Li Şehba û Şedadê êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin

Li Şehba û Şedadê êrîşên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê bi meş û daxuyaniyan atin protestokirin û berxwedana gerîla hate silavkirin.

BERTEKÊN LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çalakiyên cuda de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û diyar kir ku gerîla li çiyayên Kurdistanê destanên lehengiyê dinivîsin.

Artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya PDKˊê di 16ˊê Nîsanê de dest bi êrîşeke dijwar li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê kiriye, li hember wan êrîşan bertekên gel û bangên têkbirina wan êrîşan zêde dibin.

HESEKÊ

Di vê çarçoveyê de xelkê navçeya Şedadê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê meşek li dar xist. Meş ji pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir û ber bi Parka Rêber Abdullah Ocalan ve kete rê. Li wir endama rêvebera Kongra Star a navçeya Erîşa Hena El Sehal êrîşên dewleta Tirk a dagirker û tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û banga bidawîkirina van êrîşên li dijî urf û qanûnên navneteweyî ne, kir.

Endamê rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Uwde El Hisên axivî û got: "Em êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî hêzên gerîla ku destanên leheniyê li çiyayên Kurdistanê dinivîsin, şermezar dikin."

El Hisên wiha domand: "Armanca dagirkeriyê ji van êrîşan ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibe û Osmaniyê vegerîne."

Meş bi dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd” bi dawî bû.

ŞEHBA

Partiyên siyasî yên li kantona Efrîn û Şehba li navçeya Ehdasê der barê şermezarkirina êrişan de daxuyaniyek da. Endamê Yekitiya Demokratan Welîd Dîngilî û endama Desteya Perwerdê û Fêrkirinê Xemlîn Reşîd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrîş hatin şermezarkirin û hat got rejîma Tirkiyeyê di dijminatiya dewletên cîran de bi armanca têkbirina ewlehî û îstîqrariyê de dewam dike û êrîşên dawîn ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê tolhildana têkçûyîna wê di hilbijartinên şaredariyan de ye û rûyê rasteqîn a PKDˊê û tevkariya wê bi dagirkeriyê re nîşan dide.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin divê li hember van êrîşan were sekinandin û bang li gelê Iraqê hat kirin ku li hember PDKˊê rabe.