'Em di dema herî awarte ya dîroka xwe ya têkoşînê de ne'

Dûran Kalkan diyar kir ku têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti agahî nîne û got, "Em gel û tevger, di dema herî awarte ya dîroka xwe ya têkoşînê de ne." Kalkan bang kir: "Ji heft heta heftê salî rabin têkoşînê."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan tevlî Medya Haber TV bû û di 'Bernameya Taybet" de rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û helwesta CPT nirxand.

'JI ÎMRALIYÊ TI AGAHÎ NÎNE'

Kalkan destpêkê berxwedana li Îmraliyê û Rêberê Gelê Kurd bi rêzdarî silav kir û anî ziman ku ew di pêvajoyeke gelekî krîtîk û hesas de ne.

Dûran Kalkan işaret bi daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kir, ku gotibûn, li gorî agahiyên li ber destê wan di serdana CPT de ya li Îmraliyê hevdîtin bi Ocalan re nehatiye kirin. Di vê der barê de Kalkan got, "Bi daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê re rewş bêhtir eşkere bû. Rewş gelekî cidî ye. Piştî ku saziyeke weke CPT daxuyanî da û got, 'Ez çûm, min hevdîtin kir', agahiyeke bi vî rengî derkete holê ku ev yek rewşeke metirsîdar e. Agahiya li ser pêknehatina hevdîtinê, derewderxistina daxuyaniya 'me hevdîtin kir' a CPT, rewşeke welê ye ku dikare her tiştî ser û bin bike. Eger ev rast be, hingî rewşeke bi vî rengî metirsîdar e. Em nikarin ispat bikin ku rast e yan nerast e. Ya CPT wê vê eşkere bike, ya jî wê destûr bê dayin ku tavilê parêzer û malbat biçin Îmraliyê û hevdîtinê bikin. Heta ku ev nebe, wê li holê zelaliyek tune be. Eger bê pirsîn ku niha rewş çi ye; rewş ew e ku ti agahî nîne. Têkildarî Îmraliyê ti agahî nîne."

Dûran Kalkan destnîşan kir ku têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevrêyên wan ên li Îmraliyê dîlgirtî agahiyeke şênber teqez nîne û got, "Yanî ji bilî vê yekê tiştên têne gotin hemû şîrove ne. Wê demê rewş çi ye? Yanî ya metirsîdar jî ev e? Çawa dibe ku saziyek mîna CPT dibêje çûye, serdan kiriye, lê belê tê gotin ku ne bi vî rengî ye. Bala xwe bidin ser, her kes li orî berjewendiyên xwe tiştekî dibêje. Yanî hewl dide rewşa li Îmraliyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Di vê mijarê de rastî li holê nîne. Rewşeke şênber nîne. Têkildarî vê mijarê agahiyeke şênber a kesî nîne. Di asta malbat û parêzeran de jî rewşeke nediyar heye. Rêber Apo têkildarî rewşa xwe nikare tiştekî bibêje, lê mirovên din bi têra xwe diaxivin. Dinirxînin, şîrove dikin, dixwazin li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin. Ma ev dibe? Ji bo hevdîtinê rê nayê dayin. Çawa dikare di nava rewşeke bi vî rengî nediyar de bê hiştin?

'RÊBER APO YEKANE HÊZA AŞTIYÊ YE'

Ev rewşeke gelekî metirsîdar e. Di vê mijarê de dixwazin van xusûsan careke din destnîşan bikim. Ya yekemîn pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke cidî ye. Yên ku dibêjin; ez bi vê mijarê re eleqedar im, dixwazim li ser biaxivim, fikrê xwe bibêjim, tevkariya min heye, beriya her tiştî divê cidî bin."

