojhilatê Misrê, bermahiyên avahiyeke girîng a ku nêzî 3 hezar û 400 sal berê ye hatin dîtin. Lêkolîner difikirin ku dibe ku ew “mala bêhnvedanê ya qraliyetê” bû. -
OPCW: Li Ûkranyayê sûcên çekên kîmyewî 'bi têrkerî nehatine piştrastkirin'
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) roja Sêşemê dabû xuyakirin ku li ser îdîaya bikaranîna çekên kîmyewî li Ûkraynayê agahî gihaştiye ber destê wan û got, "bi têrkerî nehatiye piştrastkirin.” -
Ofîsa parlamenterê AfD’ê ya li Brukselê hate lêgerînkirin
Dozgeriya Federal a Elman roja Sêşemê daxuyanî da û ragihand ku ofîsa parlamenterê AfD’ê Maxîmîlîan Krah a li Parlamentoya Ewropayê, bi gumana ku yek ji alîkarên wî sîxûrê Çînê ye hate lêgerînkirin. -
Rêxistina Efûyê: Artêşa Somalî bi dronên Tirk sivîlan qetil dike
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, da xuyakirin ku di du êrîşên artêşa Somalî de ku Adara bihurî balafirên bê mirov ên Tirk bi kar anîn 14 jê zarok 23 sivîlan hatin qetilkirin û banga lêpirsîna li "sûcên şer" ên muhtemel kir. -
Îsraîlê nuqteya derbasbûnê ya Refahê bi dest xist, nerazîbûneke zêde heye, astengî nîne
Îsraîlê îdîa kir ku kontrola nuqteya derbasbûnê ya Refahê ji milê Xezeyê ve bi dest xistiye. Car din zorî li şêniyên Xezeyê hat kirin ku birevin. Neteweyên Yekbûyî nerazîbûn nîşan da ku dagirkeriya Refahê nayê qebûlkirin. -
Li Behra Başûrê Çînê tatbîqata hevpar a DYE-Fîlîpiniyan
Yekîneyên Emerekî û Fîlîpîniyan li Behra Başûrê Çînê ya li bakurê Fîlîpîniyan, tatbîqat pêk anîn. Di dema tatbîqatê de guleyên top û fuzeyan berdan hêzeke “dagirker” a xeyalî. -
Rûsya wê bi tetbîqata nukleerî bersivê bide gefên Rojava!
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku Serokê Federasyona Rûsyayê li hemberî gefên serokên Rojavayî banga tetbîqata nukleerî ya di demekî nêz de kiriye. -
Li Kenyayê şert û mercên hewaya xerab: Hejmara miriyan derket 228 kesan
Li Kenyayê ji meha Adarê û vir ve ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê kesên jiyana xwe ji dest dane derket 228 kesan. -
Li Brezîlyayê hejmara miriyan gihîşt 66 kesan
Li eyaleta Rio Grande do Sulê ya Brezîlyayê hejmara kesên ku di lehiyê de jiyana xwe ji dest dan zêde bû. -
Şerê Xezeyê di roja 211’an de ye: Herî kêm 34 hezar û 683 kes mirin
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê ve di êrîşên Îsraîlê yên li Xezeyê de, herî kêm 34 hezar û 683 kes mirin. -
Li Brezîlyayê karesata lehiyê: Herî kêm 55 kes mirin, 70 hezar kesan malên xwe terk kirin
Li Brezîlyayê li gorî rayedarên eyaleta Rîo Grande do Sûlê, di karesata lehiyê ya ev çend roj in li başûrê welêt diqewime de herî kêm 55 kes mirin û nêzî 70 hezar kes jî neçar man malê xwe biterikînin. -
Li Brezîlyayê ji ber erd şemitî û lehiyê herî kêm 29 kes mirin
Li başûrê Brezîlyayê ji ber barana zêde erd şemitî û lehî rabû. Di encama karesatê de herî kêm 29 kesan jiyana xwe ji dest dan û 60 kes jî winda bûn. -
Li Kenya û Tanzanyayê kerasetên lehiyê: Herî kêm 365 kes mirin
Kenyayê, da xuyakirin ku ew amadekariya hatina bagerekê ku nêzî peravên Tanzanyayê bûye dike û ragihand ku ji meha Adarê û vir ve ji ber lehiyên ku pêk hatine hejmara miriyan 200 derbas kiriye. -
Li gorî Fransayê di şerê Ûkraynayê de 150 hezar leşkerên Rûs mirin
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê ji rojnameyeke Rûs re axivî û diyar kir ku ji Sibata 2022'an dema destpêkirina dagirkeriya Moskowayê ya li ser Ûkraynayê û vir ve nêzî 150 hezar leşkerên Rûs hatine kuştin. -
UNESCO’yê Xelata Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê da rojnamegerên Filistînî
UNESCO'yê Xelata Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê da hemû rojnamegerên Filistînî yên ku ev 6 meh in rewşa Xezeya ku ji ber şerî wêran bûye, dişopînin. -
Berlînê Moskowayê bi 'êrîşa sîber' sûcdar kir: Wê encamên wê hebin!
Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê, ji ber êrîşa sîber ku di sala 2023'yan de endamên Partiya Sosyal Demokrat a Elman hedef girt, servîsên îstîxbaratê yên Rûsyayê bi awayek eşkere sûcdar kir. -
Di êrîşên Îsraîlê de 8 leşkerên Şamê birîndar bûn
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand ku 8 leşkerên Sûriyeyê li nêzî Şamê di encama êrîşên hewayî yên Îsraîlê de birîndar bûne. -
Li Çînê hejmara qurbaniyên hilweşîna rê bû 36 kes
Li başûrê Çînê hejmara mirovên ku ji ber hilweşîna rê jiyana xwe ji dest dan bû 36 kes. -
Kolombiya têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi Îsraîlê re birî
Serokdewletê Kolombiyayê Gustavo Petro, helwesta "qirkirinê" ya hikûmeta bi seroktiya Binyamîn Netanyahû şermezar kir û ragihand ku ew têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi Îsraîlê re dibirin. Îsraîl bi hêrs bû, lê Hamas kêfxweş e. -
Li Çînê baranên zêde: Otoban hilweşiya û herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li bajarê Gûangdong ê li başûrê Çînê ji ber barana zêde beşeke otobanekê hilweşiya û herî kêm 24 kesan jiyana ji dest dan. -
Li Efganîstanê di mizgeftekê de 6 sivîl hatin qetilkirin
Li eyaleta Herat a Ffganîstanê di mizgeftekê de kesek bi çek 6 kes qetilkirin û yek jî birîndar kir. -
Li Kenyayê bendav teqiya: Herî kêm 42 kes mirin
Li paytexta Kenya Naîrobiyê bendavek teqiya. Di encamê de herî kêm 42 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li DYE’yê bi dehan bablîsok pêk hatin: Herî kêm 5 kes mirin
Ji ber bablîsokên ku li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê pêk hatin, herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Jina Fransî ya ku keça Êzidî kiribû kole, bi sûcê 'jenosîdê' tê darizandin
Welatiyeka Fransî dema li Sûriyê bû keçeke Êzidî kiribû kole, li Fransayê bi sûcdariya li dijî mirovahiyê û jenosîdê hat tawanbarkirin. -
Îranê cureyekî nû ya balafirên keşfê yên kamîkaze danasîn
Hêzên Parastina Şoreşê yên Îranê cureyekî nû yê balafirên keşfê yên kamîkaze danasîn.