Komkujiya Parîsê di salvegera 12'emîn de ye: Fransa çi vedişêre?

Di ser Komkujiya Parîsê de 12 sal derbas bûn, ku yek jê ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz 3 şoreşgerên Kurd hatin qetilkirin. Lê belê hîn jî edalet bi cih nehatiye anîn. Dosya lêpirsînê li 'sira dewletê' aliqî ye.

Li navenda Parîsê, li Navenda Enformasyona Kurdistanê ya ku li herêman Strasbourg Saint Denisê bû, beriya 12 salan komkujiyeke giran hate kirin. Di 9'ê Çileya 2013'an de yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Parîsê ya KNK'ê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) bi sê fîşekên berdabûn serê wan, hatin qetilkirin.

Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Manuel Valls çû cihê komkujiyê û got, "Ev yek bûyereke cidî ye û ji ber vê yekê ez li vir im." Valls bi dewamî got, "Ev bûyer nayê qebûlkirin. Lêpirsînê hînê nû destpê kiriye û di bin erka dozgeriyê de ye. Ji bo ronîkirina vê bûyera ku bi ti awayî nayê qebûlkirin, hemû yekîneyên me hatine seferberkirin."

HOLLANDE: OPERASYONA DEWLETA TIRK BÛ

Piştre Serokkomarê wê demê François Hollande daxuyanî da û got, "Ev tiştekî metirsîdar e. Bandoreke yekser li sê kesan dike. Yek ji wan kesek bû ku min û gelek siyasetmedaran ew ji nêz ve nas dikir, ji ber ku bi rêk û pêk dihat hevdîtina me." Hollande bi vê gotinê qala Fîdan Dogan dikir. Fîdan Dogan di çarçoveya danûstandinên dîplomatîk de bi Hollande re ku hingî serokê Partiya Sosyalîst bû, hevdîtin kiribû.

Piştî 11 salan di Gulana 2024'an de Hollande li kampusa Zanîngeha Bretagne Sud a li bajarê Lorientê di konferansa li ser parastina Ewropayê de ku 300 xwendekar amade bû, qebûl kir ku komkujî operasyoneke dewleta Tirk bû. Li ser pirsa xwendekarekî Kurd, Hollande anî ziman ku ji destwerdana dewleta Tirk wêdetir rewşek bû û got, "Ev rewşa gelekî cidî operasyoneke ku em baş nizanin bê kîjan qedemeya dewleta Tirk biryar li ser daye. Ji ber ku di qetilkirina Kurdeke ku li Fransayê xwedî kesayeteke xurt bû, eşkere ye ku destwerdana operatoran heye."

Hollande bi vê gotinê jî bal kişand ser yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz û got, "Ev yek bi rastî jî destwerdana dewleteke biyanî ye ku endamê NATO'yê ye û berendamê Yekîtiya Ewropayê ye."

12 sal di ser re derbas bûn. Hollande weke parlamenterekî careke din li meclîsê ye. Manuel Valls jî di hikumeta nû ya li Fransayê de weke Wezîrê Herêmên li nava Deryayê hatiye wezîfedarkirin. Sozên ku wê demê ji bo ronîkirina rastiyan û bicihanîna edaletê dabûn, di nava salan de hatin jibîrkirin.

BELGEYÊN KU EŞKERE BÛN

Lêpirsîn niha di kîjan astê de ye, li ku derê xitimî ye û li gel gelek belgeyên şênber jî çima bi pêş ve naçe?

Belgeyên ku bi şênberî berpirsyariya MÎT'ê ya di komkujiyê de radixin pêş çavan, di nava dosya lêpirsînê de hene. Di nava van de bi taybetî qeyda deng a ku qala plana sûîqestê dike û belgeyeke bi mohra 'veşartî' ya fermana sûîqestê daye û gotinên şahidan hene.

- Di 12'ê Çileya 2014'an de qeydeke deng derkete holê ku tê de tetîkkêj Omer Guney û wezîfedarê MÎT'ê planên sûîqestê nîqaş dikirin. Ev hevdîtin di destpêka Cotmeha 2012'an de yanî çend meh beriya komkujiyê hatibû kirin.

14'ê Çileya 2014'an belgeyeke veşartî li medyayê hate belavkirin. Di belgeyê de Omer Guney weke 'Çavkanî' dihate pênasekirin. Di belgeyê de ku fermana sûîqestê hate dayin, li ser wê mohra rayedaryên MÎT'ê hebû.

Çend roj beriya eşkerebûna van herdu belgeyan, di 4'ê Çileya 2014'an de Omer Guney li benda du mêvanên xwe yên ji Elmanyayê bû: Rûhî S. û Umît S. Li gorî îdîanameya têkildarî komkujiyê, bersûcê bi gotinên veşartî ji hevalên xwe dixwest bi MÎT'ê re hevdîtinê bikin û ji bo plana revê çekê peyda bikin. Lêpirsîneran li vê hevdîtinê guhdarî kirin û plana revê kifş kirin.

