Zaroka Êzidî ya ji Kampa Holê hate rizgarkirin, radestî YBŞ'ê hate kirin
Zaroka Êzidî Canê Heyder ku ji Kampa Holê hate rizgarkirin, ji bo bigihîne malbata wê radestî YBŞ'ê hate kirin.
Zaroka Êzidî Canê Heyder ku ji Kampa Holê hate rizgarkirin, ji bo bigihîne malbata wê radestî YBŞ'ê hate kirin.
Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê, zaroka êzidî ya bi navê Canê Ziyad Heyder (jidayîkbûya 2007'an) piştî ku ji aliyê Yekîneyên Parastina Jinê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve li kampa Holê hat rizgarkirin, bi merasîmeke fermî radestî Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) kir.
Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê beriya demekê rizgarkirina Canê Ziyad Heyder ji Kkampa Holê ragihandibû. Ew di 3'yê Tebaxa 2014'an de, dema êrişa çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser Şengalê hatibû revandin.
Canê Ziyad Heyder ji gundê Solax ê Şengalê ye. Piştî ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hat revandin, ji sala 2019'an de li beşa 6'an, komîna 16'an a beşa koçberên Sûriyê yên li kampa Holê ya kantona Hesekê dima.
Îro sibehê bi beşdariya Komîteya Jinên Revandî ya Mala Êzidiyan a bajarê Hesekê, berdevka Yekîneyên Parastina Jin Rûksen Mihemed û ji fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê Omer Şengalî, Canê Ziyad Heyder hate radestkirin.
Di dema radestkirinê de berdevka YPJ`ê Rûksen Mihemed têkildarî komkujiyên ku li ser êzidiyan pêk hatine axivî.
Rûksen Mihemed wiha got: "Tevî 74 komkujiyên ku li ser civaka êzidî hat kirin, lê gelê Şengalê û Yekîneyên Berxwedana Şengalê dikarîn hemû plan û êrişên qirkirinê têk bibin."
Rûksen wiha lê zêde kir: "Îradeya êzidiyan ji bo parastina gel, herêm û çanda xwe, ji hemû êrişên qirkirinê yên ku çeteyên DAÎŞ pêk anîn, xurttir e."
Rûksen Mihemed di dawiya axaftina xwe de soz da ku heya rizgarkirina tevahî jinên Êzidî yên ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatine revandin, ew ê kar û xebatê bidomînin.
Ji aliyê xwe ve ji fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê Omer Şengalî jî spasiya hemû hêzên leşkerî yên herêmê kir. Şengalî got ku berxwedana gel û yekîneyan piştî rizgarkirina Şengalê jî didome û wiha lê zêde kir: "Tevî êşa ku civaka êzidî dîtiye jî, lê em ê bi her awayî berxwedana xwe bidomînin."
Endama Mala Êzidiyan ya herêma Cizîrê Nalîn Reşo jî spasiya tevahî hêzên leşkerî kir û wiha got: "Me bi xêra hêzên leşkerî, di mehekê de 3 jinên êzidî yên ku hatibûn revandin, rizgar kirin."
Di dawiyê de, keça êzidî Canê Ziyad Heyder xatir ji fermandar Rûksen Mihemed û endamên Mala Êzidiyan xwest û radestî şandeya Yekîneyên Berxwedana Şengalê hat kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku YPJ`ê du ciwanên din jî rizgar kiribûn, ew jî Sewsen Hesen Heyder (24 salî) û Wefa Elî Ebas (18 salî) bûn. Ew di qonaxa duyem a Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" de hatibûn rizgarkirin ku ji aliyê Hêzên Ewlehiya Hundirîn, bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk, Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin di 25'ê Tebaxa borî de hatibû destpêkirin.