Du Ewropiyên dijminên Kurdan- I

Dema ku Holmer li Swêdê Gerînendeyê Giştî yê Swêdê û Rebmann jî li Elmanyaya Rojava Serdozgerê Federal bû, di cînayeta Palme de ‘nîşanên Kurdan’ a xeyalî ava kirin. Kurd bûn qurbaniyên reşkirin û darizandinan.

Dîrok 16’ê Hezîrana 1995’an.. Cih Stenbol… Di ‘Sempozyûma têkoşîna li dijî teror û sûcên organîze’ de gelek rayedarên dewleta Tirk ên wê demê û hiqûqnasên navdar ên di qada navneteweyî de li hev civiyabûn. Gerînendeyê Giştî yê Emniyetê Mehmet Agar, Waliyê Stenbolê Hayrî Kozakçioglû, musteşarê Wezareta Edaletê Vûral Savaş ê ku wê piştre bibe Serdozgerê Komarê yê Saziya Darizandinê jî tê de, gelek kes tevlî vê sempozyûmê bûbûn.

Ji Elmanya, Îngîltere û DYE’yê jî mêvan hatibûn. Mêvanê herî bi tecrube yê civînê jî Serdozgerê Federal ê berê Kûrt Rebmann bû. Sempozyûm sê rojan domîya. Di sempozyûmê de rayedarên dewleta Tirk di bin navê ‘têkoşîna li dijî terorê’ qala şerê li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurdan û tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyê dike. Axaftina destpêkê ji aliyê Agar tê kirin yê ku wê di salên 1990’î de navê wî bi şerê qirêj ê li Kurdistanê tê zanîn.

Rebmann jî di salên 1970’î de qala têkbirina Fraksiyona Artêşa Sor (RAF) a li Elmanyayê û têkbirina Andreas Baader ên rêhevalên wî yên li girtîgeha Stammheîmê dike. Rebmann heta sala 1977’an musteşarê taybet ê girtîgeha Stammheîmê bû, Wezareta Edaletê bi taybetî ew peywirdar kiribû. Piştî ku Sîegfrîed Bûback ji aliyê milîtên RAF’ê hate kuştin, Rebmann bûbû Serdozgerê Federal ê Elmanyaya Rojava û heta salên 1990’î jî ev peywir domandibû.

Dewleta Tirk sûd ji paragrafa 129’an a xala cezayê ya benda ‘a’yê wergirtibû ya ku Komara Elmanyaya Rojava li dijî RAF’ê ev xal çêkiribû. Dewleta Tirk ‘qanûnên antî terorê’ di sala 1991’an de bi navê ‘Qanûna Têkoşîna Terorê’ xistibû meriyetê. Di wê civînê de Rebmann gotibû, ‘Tirkiye di warê teror û sûcên din li gorî mafên mirovan tevdigere’ û xwestibû ku di vî warî de têkoşîneke etnîk were kirin. Rebman ji dosyeya ‘Darizandinên Dusseldorfê’ mînakan dide. Wî bi xwe ev dosyeya Dussedorfê amade kiribû. Rebmann qala têkoşînên li dijî rêxistinên ‘biyan’ ên wekî PKK’ê û yên xwecihî dike.

Rebmann gotina xwe ‘Ez dewlet im, tawîzê nadim, bazarê nakim’ ya di şerê li dijî RAF’ê de digot, di wê civîna Stenbolê de jî dubare dike, tiştên ku divê bikin yeko yeko ji rayedarên dewleta Tirk re qal dike. Axaftinên wê sempozyomê di sala 1996’an de ji nav weşanên Weqfa Ûmûtê bi navê ‘Têkoşîna li dijî teror û sûcên organîze’ tê weşandin. Rayedarên dewleta Tirk ji Kûrt Rebmann ê ku pêşengê ‘têkoşîna li dijî terorê’ ya Elmanyayê jî gelek tiştan hîn dibin.

Rebmann diyar dike ku dema wan ‘terorîst’ zeft kirin bila wekî di dosyeya Dusseldorê de wan PKK’yiyên ku girtibûn têxin qefesên cihê yên ji cam û bi vî awayî derxînin pêşberî dadger, heke hewce bike bila parêzer jî werin şopandin û guhdarîkirin, ji çalakgerê greva birçîbûnê re bibêjin ‘Em bi te re bazarê nakin, tu kes dengê te nabihîze, rîska te ya mirinê jî zêde dibe’ û bi vî awayî îradeya wî bişkînin. Rebmann ji wan re qala pergala hucreya yekkesî dike, Tirkiye jî piştre derbasî pergala girtîgehên tîpa F dibe.

