Zarok û endamên çand û hunerê li dijî tecrîdê meşiyan

Bi sedan zarok û endamên çand û hunerê ya Efrîn û Şehbayê li dijî tecrîda ku li ser Rêber Abdullah Ocalan û dagirkeriyê Tirkiyê meşek girseyî lidar xistin.

Li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi sedan zarok û endamên çand û hunerê ya Efrîn û Şehbayê saet 11.00'an meşek bi heybet hate lidarxistin.

Bi tevlîbûna bi sedan ji zarok û endanên çand û hunerê yên Efrînê û şehbayê yên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Êzîdî li gundê Til Sûsînê meşek hate kirin.

Zarokan şaxê zeytanan hilda bûn û panketên"Efrîn ya me ye", "Bi pîvanên netewiya demokratîk kar bikin Efrînê rizgar bikin", "Çand bedane, li bedene xwe xwedî derkevin", "Efrîn rengbûna te wê vegere", "Em şopdarên şehîdên xwe ne" û “Efrîn rûmeta me ye"vekiribûn û dest bi meşê kirin.

Meş ji gundê Til Sûsînê ya Şehbayê destpê kir heta Kempa Serdemê dom kir. Meş li kolana sereke yê gund geriya û ber bi kempa Serdemê rawestiya.

Li vir ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hate kirin, piştre endamê tevgera Çand û Huner Henen Sîdo axivî û got:"Berxwedaniya Serdemê peyamek da hemû cîhanê ku her çiqas îradeya we û teknîka we xort be, hûn nikarin îradeya gelê kurd, gelê azad û gelê ku fêrî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bişkînin. Ev bo salek derbas dibe li ser êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê li ser herêma Efrînê re derbas bû. Di van êrîşan de jin û zarok bûn hedef. Berxwedaniya gelê Efrînê li Şehbayê didome û em jî wek endemên çand û hunerê bi parastina çanda xwe berxwe bidin."

Li vir daxuyanî li ser navê Desteya Çand û Hunerê ya Şehbayê Ele’i Mûslêm xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin ku her kes tevlî çalakiyên ku 20’ê Çileyê bê lidarxistin bibin.

Li ser navê Kevana Zêrîn Mizgîn Çûlaq jî axivî û got: “Erdogan dixweze gelê Efrînê tune bike, lê belê gel Efrînê tune nabe û niha li Şehbayê li ber xwe dide."

Meş bi xwendina helbest û stranan bi dawî bû.