BI DÎMEN

Paûl Karavanagh: Abdullah Ocalan hêvî ye

Ji rêveberên Martîn Mc Gûînnes Paece Foûndatîon Paûl Karavanagh diyar kir ku aqlê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehê nîne û got, "Bi nivîs û teoriya xwe lîderiyê dike. Dibe hêvî."

HEVPEYVÎNA BI PAÛL KARAVANAGH RE

Paûl Karavanahg ku weke şêwirmendê Otorîteya Perwerdeyê ya Bakurê Îrlandayê dixebite got, "Girtîgeh di mejiyê mirovan de ye" û wiha dewam kir, "Eger di mejî de hûn girtî bin, hingî hûn girtî ne. Eşkere ye ku mejiyê Abdullah Ocalan girtî nîne. Ew bernameyeke siyasî destnîşan dike."

Paûl Karavanahg piştî ku sala 1981'ê hate girtin 5 caran cezayê girtîgehê lê hate birîn. Bi peymana navbera Komara Îrlanda û Qraliyeta Yekbûyî de ku 10'ê Nîsana 1998'an hate îmzekirin û weke peymana 'În a bi xêr' dihate naskirin, hate berdan. Paûl Karavanagh anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in bi rengekî fîzîkî li Îmraliyê girtî ye û got, "Tecrûbeya her kesî ya li girtîgehê cuda ye. Min digot, girtîgeh di mejiyê mirovan de ye. Eger mejiyê we girtî be, hûn jî girtî ne. Eşkere ye ku aqlê Abdullah Ocalan li girtîgehê nîne. Bernameyeke siyasî bi şênberî nîşan dide. Bernameyeke siyasî ya ku mirov dipejirînin. Ev yek di asta jiyanî de girîng e."

JI FIKRÊN ABDULLAH OCALAN DITIRSIN

Paûl Karavanagh diya rkir ku Serokkomarê Tirk Erdogan di hilbijartinên dawî de gelekî kêm kir, hewldana li Wanê jî li bin guhê berxwedana gel ket û got, "Dibe ku weke serketineke biçûk bê dîtin, lê belê her serketineke biçûk gavek ber bi têkçûna Erdogan e. Lîderê gelê Kurd li girtîgehê ye, lê belê aqlê wî li girtîgehê nîne. Bi nivîsên xwe, bi teoriya xwe hîn jî lîderiyê dike. Heta ku ew sax be wê jê bitirsin. Ji ber fikrên wî ew girtin. Tişta ku herî zêde jê ditirsin fikrê wî ye, lê belê fikrê wî niha pêşengiyê ji guhertinê re dike. Mîna ku di hilbijartinê de hate dîtin. Ji bo mirovan dibe hêvî. Li girtîgehê jî dibe hêvî. Bi dîtina min tiştek mîna hêviyê nîne. Tiştek ji hêviyê bêhtir xurt nîne."

ZANE BÊ ÇI DIXWAZE

Paûl Karavanagh anî ziman ku Abdullah Ocalan lîderekî neteweyî ye, xwedî tecrûbeyeke hevdîtinên aştiyê ye û got, "Ji pêvajoya danûstandinan fêhm dike, zane bê çi dixwaze. Zasne ku encama lê digere çi ye û çawa dikare xwe bigihîne wê derê. Wê bi hêsanî nebe. Rêya ber bi danûstandinan ve, dawiya dawî ew dikare biryarê bide, lê belê wî xetek diyar kiriye. Yên ku dane ser şopa wî bi vê zanin. Wê ji xwe re bibêjin, eger Abdullah Ocalan bûya wê çi bikira? Yanî ew ê vê diyar bike. Wê nifşê nû jî bi rê ve bibe, wê pêşengiyê ji nifşê nû re bike, heta azadî pêk were wê pêşengiyê ji nifşan re bike."