PEYWIRA KU DANE REBMANN Û HOLMER…

Di salên 1990’î de ne bi tenê ji bo ku rê li ber dewleta Tirk xistiye, dema ku Rebmann 13 salan Serdozgerê Federal ê Elman bû jî, dewleta Tirk deyndarî Rebmann e. Kûrt Rebmann tevî Gerînendeyê Giştî yê Emniyetê yê Swêdê yê wê demê Hans Holmer jî di salên 1980’î de li Ewropayê di wadfa navneteweyî de, yek ji kesên pêşîn in ku mora ‘rêxistina terorê’ li PKK’ê dixin. Ev kes dibin dijminên Kurdan. Ev her du kes piştî kuştina Olof Palme ya di 28’ê Sibata 1986’an de, wê li dijî welatparêz û şoreşgerên Kurd ên li Swêd û Elmanyayê operasyonên girtinê bidin destpêkirin.

Hin taybetiyên hevpar ên Holmerê Swêdî û Rebmannê Elmanî hebû. Holmer jî wekî Rebmann di nav Gladîoyaya Ewropayê de bû û rika wî ji tevgerên sosyalîst diçû. Dema ku PKK’ê di 15’ê Tebaxa 1984’an de dest bi şerê çekdarî kir, Tevgera Azadiyê ya Kurdan jî tevî avadaniya kûr a NATO’yê bûbû hedefa Gladîoyê. Di wan salan de ji ber xebatên Kurdan ên siyasî, civakî û çandî yên li van welatan, Swêd û Elmanya derketibûn pêş. Ji ber vê jî Holmer û Rebmann bi taybetî hatibûn hilbijartin.

Her du kesan jî dizanibûn ku tu têkiliya Kurdan bi cînayeta li dijî Palme tune. Lê Holmer û Hebmann di wan salan de ji bo cînayeta li dijî Palme têxe stûyê Kurdan, tu tişt teqsîr nedikirin. Yek ji kesê ku di cînayeta Palme de dihat darizandin fermandarê HPG’ê Zulkul Palo bû. Palo di 12’ê Tîrmeha 2020’an de ji ANF’ê re axivîbû û diyar kiribû hevjîna Palme ji bo kujer gotibû ‘Dişibiya Îskandînavyiyan’ lê berevajî wê dihate xwestin ku vê wêneyê robot bişibînin Kurdan.

Di 34 salan de gelek agahî û belge derketin holê, hatiye xwestin cînayetê bi ‘nîşana Kurdan’ re têxin stûyê PKK’ê. Nivîskar û lêkolînerê Kurd Şoreş Reşî yê li Swêdê dijî, li ser vê meseleyê bi navê ‘Palme, PKK û Gladîo’ pirtûkek nivîsandibû. Reşî di vê pirtûkê de balê dikişîne ser vî tiştî ku beriya cînayeta Palme bi çend hefteyan li lokala polîsan a krîmînal a li Stockholmê çepgirên rastgir civînekê li dar dixin. Lê piştî cînayeta li ser Palme, Holmer navê vê civînê kiriye ‘Civîna PKK’ê. Reşî diyar dike ku rojeva vê civînê kuştina serokwezîr e û van agahiyan dide:

“Rojek beriya kuştina Palme şefê îstîxbarata Swêdê SAPO Sven Ake telefonî Hjalmroth Ebbe Carlson dike û dibêje ‘Bi Kurdan de problemeke me heye, ew planeke kuştinê dikin’ Piştre Ebbe û Holme diaxivîn û dixin stûyê Kurdan. Li gorî min ev şîfreyeke destpêkirinê ye.”

Li ser Holmer gumanên mezin hene ku ji serî ve ew hay ji plana sûîakstê heye. Pêvajoya krîmînalîzekirina Kurdan jî beriya cînayetê 2 salan, bi pêvajoya li Elmanyayê re dabû destpêkirin. Me ji nivîskarê Kurd Şoreş Reşî re rola Holmer a di wê pêvajoyê de, ‘Nîşanên Kurdan’a xeyalî, antîpropagadnaya li dijî PKK'ê’û têkiliyên MÎT-Gladîoyê pirsî.

‘BERIYA CÎNAYETÊ PKK WEKÎ SÛCDARAN AMADE KIRIN’

Di nîveka salên 1980’î de pêvajoya krîmînalîzekirinê ya li qada navneteweyî li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdan, çima tevî Elmanyayê bi Swêdê re jî hate destpêkirin?

