Evîn a ku bû Hebûna Kurdistanê

Evîn, evîndara Kurdistana azad! Meşa te ya azadiyê te ber bi çiyayên Kurdistanê ve bir. Te navê Hebûn Argeş li xwe kir. Te dixwest hebûna te bibe azadiya Kurdistanê û her tim azad bijî.

Salên 1994’an ji bo têkoşîna Azadiya Kurdistanê girîng bû. Di wan salan de şerê azadiyê li Kurdistan û Tirkiyeyê pêl bi pêl belav dibû. 

Te çavên xwe di nav vê têkoşînê de li dinyayê vekir ku 1’ê Adara 1994 bû. Meha Newrozê bû. Tu keçika Newrozê bûy. Te reng û bêhna xwe ji Newrozê girt. Tu bûy Evîna Newrozê. Newroz bû evîna te.

Tu di nava Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de mezin bûyî. Zarokên demsalên te bi pêlîstokên xwe dilistîn, lê te bi dewa diya xwe digirt û tevlî çalakiyan dibûy. Çalakî bibû şêwazê jiyanê ji bo te. Tu di her warê jiyana xwe de di nava çalakî û têkoşînekê de bûyî. 

Tu ji bo diya xwe evînek bû û diya te navê Evîn li te kir. Di wan salan de pir zehmet bû hilgirtina navên Kurdî. Dagirkerên welatê me nexwestin navê “Evîn” li nasnameya te binivisînin. Lê diya te jineke têkoşêr bû û hê di wan salan de navê “Evîn” bi awayeke fermî li nasnameya te da nivîsandin. Ma diya te ne ew kes bû ku navên Hêvîdar, Mazlûm û Mizgîn li nasnameyên xwişk û birayên te dabû nivîsandin. Ma ne xwîna ew dayika têkoşer bû di nav damarên te de diherikî. 

Piştî salên dirêj diya te di roportajekê de wiha gotibû: “Min zarokên xwe li pişta xwe dikir û ez diçûm çalakiyan. Zarokekî min li ber sînga min û yek jî di destê min de bû. Heke tu jin bî zehmettir e. Lê tu çareya me ya din tune bû.” 

LI WELATÊ BINDEST AZADIYA JINÊ NÎNE

Erê, te çavên xwe di nava vê têkoşînê li Stenbolê de vekir û tu di nava vê têkoşînê de, li qadên çalakiyan mezin bûyî. Tu bi çîrokên şoreşgerî mezin bûyî. Ne tenê çîrok, tu hê zarok bûy te dit çawa tîmên taybet avêtin ser mala we û bavê te birin bi rojan êşkence lê kirin. 

Xeyalên te hebûn. Xeyalên ku te ji hemsalên te cûda dikirin. Te hê di wan salan de, li gel temenê xwe yê pir ciwan fêhmkiribû, li welatekî bindest azadiya jinê jî nîne. Jin her mehkûmî êş û azaran e. Mehkûmî bindestiyê ne. Hem bindestê zordaran e, hem jî bindestê mêran e. Te serî rakir. Te dixwest weke jineke azad, weke Kurdeke azad, her tim bi azad bijî. 

XEYALA TE JIYANEK AZAD BÛ
 
Tu di nava êş û janên Kurdistana bindest de li metropolên Tirkiyeyê mezin bûyî. Xeyala te li çiyayên Kurdistanê bûyina jineke azad bû. Tu bi xeyala rojekî bibî gerîla û ji bo gelê xwe têbikoşî mezin bûyî.

Di temenê xwe yê ciwan de, te her awayê zordestî û hovitiya polîsan dit. Tu hatî binçavkirin, hatî girtin û di zindanan de mayî, te her cûreyê heqaret û lêdana polîsan dît. Ev yek bû sedem ku evîna te ya azadiyê hê gurtir bibe. 

Herî dawî, wexta tu ber bi çiyayên Kurdistanê ku ev bi salan bû tu bi hêviya hembêzkirina wan dijiya, hatî girtin. Te ceza kirin. Hewl dan evîna azadiyê ya di dilê te bikujin. Hewl dan te bitirsînin. Hewl dan te ji rêya te bikin. Lê negihîştin armanca xwe. Her derbeya jopê ya ku li bedena te ya nazîk dixistin, bawerî û nefreta te zêdetir dikir. Sal bû 2012. Ne jop, ne jî zindanên wan nekarî te ji rêya te bikin. Tu bi biryar bûy. Tu yê meşa xwe ya azadiyê dewam bikira. Meşa te ya azadiyê te ber bi çiyayên Kurdistanê ve bir.

