Malbatên şehîdan derewa dewleta Tirk teşhîr kir

Malbatên şehîdan nerazîbûn nîşanî derewa 'gora komî' ya dewleta Tirk dan û diyar kirin ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên li ser Efrînê wan nekarî cenazeyên xwe li şehîdgehê veşêrin, ji neçarî li pişt Nexweşxaneya Avrînê veşartine.

Dewleta Tirk beriya çend rojan cenazeyên şehîdan ên li şehîdgeha nêzî Nexweşxaneya Avrînê ya Efrînê hatibûn veşartin derxistibû û şehîdgeh veguherandibû 'gora komî' û di medya xwe de nûçeyên derewîn weşandibû, ku tê de îdîa dikir 'cenaze yên sivîlan e yên ji aliyê YPG û YPJ'ê ve hatine qetilkirin'. Malbatên şehîdên YPG û YPJ'ê yên ku cenazeyên wan li şehîdgeha nêzî nexweşxaneya Avrînê hatin weşandin, nerazîbûn nîşanî van sûcên dewltea Tirk dan ku feraseta wê ya talanker û komujiyer radixe pêş çavan. Di nûçeya taybet a Medya Haberê de malbatan qalê kriin ku şervan û sivîlên şehîd bûn bi çi rengî li şehîdgehê hatin veşartin.

Avroyê Tevfîk kurê Tevfîk e ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate qetilkirin. Avdoyê Tevfîk anî ziman ku cenazeyê Tevfîk yek ji wan cenazeyan e ku ji gorê hatiye derxistin. Avdoyê Tevfîk diyar kir ku bavê wî piştî ku birîndar bû li Nexweşxaneya Avrînê hate dermankirin û piştî ku şehîd ket, li şehîdgeha nêzî nexweşxaneyê hatiye veşartin û got, "Bavê min 13'ê Sibatê di êrişa Alemdar de birîndar bû. Li nexweşxaneya Avrînê dima. 14'ê Adarê şehîd bû. Çar aliyên Efrînê dorpêçkirî bûn. Li Efrînê 3 şehîdgeh hebûn. Şensê me tune bû ku bibin şehîdgehên din. Ji ber vê yekê jî me li nêzî Nexweşxaneya Avrînê veşartin. Tevî bavê min me cenazeyên 32 şehîdan heman rojê veşartin. Bavê min li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate şehîdxistin."

'HETA KU EM SAX BIN EM Ê LI BER ERDOGAN RABIN'

Amara yek ji wan şehîdan e ku di êrişên dewleta Tirk de şehîd bû. Dayika Amara diyar kir ku piştî êrişên dagirkeriyê dest pê kir, bajar bi 72 balafiran hate bombekirin. Dayika Şehîd Amara ragihand ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û çeteyên wî li Efrînê êriş birin ser her kesî û got, "Yên ku di komkujiya Mahmûdê û komkujiyên din de hatin qetilkirin, hemû hatin komkirin. Di nava van de sivîl jî hebûn. Li bajêr goristan nema bû ku em şehîdên xwe lê veşêrin. Em jî neçar man ku şervan û sivîlên xwe yên şehîd li pişt Nexweşxaneya Avrînê veşêrin. Bi vî rengî me karîbûn şehîdên xwe veşêrin. Ev mirov ji bo parastina gel û xaka xwe şehîd bûn.

Cîhanê bi tevahî li zilma dewleta Tirk a li Kurdan temaşe kir. Erdogan û çeteyên wî ciwan, jin, zarok û extiyarên Kurd qetil kirin. Niha jî êrişî cenazeyên me dikin, em vê hovîtiyê qebûl nakin. Mafên gelê Kurd jî hene, divê dewletên cîhanê hesabê vê komkujiyê ji Erdogan bipirsin. Em ê heta dawiyê xwedî li şehîdên xwe û rêberên xwe derkevin. Serokê me ji ber ku mafê gelan hemûyan diparêze niha dîlgirtî ye. Ti ferqa Erdogan ji DAÎŞ'ê nîne. Çeteyê rastî Erdogan bi xwe ye. Erdogan ê ku çete şand Efrînê, dibêje ku divê Kurd tune bibin, lê em ê tune nebin. Heta ku em sax bin em ê li ser şopa şehîdên xwe bin û li ber zilma Erdogan rabin."