Li gorî min pêvajoya krîmînalîzekirinê berê li Swêdê hate destpêkirin. Du aliyên vî tiştî hene, berê Palme, popularîteya Palme gelekî zêde ye, ya din jî Palme di qada navneteweyî de li dijî polîtîkaya DYE’yê (Vîetnam, Filîstin, Emerîkaya Başûr, Kurd û hwd.) tevdigere û wan teşhîr dike. Hewl dida pakteke sêyemîn ava bike. Palme li welatên Cîhana Sêyemîn wekî rizgarker dihate dîtin. Li dinyayê prestîjeke wî ya girîng hebû, wekî kevoka aştiyê dihate naskirin. Lê di hundir de jî wekî berdevkê komunîzmê dihate naskirin. Aliyê duyemîn, tevgera Kurdan, xwedî potansiyeleke mezin û îdelolojiyeke sosyalîst û bêyî parêzvan in (bi hêsanî dikarin werin sûcdarkirin). Ji ber vê jî pêvajoya krîmînalîzekirinê li Swêdê dest pê kir. Bi kuştina Palme re, xwestin îmaja Kurdan a ku li dinyayê pişta wê tê girtin û potansiyela wê heye, were tunekirin. Ji ber ku CÎA (An jî Gladîoya NATO)’yê li Rojhilata Navîn Kubayeke duyemîn nedixwestin.

Beriya cînayeta Palme gelo çima SAPO’yê dest bi xebatên reşkirina PKK’ê kir û îlan kir ku ew ‘terorîst’ e? Koma nêzî Naziyan a di nav SAPO’yê de ya ku we di pirtûka xwe de qala wê kiriye û Hans Holmer roleke çawa pêk anîn? Holmer jî wekî vê komê heyranê Hîtler bû?

Holmer zilamê CÎA’yê ye û di navbera SAPO û CÎA’yê de agahî dibir û dianî. Derbarê vî tiştî di destê me de belge tune, lê di wan deman de bi fermana CÎA di nav îstîxbarata Swêdê de yekîneyek taybet hate avakirin. Palme xwest vî tiştî belav bike lê bi ser neket. Bi şev dema ku Palme hate qetilkirin jî ev kom di nobetê de bûn. Ajovanê ambûlansê dema ku ji van kesan alarm tê, naçe cihê bûyerê. Beriya kuştinê reşkirina PKK’ê ji bo amadekirina raya giştî ya li derve û hundir bû. Ango sûcdar berê hate diyarkirin, veşartina belgeyan a piştî kuştinê û berevajîkirina hedefê hêsantir bû. Jixwe sûcdarek hebû. Di vir de Holmer roleke navendî bi cih anî. Piştî saetên pêşîn teza ‘PKKê kuşt’ derxistin pêş. Belgeyên rastîn veşartin, îfadeyên şahidan berevajî derxistin pêş. Wê şevê wî lîsteya polîsan û plan kiribû.

Holmer bi beralîkirina şaş re, PKK kir hedef û bi vî awayî kujer veşart. Holmer û koma xwe, heyranê CÎA’yê û dijminên Palme bûn.Ev jixwe di bin sîwana CÎA û Gladîo (Gladîoya NATO wê baştir be) têkiliyên wan bi MÎT’a Tirk, rêxistina îstîxbaratê ya Elmanyayê BND, îstîxbarata Îngîlîz û Mossadê re hebû. Ligel ku Palme ferma dabû, ‘Têkiliyên xwe yên bi CÎA’yê re qut bikin’ jî Holmer têkilî domandibû Bi kurtasî ne heyranên Hîtler, heyranê CÎA û Gladîo û dijminên sosyalîzmê bûn. Rêxistina Gladîoyê ya ‘Têkbirina hemû tevgerên komunîst ên li dinyayê’ (Wordl Antîkomunîst Leagûe, WACL) bû.

Gelo çima Hans Holmer dijminê Kurdan û PKK’ê ye? Gelo bi tenê danûstendina bi MÎT û Tirkiyeyê ye yan jî tu têkiliyên din hene?

Dijminatiya wan ji ber CÎA û îdeolojiya wan bû, ew dijminên sosyalîzmê bûn. Di heman demê de têkiliyên wan ên kûr bi dewleta Tirk re heye, ev tişt him yekser û him jî bi BND, CÎA û WACL’ê bû. Lê derneket holê. Ji ber ku tê zanîn MÎT bi belgeyê sixte SAPO, BND û CÎA’yê xurt dike. Têkiliya Holmer û SAPO jî bi BND’a Elmanyayê re jî heye. Karsazên li vê derê, ji ber têkiliyên wan ên ekonomîk ên Tirkiyeyê, li ser hikumetan zext dikirin. Bi qasî 20 salan têkiliya BND û SAPO’yê heye, belgeyên derbarê PKK’ê ji ser BND’ê dihat.

RAPORA ‘PIŞTÎ ME WÊ ELMANYA JÎ PKKÊ TERORÎST ÎLAN BIKE’

Dema ku cînayeta Palme xistin stûyê Kurdan, rola Palme çi bû? Di darizandin û lêpirsînên li Elmanyayê para Holmer heye?

