BI DÎMEN

Li Brukselê serhildana 1925’an bi awayekî piralî hate nîqaşkirin

Di rûniştina duyemîn a konferansekî navneteweyî ya li paytext Belçîka Brukselê de Serhildana Şêx Seîd ji dîroka fermî wêdetir bi awayekî piralî hate nîqaşkirin.

Moderatoriya rûniştina duyemîn a konferansê bi sernavê “Berxwedana Şêx Seîd (Tevgera 1925) ji aliyê Dr. Sedal Ulugan ve hate kirin. Di rûniştinê de ewil Erkdara Lêkolînê Kubra Sagir pêşkêşiya bi navê “Ji Serhildana Şêx Seîd re Nêrînekî Navneteweyî” kir.

Kubra Sagir diyar kir ku serdema 1908-1918 pêvajoyekî ku saziyên neteweyî yên Kurd dest bi pêşketinê kirin e ye û wiha got: “Di navbera bijarteyên Kurd ên li Stenbolê û rêberên olî yên li Kurdistanê de ferqek hebû. Dema di destpêkê de daxwazên çandî û aborî li pêş bûn, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn daxwazên serxwebûn û statiyê derketin pêş.”

Kubra Sagir anî ziman ku tevî ku di Peymana Sevrê de hinek maf hatin naskirin jî, Peymana Lozanê Kurdan ji hemû mafan bêpar hişt û ev rewş lêgerînên têkoşîna çekdarî afirand.

Kubra Sagir da zanîn ku serhildan bi dînamîkên herêmî pêş ket û got ku di arşîvên Îngilîz û Fransî de kêmbûna belgeyan jî ev yek piştrast dike.

Sagir diyar kir ku berovajî hewldana Tirkiyeyê ya nîşandana serhildanê wekî bi piştgiriya derve, belgeyên arşîvê yên demê vê îdiyayê vala derdixe. Sagir got ku Elmanya gazên jehrî firotine Tirkiyeyê, balafirên ku Fransayê dane hat bikaranîn û Îngilîstanê li dijî Kurdan helwestekî zelal girtiye.

Dîroknas-Nivîskar Mahmût Aktureklî jî di pêşkêşiya xwe ya bi sernavê “Doza Tevgera Şêx Seîd û Îtîrafên Serbaz Kasim” de destnîşan kir ku serhildan ji aliyê cemiyeta AZADÎ ve hatiye rêxistinkirin.

Şêx Seîd di gotinên xwe yên dadgehê de diyar kir ku serhildan ne tenê olî, di heman demê de leşkerî û dîplomatîk bû.

Aktureklî got ku îtîrafên Serbaz Kasim jî rola cemîyetê bi awayekî zelal derxistiye holê û bilêv kir ku girtenameyên dadgehê îşaret bi serhildanekî rêxistinkirî û plankirî dike.

Nivîskar-Dîroknas Tahsîn Sever jî anî ziman ku dewleta Tirk a piştî Osmaniyan hat avakirin li ser esasê “Tirkbûn” e û got ku Kurd li hemberî vê yekê ketina nava lêgerîna avakirina dewletê xwe. Sever diyar kir ku di vê çarçoveyê de Cemiyeta AZADÎ hat avakirin û got ku bi pêşengiya Miralay Xalid Begê Cibrî de, di xeta Mûş-Bedlisê de piştî şerê li dijî Rusan, li ser bingeha nasnameya Kurd beralî rêxistinbûnê bûye. Sever diyar kir ku Xalîd Beg bi taybet piştî civînên xwe yên bi eşîretên Kurdên Elewî re ji erk hatiye girtin û sirgûnê Erzîromê hatiye kirin û destnîşan kir ku sedema vê jî xebatên li ser bingeha netewperestiya Kurd e.

Nivîskar Felat Ozsoy jî di pêşkêşiya xwe de geşedanên li qadê nirxand û rola Şêx Seîd a di amadekariyên serhildanê de û pêvajoya belavbûna serhildanê li herêmê bi şahidên herêmî re ragihand. Ozsoy îşaret kir ku berxwedan ji aliyê gel ve bi xurt hatiye pêşwazîkirin û destnîşan kir ku tevger ne tenê di aliyê olî de di heman demê de bi daxwazên siyasî û neteweyî derketiye pêş.

Herî dawî Lêkolîner-Nivîskar Salih Cemal di pêşkêşiya xwe ya bi navê “Asta Derve ya Tevgera 1925” de belgeyên arşîvê yên Ingilîz û Fransî nirxand. Cemal destnîşan kir ku nûçeyên çapemeniya derve serhildanê çawa pêşkêş kiriye û di raya giştî ya navneteweyî de bandorekî çawa afirandiye.