BI EVÎNA ÇIYAYÊN AZAD MEZIN BÛ

Te navê Hebûn Argeş li xwe kir. Te dixwest hebûna te bibe azadiya Kurdistanê. Dilê te mîna agirek geş bû. Rawestgeha te ya dawî Xarpêt bû. Tu gihîştibû armanca xwe. Tu êdî li çiyayên Kurdistanê bûy ku tu bi evîna wê mezin bibûy. Tu hem kêfxweş, hem jî xemgîn bûy. Tu kêyfxweş bûy, ji ber ku tu li welatê xwe bûy. Tu xemgîn bûy, ji ber ku ji bo azadiya welatê xwe tu naçar mabûy çek û rext hilgirî. Tu li hemberî hemû hebûnên li vê dinyayê pir nazik û dilbirehm bû. Lê te zanîbû ew çek kîlîda azadiya welatê te ye. Rêyeke din ji te re nehiştibûn. Te li çiyayên Kurdistanê gelek şervanên azadiyê nasîn. Canda Welat, Delîl Botan û Serxwebûn Hanî hin ji wan bûn. 

Sal hê 2012 bû. Tu hê di destpêka meşa xwe ya azadiyê de bûy. Nûçeyeke nebixêr mina agirek ket dilê dayikan. Nûçeyê digot;  Li navçeya Aricak a Xarpêtê di navbera gerilayan û leşkerên Tirk de şer derket. Di encama vî şerî de di 2’ê Cotmehê qewimî de gerilayên bi nasnavên Canda Welat, Delîl Botan, Serxwebûn û Hebûn Argeş jiyana xwe ji dest dan.” 

GOVENDA AZADIYÊ BIGERANDA

Ma ev nûçe rast bû, ma dibû ku tu ew çend zû ji me veqetî. Ma ne me yê hê bi hev re li Kurdistana azad, li ser bircên Amedê govenda azadiyê bigeranda. Ma ne, me yê hê çîrokên azadiya Kurdistanê ji zarokan re vegota… 

Dilê min li ber devê min bû. Mîna ku şaştiyek hebe, mîna ku wê niha nûçeyeke din bê weşandin û wê ev nûçe bê derewandin. Te ji nişka ve biqirî û bibejî: “Bisekinin ez hê li vir im. Hê pir zû ye. Hê me welatê xwe azad nekiriye. Têkoşîna me dewam dike. Bêyî ku Kurdistan azad bibe, ji min re û ji hevalên min re mirin nîne.”

Na na na! Nabe! Mirin li te nayê. Jiyan û ken li wê rûyê te yê narîn û bedew tê. Kîjan benî-adem karî qêmîşî vê bedewî û delaliyê bike. Kî karî tetîka çeka xwe li vê bêgunehiyê bikşîne... 

Min careke din fêhm kir, jiyan ji me Kurdan re nîne. Li vî welatî qêmîşî her cûre bedewî û delaliyê dikin. Ma ne Ûgûr jî, Enes jî, Ceylan jî û bi sedanê mîna wan bi qasî te delal û bêguneh bûn. Ma ne ‘Kurdê herî baş Kurdê kuştî ye. 

18 SAL!

18 sal çi ye di jiyana mirovan de? 18 sal bû bedela azadiyê di jiyana te de. 18 sal bû têkoşîna azadiyê di jiyana te de. 18 sal bû hebûn û çîrokeke nemir di jiyana te de. Hê çiqas zû bû. Hê wêneyekî te jî tunebû di nav kincên gerîla de ku te bi salan hesreta wan kişandî. Tu hê têra dilê xwe negeriyabû li serê çiyayên bêhempa yên Kurdistanê. Niha li wêneyên te yên berê temaşe dikim. Nikarim li nava çavên te yên şîn mîna ezmanên Kurdistanê binêrim. Di nav wan de wenda dibim. Di nav wan de difetisim. Rondik ji çavên min diherikin. Dixwazim biqîrim, serî hildim. Ma êdî ne bes e? Ma ne gunehê van ciwanên hê roj nedîtî ye. Ma azadî ne heqê zarok û ciwanên me ye jî. Heta kengî em ê bên kuştin û neçar bimînin bikujin?

HER KES BI TE SERBILIND E

Serbilind be Evîna me, her  serbilind be. Tu nemirî di dilê me de. Te li pêy xwe baweriyeke mezin hîşt. Diya te, bavê te, xwişk û birayên te, hemû xizm û nas, gelê Kurd herkes bi te serbilind e. Diya te ya ku riya azadiyê şanî te kir, li ser riya te dimeşe. Ew jî weke her dayikên dil biêş yên şehîdan serbilind e û dibêje: “Keça min riya azadiyê hilbijart û di vê rêyê de canê xwe feda kir. Ji bo xeyalên wê pêk bên, em ê her têbikoşin.”  

Evîna me, tu bûyî Hebûna Kurdistanê. Tê her hebî û li asîmanên mîna çavên te şîn ên Kurdistanê de weke stêrkeke geş şewq bidî.