Omer Guney di 17'ê Kanûna 2016'an de ku hingî 34 salî bû ji hişka ve li gel sirên xwe 'mir'. Mehek mabû ku doza li hemberî wî destpê bike. Diviyabû doz di meha Kanûnê de bihata destpêkirin, lê belê ji ber hin sedemê ku raya giştî pê nizanibû, destpêkirina dozê ji bo 23'ê Çileya 2017'an hate taloqkirin. Bi mirina bi guman a Omer Guney re doz di pratîkê de bi dawî bû.

MIKURHATINÊN WEZÎFEDARÊN MÎT'Ê

Piştre gelek belgeyên din jî eşkere bûn û li Fransayê yekemcar organeke edlî di bûyereke bi vî rengî de servîseke îstîxbaratê ya biyanî bi rengekî fermî tewanbar kir. Malbatan di sala 2017'an de xwestin ku lêpirsîn dewam bike. Serlêdana destpêkê bi belgeyên nû re pêşkêşî Dozgeriya Parîsê hate kirin. Di bihara heman salê de di çarçoveya 'kuştinên terorîstî û rêxistiniya terorîstî' de pêşlêpirsînekê destpê kir.

Piştî salekê di 12'ê Adara 2018'an de malbatan careke din serlêdan kirin û hêmanên ku teza 'Operasyoneke ji aliyê servîsa veşartî ya Tirk ve bi hesasiyet hate plankirin' xurt dikin, pêşkêşî Dozgeriya Parîsê kirin. Bi agahî û belgeyên li ser torên dewleta Tirk ên li Ewropayê re dosyayê ji nû ve destpê kir.

Di nava belgeyên nû de yên hatin pêşkêşkirin, mikurhatinên du wezîfedarên MÎT'ê jî hebûn ku di 10'ê Çileya 2018'an de ji aliyê ANF'ê ve hatin weşandin. Ev wezîfedarên MÎT'ê di 4'ê Tebaxa 2017'an de di operasyoneke taybet a PKK'ê de hatibûn girtin. Yên ku hatin girtin berpirsyarê operasyonên derveyî welat ku yekîneya herî stratejîk a MÎT'ê ye Erhan Pekçetîn û serokê çavkaniyên mirovan Aydin Gunel bûn.

Bi van mikurhatinan re di belgeya veşartî ya ku 14'ê Çileya 2014'an eşkere bû, hate tespîtkirin ku nav û erka rayedarên MÎT'ê yên ku mohra xwe li binê wê belgeyê hebû bi vî rengî bûn:

- Ûgûr Kaan Ayik: Dema ku mikurhatin dihate kirin, Serokê Karên Taybet bû. Li gorî mikurhatinên Aydin Gunel dedma ku înfaz hate kirin Serokê Daîreya Karên Cihêkariya Etnîkî ya Derveyî Welat (DBF) bû.

- Ogûz Yuret: Sala 2018'an Serokê Daîreya Herêma Wanê bû. Di sala 2013'an de jî weke Midûrê Şaxê ji Operasyonan Berpirsyar wezîfe dikir.

Sabahattîn Asal: Di asla 2018'an de Alîkarê Musteşarê Îstîxbaratê yê Stratejîk bû. Sala 2013'an Alîkarê Serokê Karên Cihêkariya Entîkî bû.

MILÊ RASTÊ YÊ FÎDAN: SABAHATTÎN ASAL

Di nava van de bi taybetî navê Sabahattîn Asal derdikeve pêş. Tê gotin, Asal yek ji wan kesan bû ku tevlî hevdîtinên li Osloyê bû. Hate ragihandin ku vî kesî di hevdîtinan de xwe weke 'Ozan' dabû naskirin. Di pritûka '2005-2015 Hevdîtinên Tirkiye-PKK' ya rojnamevan-nivîskar Amed Dîcle de navê vî kesî derbas dibe. Li gorî pirtûkê Ozan di 3'ê Tîrmeha 2008'an de ji hevdîtina destpêkê ya li Cenevreyê heta bi civîna herî dawî ya 5'ê Tîrmeha 2011'an a di çarçoveya danûstandinên Osloyê de hate kirin, beşdarî hemû civînan bû.

Çavkaniyên Kurd ên nêzî van civînan digotin, dengê yek ji kesên ku di qeyda dng a 12'ê Çileya 2014'an de hate belavkirin û plana sûîqestê bi Omer Guney re nîqaş dikir, dişibe dengê Ozan. Sabahattîn Asal weke milê rast ê Hakan Fîdan tê dîtin ku niha Wezîrê Karên Derve ye û wê demê serokê MÎT'ê bû.

Rayedarê MÎT'ê Erhan Pekçetîn anî ziman ku ew kesên di qeyda deng a 12'ê Çileya 2014'an de eşkere bû nas dike, ev hevdîtin li Enqereyê li Otelekê hate kirin, mikur hatibû ku bileta balafirê ya Omer Guney li acentayeke li Yenîmahalle ya ser bi MÎT'ê ve hate peydakirin. Li gorî Pekçetîn; kuştineke bi vî rengî ya hesas beyî destûra Serokkomarê Tirk Reccep Tayyîp Erdogan nekarî bihata kirin.

