Li Stockholm, Koln û Aachenê berxwedana Rojava hate silavkirin
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Stockholm ê Swêdê û bajarên Koln û Aachen ên Elmanyayê berxwedana Rojava silav kirin û êrîşên dagirkeriyê protesto kirin.
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Stockholm ê Swêdê û bajarên Koln û Aachen ên Elmanyayê berxwedana Rojava silav kirin û êrîşên dagirkeriyê protesto kirin.
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Stockholm ê Swêdê li Qada Sergels Torg li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.
Di çalakiyê de dirûşmeyên “Kujer Erdogan”, Dewleta Tirk ji Rojava bicehime” hatin berzkirin û danezan hate xwendin. Berpirsê Karên Derve û Parlementerê Partiya Çep Hakan Svennelig di çalakiyê de axivî û wiha got: “Kurd li dijî DAÎŞ’ê ku bûne bela serê cîhanê têkoşiyan û berdêl dan. Dewleta Tirk DAÎŞ’ê xweyî kir û xwest Kurdan û destkeftiyên wan tune bike. Dewleta Swêdê jî hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re domand û Kurdan ji bo endamtiya NATO’yê kir qurban. Niiha jî dixwaze bi HTŞ’ê re Kurdan tune bike.”
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadi” bi dawî bû.
Protesto wê 7’ê Kanûnê di saet 13:00’an de li Norra Bantorgetê dewam bikin.
KOLN
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Şehba û Helebê li bajarê Koln ê Elmanyayê hate protestokirin. Çalakiya protestoyî ji aliyê Navenda Civaka Kurda a Demokratîk a Kolnê ve li pêşiya Dêra DOM’ê hate lidarxistin. Kurdistaniyên ku beşdarî çalakiyê bûn, bi hilgirtina alên YPG û YPJ’ê tim û tim dirûşmeya “Bijî Berxwedana Rojava” berz kirin. Êrîşên dagirkerî û hewldanê nkomkujiyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî bi daxuyaniyên Elmanî hatein vegotin.
Li ser navê Tevgera Jinan Şîlan Ergîn bi zimanê Elmanî axivî û êrîşên îmhayê yên dewleta Tirk ku di demên dawî de li Başûrê Kurdistanê li dijî gelê Kurd dimeşîne, bi bîr xist û anî ziman ku weke berdewamiya vê siyasetê li bajarên Kurd qeyûm tayînî şaredariyên bi hilbijartinê hatine qezenckirin tê kirin û îradeya gel tê desteserkirin.
AACHEN
Li bajarê Aachen ê Elmanyayê bi beşdariya gelek Kurdistaniyan li pêşiya Elisenbrunnen a dîrokî çalakiya protestoyî hate lidarxistin.
Di çalakiyê de li ser navê PYD’ê û xwendekarên enternasyonalîst axaftin hatin kirin û banga parastina Şoreşa Rojava hate kirin.