YRD: Her êrîş dibe sedem ku em têkoşîna xwe mezintir bikin

Komîteya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ya YRD'ê komkujiya ku dewleta Tirk li hemberî sivîlan kir û rojnamevanek tê de hate qetilkirin, şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Her êrîş dibe sedem ku em têkoşîna xwe mezintir bikin."

Komîteya Yekîtiya ragihandina Demokratîk (YRD) a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku 20’ê Mijdarê li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê pêk anîne û şehîdxistina peyamnêrê ajansa me İsam Hesen Ebdullah, her wiha birîndarkirina peyamnêrê Stêrk Tv Mihemed Ceradê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Em ne biyaniyên wanin û baş nas dikin. Em wan ji Dêrsîmê, Gelîyê Zîlan, Amed, Helepçe, Mahabad, Efrîn, Serêkaniyê û ji Girê Spî nas dikin. Ew in yên ku zimanek, çandek û welatekî tune dihesibînin û di qirkirinê re derbas dikin. Ew in yên ku nesibê xwe ji mirovahiyê negirtine, lewma hovîtî ji bo wan ji rêzê tê dîtin. Hevalbendên wan jî xwediyên heman hişmendiyê ne. ji ber wê ye ku lîstika “kerr, lal û kor” dilîzin.

Lê em yên ku hîmê mirovahiyê ava kiriye, textê Dehaqan hejandine jî baş dizanin û nas dikin. Ew in yên ku rêya heqîqetê û ronahiyê nîşan didin. Di roja îroyîn de jî li hemberî Dehaqan bi zanista ku Rêber Abdullah Ocalan afirandiye jiyana azad û wekhev tê raçandin. Di nasandina û hunandina vê jiyanê de qasî têkoşîna di her warî de, rojnamegeran jî rolek girîng girtine ser milên xwe. Wekî dîroka me nîşan dide kedkarên ragahandinê bi rengê lêgerîna heqîqet û ronahî ye dibin awêneya rastiya têkoşîn û şoreşê, rûyê tarîtiyê nîşan dide.

Ji ber vê yekê ye ku dijminên mirovahiyê wan ji bo xwe wekî metirsiyên herî mezin dibînin û êriş dikin. Lê her êrişek, her windahiyek ji bo me dibe sedema mezinbûna hêrsa ji neyar, bilindkirina têkoşînê û ronîkirina civakê. Di vê rê de rêzanên me Gurbetellî Ersoz, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Mistefa Mihemed, Mazlûm Bagok, Xerîb Welat, Agirî Banê, Fîras Dax, Vedat Huseyîn Elî, Rizgar Adanmiş, Dîlîşan Îbîş, Hogir Mihemed, Seed Ehmed û bi dehan rêhevalên me yên din ên şehîd in.

Hevrê Îsam Hesen Mihemed jî wek şopdar û lêgerînvanê heqîqetê, bêyî dudilî di her şert û mercan de têkoşînek hêjayî dîroka ragahandina berxwedêr meşand û şopên nû li ser zêde kirin. Hevalê me Îsam ku li bajaroka Ebrê ya Girkê Legê ji dayik bûye, di malbateke welatparêz û evîndar de mezin bûye. Li welatekî ku navê wî, nasname û zimanê mirovên wê hatiye înkarkirin, bi hesreta jiyanek azad bireng û dengê xwe têkoşîn kir.

Nexasim bi destpêkirina şoreşa Rojava re hevalê me Îsam jî di nav rafên şoreşê de cihê xwe girt. Gihîştbû wê hişmendiyê ku ronîkirina tarîtiyê yek ji têkoşînên dîrokî û serkeftinê ye. Lewma hin ji destpêkê ve tevlî xebatên ragihandinê ku deriyên xeta azadiyê ji cîhanê re vedike bû. Ji sala 2013`an heya roja şahadeta xwe di eniyên herî pêş de berxwedan ji cîhanê re ragihand. Li aliyekî jî hesret, evîndarî û hêviyên gelên xwe rave kirin. Herî dawî jî di 20`ê Mijdarê de dema dixwest hovîtiya dagirkeran nîşanî cîhanê bide û daxuyaniya welatiyan a piştî êrîşê bişopîne, di êrîşa duyemîn de tevlî kerwanê şehîdan bû.

Di heman rojê de hevalê me yê rojnamevan Mihemed Ceradê jî dema dixwest li Kobanê hovîtiya dagirkeran nîşan bide, birîndar bû.

Hevrê Îsam û hevalên me yên din ku di êrişa dawî de şehîd bûne, wekî bi deh hezaran şehîdên têkoşîna azadiyê bi rûkenî, heskirin, biryardarî û evîndariya xwe wê di rêwîtiya me ya heqîqetê de bibin çavkaniya me ya hêvî û baweriyê. Wekî rêhevalên wan em di serî de ji bo malbatan, kedkarên çapemeniyê û gelên xwe sersaxî û ji bo birîndaran jî şifaya xêrê dixwazin.

Em soz didin em ê bibin şopdarên kevneşopiya berxwedana wan, xeyalên wan bicih bînin. Heqîqet di tarîtiya dagirkerên faşîst de namîne. Rojên ronî nêzin. Em di wê baweriyê de ne ku dê hemû hevalên me yên rojnamevan, bi azweriyek mezin vê erka xwe bicîh bînin. Ji bo vê yekê berdêla wê çi dibe bila bibe em ê heqîqetê dîsa ragîhînin.”