Li nûnertiya Belçîkayê ya Cenevreyê têkildarî serdegirtina saziyên Kurdan hevdîtin hat kirin

Kurdistaniyên ku li Swîsreyê çalakiyên xwe didomînin, bertek nîşanî polîsên Belçîkayê yên li ser daxwaza Fransayê bi ser saziyên çapemeniya Kurd Medya Haber û Stêrk TV de girtin, dan.

Kurdistaniyên li Swîsre re dijîn, çalakiyên xwe yên li dijî serdegirtina studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV’yê yên li Belçîkayê didomînin.  Di vê çarçoveyê de bi balyozê Belçîkayê Marc Pecsteen de Buytswerve yê ku Nûnerê Daîmî yê Konferansa Bêçekbûnê ya Cenevreyê, Neteweyên Yekbûyî ya Belçîkayê, Rêxistinên Navdewletî û DTO (Rêxistina Bazirganiya Cîhanî) yê re hevdîtin hat kirin.

Şandeya ku di nav de Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê (CDK-GE) Îbrahîm Yuksel, li ser navê Têkiliyên Derve Ramazan Baytar û li ser navê Komuna Jinan a Sema Yuce Tuba Yilmaz pêk dihat, bi Nûnerê Daîmî yê Belçîkayê re hevdîtin pêk. Di hevdîtinê de bertek û hesasiyeta civaka Kurd a li hemberî êrîşa li ser çapemeniya Kurd hat vegotin.

Marc Pecsteen de Buytswer diyar kir ku haya wan ji hesasiyetên gelê Kurd heye û got ku serdegirtin li ser daxwaza daraza Fransayê pêk hatiye. Marc Pecsteen de Buytswerve diyar kir ku daraza Belçîkayê serbixwe ye û got, "Serdegirtin û geşedan ji derveyî hikûmet û daraza Belçîkayê pêk hatin."

Di hevdîtinê de hat gotin ku hem êrîşên dagirkeriyê yên li ser Metîna û hem jî êrîşên hemwext ên li ser çapemenî û saziyên Kurdan ên li Tirkiye, Fransa û Belçîkayê hatin kirin bi hev ve girêdayîne û hat destnîşankirin ku ev serdegirtin ji bo civaka Kurd rewşeke nayê qebûlkirin.”

Piştî hevdîtinê şandeyê çelenga reş danîn ber nûnertiyê.