ŞOPA HEWLDANA SÛÎQESTÊ YA LI BRUKSELÊ BER BI PARÎSÊ VE

Her wiha di dozeke li dadgehên Belçîkayê de komkujiya Parîsê careke din ketibû rojevê. Di dosya dozê de têkiliya navbera Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê yê li Fransayê Îsmaîl Hakki Mûsa û tîma ku li Brukselê amadekariya sûîqesta li dijî rêveberên siyasî yên Kurd dikirin, eşkere bûbû. Her wiha gumanên cidî hebû ku ev tîma sûîqestê di komkujiya li Parîse de xwedî rol bû.

Îsmaîl Hakki Mûsa dema ku li Parîsê komkujî hate kirin, navê duyemîn ê MÎT'ê bû. Bi qasî şeş mehan piştî ku Îsmaîl Hakki MÛsa weke sefîrê bilind li Parîsê hate wezîfedarkirin, Omer Guney bi rengekî bi guman mir. Di dosyayê de ku qeydên deng ên axaftinê bi telefonê hene ku tîma sûîqestê rola xwe ya di komkujiya 2013'an de nîşan didin.

Doza li Brukselê têkildarî hewldana sûîqestê ya sala 2017'an a li dijî Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal û Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar dihate meşandin. Dadgeha Temyîzê ya Belçîkayê di çaryeka destpêkê ya sala 2024'an de biryara mehkûmiyetê di vê dozê de da. Di dozê de Yakûp Koç û Zekeriya ÇelîkbÎlek jî di nav de çar kes dihatin darizandin. Li Koç û Çelîkbîlek pênc sal li her yekî ji wan hate birîn. Tê texmînkirin ku şefê tîma sûîqestê Yakûp Koç reviya Tirkiyeyê. Li gorî agahiyên dawî Zekeriya Çelîkbîlek jî li Fransayê bi rengekî serbest digere. Fransa li gel ku gelek aktîvîstên Kurd bi rîska girtin û êşkenceyê radestî dewleta Tirk dike, dest nade Çelîkbîlek.

Çawa ku rola MÎT'ê di komkujiya Parîsê de eşkere bû, wêneyên Zekeriya Çelîkbîlek û Yakûp Koç ên dema hevdîtina bi rayedarên Tirk ên sereke re jî eşkere bûbûn. Hatibû tespîtkirin ku têkiliya vê tîma sûîqestê yekser bi Enqereyê, bi Qesra Serokkomariya Tirk re heye.

'SIRA DEWLETÊ' YA KU KOMKUJIYÊ DINIXUMÎNE

Li gel van agahî û belgeyan, her wiha daxwaza edaletê ya gelê Kurd jî doz nehate vekirin. Di rewşa heyî de tenê dosyayeke heye ku ji nû ve hatiye vekirin, lê belê ew jî hatiye rawestandin. Hinceta wê jî 'sira dewletê' ye. Sîstema edaletê ya Fransayê rakirina nepenîtiya parastinê ya têkildarî guhdarîkirina li telefonê ya sîxurên Tirk ên li Fransayê bi cih bûne red dike, ku guman ji wan tê kirin pêwendiya wan bi Komkujiya Parîsê re heye.

Servîsa Îstîxbarata Navxweyî ya Fransayê (DGSI) îdîa dike ku ev agahî 'sira dewletê' ye. Mîna gelek kuştinên siyasî yên din ên li xaka Fransayê hatin kirin, ronîkirina vê komkujiyê jî ji aliyê mekanîzmayên siyasî ve tê astengkirin. Lêpirsîner ji xwe bi ti awayî piştgiriyê ji dewleta Tirk nikarin werbigirin. Kurd û dostên xwe mîna ku salên derbasbûyî kirin, îsal jî bi xurtî daketin qadan, çalakî lidar xistin û dixwazin sira dewletê bê rakirin û berpirsyar bêne darizandin. Bi gotineke din, têkoşîna ji bo heqîqet û edaletê dewam dike.

DI KOMKUJIYA PARÎSÊ YA DUYEMÎN DE JÎ HEMAN AQLÊ DEWLETÊ!

'Aqlê dewletê' ku li pêşiya ronîkirina komkujiya sala 2013'an asteng e, piştî deh salan di dema komkujiya duyemîn a Parîsê de careke din kete dewrê ku di 23'ê Kanûna 2022'an de hate kirin. Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Evîn Goyî, welatparêz Abdurrahman Kizil û hunermend Mîr Perwer li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hatin qetilkirin.

Sîstema edalaetê ku li hemberî çalakiyeke şermezarkirinê ya Kurdan yekser dozgerên antî-terorê dixe nava liv û tevgerê, ev êrîşa terorîstî bi 'têgihiştina nijadperestî' nirxand. Di bûyera sûîqestê ya 2022'an de li gel ku bi zanebûn êrîş li ser Navenda Çanda Kurd hate kirin jî hate îdîakirin ku asta terorîstiyê ya êrîşê hîn nehatiye tespîtkirin. Civaka Kurd a Demokratîk a li Fransayê (CDK-F) û parêzerên malbatan dixwazin dozgerê antî terorê li vê dosyayê bê tayînkirin.