Zaxo yê ku ajovanê YPG’ê yê li eniyan e: Şoreş rêwîtiyeke dirêj e

Li ser banga Ocalan a ji bo Kobanê, Alan Zaxo ji Zaxoyê tevlî berxwedanê dibe û ji wê rojê heta îro li eniyê ajovaniyê dike. Alan Zaxo dibêje “Rêya şoreşê rêyeke dirêj e.”

Şoreşa Rojava ya ku bi ked û giyanên mezin tê avakirin, ji bo gelên herêmê bûye hêviyeke mezin. Em şoreşa Rojava ji mîmarên wê guhdarî dikin ku ên ku gelek caran navê wan jî nayê zanîn. Me duh qala çîroka Xwînda Botan kiribû ya ku ajovaneke YPJ’ê ya li eniyan bû. Îro jî em berê xwe didin Başûrê Kurdistanê û li çîroka Alan Zaxo guhdarî dikin.

Dema ku DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kiribû, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga seferberiyê kiribû. Alan Zaxo jî di wê demê de ji Zaxoyê hatibû Kobanê û tevlî berxwedanê bûbû. Alan Zaxo ji wê rojê heta îro li eniyê ye û niha jî di operasyona li dijî DAÎŞ’ê ya li Dêrazorê de cih digire.

Alan Zaxo piştî Berxwedana Kobanê di pêngavên Kizwan, Tişrîn, Minbîc, Şedadê, Tebqa, Reqa û Dêrazorê jî de cih girtiye û di gelek pêngavan de ajovaniya eniyê kiriye. Alan Zaxo piştî banga Ocalan dev ji zanîngehê berdide û ji wê rojê û heta niha di nav şoreşê de ye.

‘HEKE TIŞTEK BI HEVALARAN RE WERE EZ RAPORÊ NANIVÎSIM’

Li Dêrazorê ji bo ku em bi Alan re li ser ajovaniya eniyê biaxivin em diçin tabûra çekên giran. Piştî sohbeteke kurt komek şervan ji ser laserkê takviyeya cebilxaneyê dixwazin. Ji bo ku em bibin şahidên wan deman, em jê dipirsin gelo em dikarin pê re biçin an na. Berê diyar dike ku ew herêm bi rîsk e û piştî israrkirinên me bi ken ji fermandarê re xwe re dibêje “Heke tiştek bi hevalan re were, ez raporê nanivîsim” û em jî bi wî re bi rê dikevin.

‘DIVÊ MIROV JI HEMÛ REWŞAN RE AMADE BE’

Di rê de em bêyî ku bala wî belav bikin, hin pirsan ji wî dikin. Ew jî dibersivîne. Alan diyar dike ku ajovanên eniyê divê bi wesayîta xwe her dem amade be û qala eniyên ku ew lê ye û qala sûîkastê dike ya ku li Minbicê li wî hatibû kirin. Di wê demê de em digihêjin cihê xwe.

Li wê derê bi laserkê têkilî bi şervanan re tê dayîn û em nêzî avahiyeke hilweşiyayî dibin. Alan li vê derê dibêje ku “Em niha hatin ba cihê hevalan. Dema ku em gihiştin cih, em ê berê wesayîtê bidin ser rê. Ji bo ku em ji hemû rewşan re amade bin, em wesayîtan wisa didin sekinandin.”

HUNERÊN AJOVANIYA ENIYAN

Alan piştî ku cebilxaneyê teslîm dike, di rêya vegerê de em sohbeta xwe didomînin. Alan diyar dike ku wesayîtên eniyan her dem dibin hedef û dibêje ku “Dema ku em li herêmên bi rîsk bi rê ve diçin, em çeprast diajon, heke mal hebin em wan ji xwe re dikin sîper. Heke bi şev em diçin divê em roniyên erebeyê vemirînin. Dema ku em nêzî cihê hevalan dibin, ji bo ku cihê wan deşîfre nebe, ew farên wesayîtê digirin. Divê mirov wesayîtê kamûfle jî bike. Divê kamûfle li gorî erdnîgariyê were kirin. Mesele ev der çol e. Li vê derê em bi heriyê wesayîtan kamûfle dikin.

REWŞA HERÎ DIJWAR: RIZGARKIRINA BIRÎNDARAN

Alan diyar dike ku ajovan dema ku birîndar rizgar dikin gelekî ditengijin û dibêje ku “Dema ku mesele hevalên birîndar be, wê demê tiştek nayê bîra mirov. Tekane fikra te ew e ku tu wan hevalan rizgar bike. Mudaxeleya pêşîn ajovan li birîndaran dike. Di vî warî de, em perwerde bûne. Lê dîsa jî ji bo ajovanên eniyê rewşeke gelekî dijwar e.”

Alan ji bo belavkirina atmosefera hestiyar qala çîrokeke komîk dike û dibêje ku “Dema ku li Hesekê me bi rejîmê re şer kir, hevalek birîndar bû. Me jî dev ji prensîban berdabû û me jî dest bi şer kir. Di wê demê de me hevalê xwe kişand ber dîwarekî û di tariyê de ji dêvila ku em milê wî yê birîndar bipêçin, me milê wî yê sax pêça. Dema ku me ew anî nexweşxaneyê, me ev rewş dît. Baş e ku ew heval rizgar bû û tiştek pê nehat…”

‘WERIN JI BO XWE ŞER BIKIN’

Alan diyar dike ku tekane xeyala wî ev e ku şoreş bi serfiraziyê tacîdar bibe û bang li mirovan dike. Alan dibêje ku “Ev şoreşeke gelekî mezin e, ne îşê salek û du salan e. Ev şoreş, rêwîtiyeke gelekî mezin e. Ew ê ciwan vê şoreşê bigihînin dahatûyê. Ez bang li ciwanên me yên li her çar parçeyan dikim, werin ji bo xwe şer bikin. Em dibînin ciwanên me berê xwe didin Ewropa. Ma hûn diçin ku derê? Werin şoreşa xwe ava bikin û ji bo xwe têbikoşin.”