Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger têkildarî êrişên hevdemî yên dewleta Tirk ên li ser Rojava-Şengal-Mexmûrê, armanca êrişan û ya divê bê kirin ji ANF'ê re axivî.
Zelal Ceger destnîşan kir ku êriş "pêngava tolhildana têkçûnê" ye û got, "Êrişên li ser Rojava, Şengal û Mexmûrê nîşan didin ku pêngava tolhildana têkçûna DAÎŞ'ê ye. Têkçûna DAÎŞ'ê tê weateya têkçûna Erdogan. Erdogan ê ku nekarî xwe li vê têkçûnê rabigire êrişên bi vî rengî dike. Her kes zane ku di pêvajoyeke wiha de êrişên hevdemî yên tênekirin plana hevpar a Erdogan-DAÎŞ'ê ye."
Zelal Ceger bal kişand ser helwesta hêzên navneteweyî ya li hemberî êrişan û got, "Ev êriş komployeke navneteweyî ye. Êriş ji nedîtî ve tên. Dixwazin bi rêya dewleta Tirk û DAÎŞ'ê planên xwe yên li ser Rojhilata Navîn pêk bînin. Naxwazin sîstema Rêveberiya Xweser dewam bike. Her kes ji nedîtî ve tê. Her kes li gorî berjewendiyên xwe tevdigere."
BANGA LI DIJÎ ÊRIŞAN
Zelal Ceger diyar kir ku Erdogan ê ku dixwaze li Tirkiyeyê desthilatdariya xwe dewam bike, piştî têkçûna DAÎŞ'ê ya li Hesekê ji nû ve dest bi êrişê kir û li dijî van êrişan bang kir:
"Bi rêya van êrişan dixwazin aramî û ewlehiya herêmê xera bikin û kaosê çêbikin. Divê gelê me li ser piyan be û li ber van êrişan rabe. Pêwîste gelê me nekeve vê xefikê. Diyar e ku dewleta Tirk wê sala 2022'an jî li dijî gelê me şerekî qirêj bimeşîne. Ne DAÎŞ, ne çeteyên wan, ne jî bi êrişên bi balafiran wê nikaribin gelê me bitirsînin. Eger li Hesekê gelê me; bi zarok, jin, extiyar, ciwan tevî hemû pêkhateyên xwe li ber êrişan rabû û li kêleka QSD-YPG-YPJ-Hêzên Ewlekariya Hundirîn sekinî, wê li dijî van êrişan jî heman helwestê nîşan bide. Berxwedana Hesekê nîşan da ku ti hêz nikare îradeya me û daxwaza me ya têkoşînê bişikîne."
Hevseroka TEV-DEM'ê Zelal Ceger got, "Divê gelê me yê li Kurdistanê li dijî hevkariya qirêj a dewleta Tirk û DAÎŞ'ê di nava yekîtiyê de bersivê bide. Bi azadî û demokrasiyê divê gel hemû rabin ser piyan. Akademîsyen, siyasetmedar û hwd. her beşên civakê divê li qadan bi gelan re li ber van êrişan rabin."