Zarokên şehîdan ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd meşiyan

Zarokên şehîdan ên ji herêma Şehba û Efrînê ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Zarokên şehîdan ên ji herêma Şehba û Efrînê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek lidarxistin.

Meş li qada navçeya Ehresê ya Şehbayê destpê kir û heya goristana şehîdên Berxwedana Serdemê dewam kir.

Li goristanê daxuyanî hate dayîn. Bi navê zarokên şehîdan bi zimanê kurdî Rindê Dede û bi zimanê erebî jî Sembola Cimo daxuyanî xwend.

Zarokên şehîdan diyar kirin ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahî gelên Kurdistanê û mirovahiyê pîroz kirin.

Zarokên şehîdan bang kir ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîn û çalakî werin mezinkirin.

Di dawiya çalakiyê de li ber her gorekî kulîlk hatin çandin.