Zelal Ceger: Gel PKK'ê weke vîna xwe dibîne

Hevseroka berê ya TEV-DEM'ê têkilî kampanyaya îmzeyan ku Înisiyatîfa Gel a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê beriya bi 2 mehan dayî destpêkirin, got, ''Gel PKK'ê weke vîna xwe, nûnerê xwe, hêza berevaniyê ya xwe dibînin.''

Zelal Ceger diyar kir gelên Rojava 1 milyon îmze dane ber xwe lê Înisiyatîfa Gel a Bakur -Rojhilatê Sûriyê hijmareke zêdetir daye ber xwe û got, ''Gel di nav 'lîsteya terorê' de bicihkirina PKK'ê weke ispata bêedaletiya hiqûqî dibînin. Her kes pê dizane ku ev biryar a dewleta Tirk e û dewletên Ewropayê jî kişandiye nav vê kemînê. Her kes pê dizane ku PKK bi felsefeya Rêber Apo çêbû û mezin bû. Di şerê Kobanê de li dijî çeteyên DAÎŞ'ê ji çiyayan xwe berdan nav bajaran û PKK li dijî van çeteyan şer kir. Her wiha gelê Şengalê parast. Ji ber vê jî gel gihaşte wê qinyatê ku li dijî PKK'ê bêadaletî tê kirin û ji bo ku gelê Kurd bigihije heqê xwe xwest ku ji lîsteyê were derxistin.''

Têkilî kampanyaya îmzeyan Ceger got gel bi coşî û moralekî geş tevlî kampanyayê dibe di serî de TEV-DEM, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan destek didin kampanyaya îmzeyan a ji bo ku PKK ji 'lîsteya terorê' were derxistin.

Ceger bi bîr xist ku kampanya ji hêla 'Insîyatîfa Navnetewî ya ji bo Kurdan' ve 5'e Mijdara 2021'an hatiye destpêkirin, bi pêşengiya 29 kesên siyasetmedar, nivîskar, feylezof, aktivîstên aştiyê, wekîl, hiqûqnas û hunermendan û got “Gelê Bakur-Rojhilatê Sûriyê jî bi dilgermî pêşwazî li kampanyayê kiriye, Insîyatîva Gel a Bakur-Rojhilatê Sûriyê jî ev pêngava ku li Ewropayê hatî destpêkirin daye ber çavan û li herêmê pêngav dane destpêkirin.”

Ceger bi bîr xist kampanya di meha Çile hatiye ragihandin, hedef ew bû ku 1 milyon îmze were komkirin lê rewşa ku derketî holê ew e ku gelê Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji milyonekê zêdetir îmze daye ber xwe.

Ceger got, ''Gel di nav 'lîsteya terorê' de bicihkirina PKK'ê weke ispata bêedaletiya hiqûqî dibînin. Her kes pê dizane ku ev biryar a dewleta Tirk e û dewletên Ewropayê jî kişandiye nav vê kemînê. Ji ber vê PKK ji bo berjewendiya dewleta Tirk ev 30 sal in di 'lîsteya terorê' de ye. Dewleta Tirk di bin gotina 'PKK terorîst e' ji aliyekî ve êrîşê tîne ser Bakurê Kurdistanê, ji aliyekî ve êrîşê tîne ser Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê. Li kû derê Kurdek hebe jê re terorîst dibêje û êrîşê dibe ser.''

Ceger bi berdewamî diyar kir ne tenê Kurd, Ereb, Tirk, Çeçen, Sûryan, Ermen jî xebatan dikin ji bo ku PKK ji nav lîsteyê were derxistin û got, ''Her kes pê dizane ku ev biryar a dewleta Tirk e û dewletên Ewropayê jî kişandiye nav vê kemînê. Her kes pê dizane ku PKK bi felsefeya Rêber Apo çêbû û mezin bû. Di şerê Kobanê de li dijî çeteyên DAÎŞ'ê ji çiyayan xwe berdan nav bajaran û PKK li dijî van çeteyan şer kir. Her wiha gelê Şengalê parast. Li Mexmûr, Hewlêrê ji bo gel seferberî ragihand û parastina gel kir. Ji ber vê jî gel gihaşte wê qinyatê ku li dijî PKK'ê bêadaletî tê kirin û ji bo ku gelê Kurd bigihije heqê xwe xwest ku ji lîsteyê were derxistin'' û hemû gelan PKK hembêz kiriye.

Ceger bi berdewamî diyar kir gel ji bo ku PKK ji nav lîsteyê were derxistin pir bihistyar bûye, bi asta jor tevlî kampanyayê bûne, bêyî dudilî tevlî kampanyayê bûne, kon danîne, stand hatine vekirin û çalakiyên Pirtûkxaneya Gerok hatine destpêkirin.

Ceger her wiha agahî da û got ji komunan bigirin heta bi meclîsan, kesên ku temenê xwe di ser 18 'an re bi dilê xwe tevlî kampanyayê bûne, her wiha gelek sazî, dezgeh, rêxistin û kesên navdar daxuyanî dane û destek dane pêngavê, rîspî bi asta herî bilind tevlê bûne û got, ''Helbet ev gav girîng Bûn. Tişta ku derketî holê gelê Bakur-Rojhilatê Sûriyê got, ne tenê 1 milyon îmze divê ji 2 milyonan zêdetir îmze bêne komkirin.''

Ceger diyar kir ew ê îmzeyên bidin saziyên mafê mirovan, Dadgeha Ewropayê û got, ''Gel PKK'ê vîna xwe, nûnerê xwe û parêzvanê xwe dibîne. Her wiha dizane ku ji bo azadiya gel bi sed hezaran şehÎd dane. Gel her wiha ji bo Rêber Apo, yekîtî û xwîşk û biratiya gelan, ji bo projeya Neteweya Demokratîk û azadiya gelan, ji bo ku qebûl nekin ku ev 24 sal in bi rengekî ne hiqûqî û dadmend li nav çar dîwaran têhiştin û ji bo ku PKK ji nav lîsteya terorê were derxistin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi coşî û moralekî geş tevlî kampanyayê dibin.''