NÛ BÛ

CPT carek din tecrîda li Îmraliyê paşguh kir

CPT di rapora xwe ya salane de cih neda Îmraliyê, Sekreterê Rêveber ê CPT Hûgh Chetwynd, ji rewşa Îmraliyê rayedarên Tirk berpirsyar dît û got: “Yê ku biryarê bide bê rapor kengî bê weşandin, rayedarên Tirk in.”

Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) rapora xwe ya salane li Parlamenta Ewropayê ya li Brukselê eşkere kir.

Di civîna çapemeniyê de nûçegihanê Stêrk TV’yê têkildarî Îmraliyê pirsek kir. Li ser vê yekê Sekreterê Giştî yê CPT Hûgh Chetwynd bersiveke şênber neda û ji vê rewşê rayedarên Tirk berpirsyar dît.

Chetwynd anî ziman ku gava ku ew serdana Tirkiyeyê dikin, li ser van pirsgirêkan bi rayedarên Tirk re dikevin nava diyalogê û got: “Ev yek diyalogeke taybet (veşartî) ye. Mijareke ku komîte bi baldarî li ser disekine. Me dixwest rapora xwe ya têkildarî serdana xwe ya sala 2022'an de eşkere bikin. Yê ku biryarê bide bê rapor kengî bê weşandin, rayedarên Tirk in. Mijareke ku em ji nêz ve dişopînin e. Hefteya derbasbûyî komîteya me bi parêzerên Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Mijareke ku bala me li ser e. Dema ku me guncaw dît, serdana me ya têkildarî vê pirsgirêkê wê pêk were.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku CPT'yê rapora xwe ya têkildarî serdana li Îmraliyê ya sala 2022'an eşkere nekiriye. Her wiha di Sibata 2024'an de çû Tirkiyeyê lê serdana Îmraliyê nekiribû. Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetirî sê sal in agahî nayên girtin. Serlêdanên parêzeran û malbatê yên heftane tên kirin jî bêbersiv tên hiştin.

Ji bo bidawîkirina tecrîdê û misogerkirina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîneke bênavber tê meşandin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên dewleta Tirk ji bo 'Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd' ji 27'ê Mijdara 2023'an ve di çalakiyê de ne. Xizmên girtiyan jî bi mehan e di çalakiya nobedê de ne.