Dûran Kalkan got, "Me gelek caran anîn ziman. Eger pirsgirêka Kurd wê bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin, eger wê aştî bê misogerkirin û li ser vê bingehê aştiya Kurd û Tirk pêk were, eger li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê wê mirovahî ber bi aştiyê ve biçe, bibe xwedî jiyaneke azad û demokratîk, yekane hêza ku kare vê bike Rêber Apo ye. Me ev yek sed carî got, em careke din dibêjin. Bila kes xwe nexapîne. Bila kes nebêje wekî din jî dibe."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku ya xuya dike ew e ku lîstikek tê lîstin û got, "Li şûna ku bi rengekî cidî ev derfetê çareseriyê bê bikaranîn, lîstik tê lîstin. Ji bo xatirê berjewendiyên erzan li pêş çavan lîstik têne lîstin. Ev yek metirsiyeke gelekî mezin e, di vir de bêcidiyeteke mezin heye. Ber bi encameke welê ve diçe ku dikare her kesî bişewitîne, bibe sedema qiyametê. Bila her kes bi rengekî aqilane tevbigere."

'ÎMRALI HER KESÎ ELEQEDAR DIKE'

Kalkan bi bîr xist ku 20 meh in bi ti awayî agahî ji Îmraliyê nayê wergirtin û got, "Têkildarî mijarê tiştek nediyar e. Ti agahî nîne. Gotinên têne bilêvkirin ti ji wan ne cihê baweriyê ne, rast nîne. Hemû spekulasyon e, şîrove ye, texmîn e. Yekane tişta rast ew e ku rewş nediyar e. Agahî nîne. Yanî hatiye girtin, qedexekirin. Lewma pirsgirêkên tenduristiyê û ewlekariyê gelekî cidî ne. Di vê mijarê de ti agahî nîne. Her tişt dikare bê gotin, her şîrove dikare bê kirin. Ji ber ku rewşeke welê ye ku li her tiştî vekirî ye. Metirsî di vê astê de ye. Lewma têkildarî mijarê divê her kes baldar be. Baldarî gelekî girîng e. Em gel û tevger, tevahiya civaka Kurd, mirovahiya demokratîk a li Tirkiye û Rojhilata Navîn, ji rewşa li Îmraliyê berpirsyar in. Ji Îmraliyê her kes berpirsyar e. Îmrali her kesî eleqedar dike."

'ŞERT E KU BI RENGEKÎ BÊNAVBER ÇALAKÎ BÊNE LIDARXISTIN'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku rewş gelekî cidî ye û got, "Em gel û tevger di demeke herî awarte ya dîroka xwe ya têkoşînê de ne. Wê demê bi rengekî seferberiyê divê em karibin li hemberî vê rewşê têbikoşin. Ji heft heta heftê salî bi rastî jî divê em rabin ser piyan. Ji bo xwedîderketina li Rêber Apo û parastinê, ji bo parastina hebûn û azadiya xwe, heta ku parêzer û malbat biçin Îmraliyê û ji Rêber Apo, ji girtiyên din ên li Îmraliyê agahiyeke şênber werbigirin, şert e ku bênavber çalakî bêne lidarxistin. Di vê mijarê de bang hatin kirin. Hin saziyan seferberî ragihandin. KCDK-E û saziyên mîna wan. Em tevlî van dibin. Gelek saziyan daxuyaniyên bi heman rengî dan. Hemû rast in, girîng in, bi wate ne, lê divê tenê di daxuyaniyê de nemînin. Nêzîkatiyeke lawaz divê li pêvajoyê neyê nîşandan. Piştî ku ev agahî belav bûn, nerazîbûneke bi vî rengî hate nîşandan. Divê em vê nerazîbûnê mezintir bikin, li çar aliyên Kurdistanê û cîhanê belav bikin. Ji heft heta heftê salî her Kurdek, jin, ciwan, zarok, extiyarên Kurd divê xwe berpirsyar bibînin. Divê li benda tiştekî nesekinin, li benda bangê, rêxistiniyê nemîne, xwe berpirsyar bibîne, xwe û derdora xwe bi rêxistin bike, bi xwe tevlî bibe, têkoşînê mezin bike. Ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo tenduristî û ewlekariya Rêber Apo, qet nebe ji bo wergirtina agahiyên şênber divê em têkoşîna xwe bênavber dewam bikin. Heta ku sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê bê parçekirin û Rêber Apo azad bibe bêguman divê em têkoşîna xwe bi rê û rêbazên cuda dewam bikin."