BI DÎMEN

Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad: Li dijî êrîşan divê em bi biryar bin

Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad got, "Eşkere ye ku dijminê me bi biryar in ku êrîş bikin. Em jî weke gelê Kurd divê li hemberî van êrîşan bi biryar bin."

BERXWEDANA LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Mûrad têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd ji ANF'ê re axivî. Nirxandina Zeyneb Mûrad bi vî rengî ye:

"Em niha dibînin ku li her çar parçeyên Kurdistanê li ser gelê me êriş berdewam dikin. Dewleta Tirk hi hêzeke gelek mezin a leşkerî li ser axa Kurdistanê operasyonan dike. Em jî wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê em di civata ya 22’yem de ku di 20 û 21’ê vê mehê de hat lidarxistin, li ser vê rewşê, li ser wan metirsiyên ku hîna hene, rawestiyan. Çinku em dizanin dijminê me îro texsîr nake û ew aloziyên ku li Rojhilata Navîn û cîhanê hene, ji bo xwe wek derfet dibîne da ku hemû destkeftên gelê Kurd ji nav bibe. Li hember vê yekê, erk û berpirsyariya neteweyî ewil dikeve ser partiyên siyasî û paşê jî dikeve ser gelê me û hemû pêkhateyên ku em bi hev re dijîn. Ne tenê gelê Kurd, ew pêkhateyên din jî rû bi rûyî metirsiyeke mezin in. Lewma ev erk û berpirsyariya neteweyî dikeve ser her kesî. Di Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî de ev tişt hatin nîqaşkirin û dê di encamnameyê de jî bê diyarkirin ku em ê tu carî dagirkirina Kurdistanê û qetilkirina zarokên Kurd qebûl nekin. Diyar e ku dijminên me bi biryar in ku vê yekê pêk bînin, divê em jî wek gelê Kurd bi biryar bin. Li vir banga me ji bo partiyên siyasî ye ku bila tu carî nebin beşek ji wan plan û komployan ku li dijî gelê me tên kirin. Ji ber ku dîrokê selmandiye ku dijminên me bi biryar in ji bo ji navbirina gelê Kurd.

Di heman demê de em dibînin ku gelê me di nav fikareke mezin de dijî, hem rewşa siyasî, hem rewşa aborî, hem rewşa civakî bi taybetî li başûrê Kurdistanê di nav qeyraneke mezin de ye. Em dibînin ku li şûna ku birînên gelê me bêne sarêjkirin, rewşê aloztir dikin, em dibînin ku statûya başûr û rojavayê Kurdistanê dixin metirsiyê. Dewletên dagirker, çi Tirkiye be, çi Îran be, çi Sûriye be û hetta çi Iraq be çavên wan bar nade ku gelê Kurd gihîştiye vê astê, xwedî destkeft e, xwedî statû ye. Di civata me de jî hat nîqaşkirin ku dewleta Tirk çawa hewl dide ku Iraqê jî beşdarî komploya li dijî gelê Kurd bike. Her çend di navbera wan de nakokiyên siyasî, dînî û hwd. hebin jî, hetta dibe ku bi Îranê re û bi Sûriyeyê re jî lihevkirina wan hebe. Lê rastiyek heye ku ev dewlet li ser jinavbirina gelê Kurd di tifaqê de ne. Ji ber vê yekê ev qonaxa ji bo gelê me qonaxeke çarenûssaz e. Daxwaza me ji partiyên siyasî, ji saziyên sivîl û gelê me ew e ku van rastiyan bibînin û xwedî helwest bin. Cihê kêfxweşiyê ye ku gelê me xwedî helwest e, çi rewşenbîr û çi sazî hewl didin rê li ber van komployan bigirin. Lê ev yek têrê nake. Divê em bi biryareke siyasî bibêjin ku êdî em vê yekê qebûl nakin, em qebûl nakin ku xaka Kurdistanê wisa bê dagirkirin, zarokên me bêne qetilkirin. Ew propagandaya ku dewleta Tirk dike ku qaşo ev êriş li dijî aliyekî destnîşankirî yê siyasî ye ku tevgera azadiya Kurdistanê ye, lê ev yek derew e, ev êriş û komployeke mezin e li dijî hemû gelê Kurd û Kurdistanê.

Dijminên me gelek in, lê ew di asta herî lawaz de ne. Em dibînin bloka AKP-MHP’ê çawa di hilbijartinên xwecihî de têk çû û gelê me çawa bi ser ket. Ev yek tê wê wateyê ku her çend qonaxeke dijwar be, qonaxeke aloz be jî, derfeta şikandina dijmin heye. Ev yek jî bi yekrêzî û yekîtiya gel û aliyên siyasî û pêkhateyên civakê çêdibe."