Zêneb Qenber: Mafê Sûriyeyê li ser ava Firatê heye

Endama Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Zêneb Qenber li ser qutkirina ava Firatê axivî û diyar kir ku mafê Sûriyeyê li ser ava Firatê heye û bal kişand ser bêdengiya dewletên cîhanê.

Endama Rêveberiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Zêneb Qenber li ser siyaset û kiryarên dewleta Tirk a di nav xaka Sûriyeyê de û li ser qutkirina ava Firatê axivî. Qenber got “Dema ku rewşa siyasî di Sûriyeyê de bê nirxandin pir tiştên zelal tên xuyakirin. Sermesele li hemberî îradeya gel bêdengiya sazî û rêxistinên mafê mirovan dike. Bi taybet dema ku dewleta Tirk xwest di bihara gelan de xewn û xeyalên xwe yên Osmanî pêk bîne û bi vî tiştî re piştgirî da çeteyên Sûriyeyê û ev çete li dijî îradeya gelan bi kar anî. Pê re jî hikumeta Sûriyeyê bi ser gelên xwe çû.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Zêneb li ser siyaseta dewleta Tirk a li ser Sûriyeyê, qutkirina ava Firatê û bêdengiya hikumeta Sûriyeyê jî got ku “Hikumeta Tirkiyeyê dema ku di cihekî de tê şikandin her tim siyaseteke ji ya berê hovanetir dimeşîne. Ji ber vê jî Tirkiyeyê di destpêkê de Efrîn dagir kir, piştre Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Dewleta Tirk tu carî şerê xwe yê li dijî gelê Kurd nedaye sekinandin. Her tim gel qir kiriye. Bi darê zorê gel ji warên wan derxistiye lê dewleta Tirk her tim ji pergala Neteweya Demokratîk tirsiyaye. Ji ber ku gel piştgiriya vê projeyê dikir. Herî dawiyê dewleta Tirk hate asteke ku êdî nikaribe tehamulî berxwedanî û destkeftiya gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike, ji ber vê jî bi siyaseteke qirêj dest bi qutkirina avê kir. Ji mafê mirovan e ku li ser axa xwe bijî û sûdê ji avê bistîne. Lê tişta ku Tirkiye dike, tiştekî bê exlaq e. Bi plana xwe dixwaze avê ji ser gelên Sûriyeyê qut bike. Ji ber ku di warê çareseriyê de çavê her kesî li Bakur û Rojhilatê Firatê ye ku gelê Kurd pêşengtiya projeya Neteweya Demokratîk dike.”

Zêneb di dawiya axaftina xwe de bang kir û got “Em jî weke gelên Sûriyeyê dixwazin bi çand û dîroka xwe bijîn. Lê saziyên mafên mirovan wijdanê wan ne şiyar e, ji ber ku piştgiriya dewleta Tirk dikin. Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar dikin ku wê berxwedana me bidome. Em ji hemû cîhanê re dibêjin êdî bes e bila êdî şiyar bibin. Em dixwazin di sedsala 21’an de di nav jiyaneke aram de bijîn.”