Dema ku cînayeta Palme xistin stûyê Kurdan, rola mezin a Holmer e. Zemîna beriya cînayetê jî bi destê SAPO hate kirin. Di civîneke SAPO’yê de tê diyarkirin divê kopyayên hin belgeyan bidin hikumetê, lê serokê wê demê Per G. Vînge li dij derdikeve û dibêje dibe ku ev belge têkevin destê dijmin. Wî didin mehkemeyê. Şefê polîsan Carl Persson bi belgeyên sixte wî rizgar dike. Piştre Vînge îstîfa dike. Bi pêşniyaza Persson re Holmer dibe şefê SAPO. Holmer wekî demokratê sosyal bû. Palme jê dixwaze SAPO’yê paqij bike lê Holmer nake. Têkiliya SAPO ya bi Elmanyayê jî di dema Hîtler de dest pê dike. SAPO şoreşgerên Norwecê teslîmî îstîxbarata Naziyan Gestapo dike û piştre hemû tên kuştin.

Bêguman dema ku tevgera Kurdan terorîst îlan kirin, rola sereke ya Holmer bû. Dixwestin Kurdan serserî, kujer, esrarkêş û şîddetparêz nîşan bidin. Li Swêdê qanûna terorê (tê de tevdîrên gelekî tund hene) bi hikumetê dide qebûlkirin û rayeyên mezin dide SAPO’yê. Ez rola Holmer a di darizandinên Elmanyayê de nizanim. Lê koma Holmer a di nav SAPO de di 17’ê Îlona 1984’an de derbarê PKK’ê raporekê dide hikumetê. Di wê raporê de tê diyarkirin, ‘Heke Swêd PKK’ê wekî rêxistina terorê bibîne, wê Elmanya, piştre Îngîltere jî PKK’ê wisa diyar bikin’ Derbarê Holmer hindik agahî derketin pêş, li gorî min ji ber ku ew xebatkarê Gladîoyê bû, tiştên ku wî kirin derneketin holê.

ÇÎROKA KU WÊ PKK HUNERMENDA NAVDAR BIREVÎNE!

Beriya cînayeta Palme di sala 1983’an de îstîxbara Swêdê diyar kir ku wê PKK hunermenda navdar Carola Haggkvîst û hin zarokên dewlemendan birevîne. Gelo çima îstîxbaratê pêdivî bi tiştekî wisa dît?

Gelê Swêdê ji Carola hez dikin. Hunermernd kesên masûm in, ji ber vê jî xwestin PKK’ê wekî cinawir bidin nîşandan. Ji ber ku dewlemend jî wekî kesên Swêdê di pêş ve dibin tên dîtin. Kesên dewlemend têkiliyên wan ên bi dewleta Tirk re xurt bû. Dema ku ev tişt bi ser neket, ji xwe re li rêyên din geriyan. Jixwe piştre derket holê ku ev tişt ne lêkolînên medyayê ye, kadroya di nav SAPO’yê de ev tişt di rojnameyên nêzî xwe daye diyarkirin.

Piştî 34 sal şûnde dozger çend roj berê diyar kir ku kujerê Palme Stîg Engstrom e yê ku di sala 2000’an de miriye. Gelo kê Palme kuşt û ji bo çi kuşt?

Di kuştina Palme de du rêxistinên Glaîdo yên di nav NATO’yê de derdikevin pêş. Yek jê WACL ya din jî EAP (Partiya Karkeran a Ewropayê) WACl li her dera dinyayê, EAP jî li Ewropa û Emerîkayê xurt e. Beriya kuştina Palme rêveberên van rêxistinan bi SAPO’yê re e dicivin û biryara kuştina Palme didin. Yên kuştine ji SAPO’yê ne lê tê diyarkirin ku kesên di nav van rêxistinan de jî peywir stendine. Îxtîmal heye ku endamên Gladîo yên wekî Abdullah Çatli jî rol stendine.

EAP li Elmanyayê çalak e, li gorî texmînan wê demê 200 endamên wê hene. Weşana wan a li Elmanyayê Neûe Solîdarît e. Li gorî wan Wîlly Brandy şefê Gestapo ye, serokê Partiya Keskan a Elman Petra Kelly wekî Nazî diyar dikin. Ev kom Kelly û Palme di gerên wan ên di Emerîkayê de dişopînin. Dokumanên Palme yên li wê derê dizîn. Arno Hellenbroîct ê ku berpirsê Elmanya yê AEP’ê ye, birayê wî Herîbert di sala 1983’an de tînin ser Teşkîlata Parastina Destûta Bingehîn a ku saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê ye û heta sala 1985’an li ser wê peywirê ma.

SIBÊ:

Bi agahiyên Holmer re, di cînayeta Palme de ‘nîşanên Kurdan’ çawa domandin?

Operasyonên ku Rebmann di Sibata 1988’an de da destpêkirin…

Di dadgehên Dusseldorfê de ya ku çar salan domiya û mesrefa wê 8,5 milyon mark bû, kê kê didarizand?