Newroz Ûysal: Divê em parastina xwe xurt bikin

Newroz Ûysal diyar kir ku polîtîkayên dijminatiya li jinê yên li Kurdistanê têne meşandin ji polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk cuda nîne û got, "Divê em parastina xwe xurt bikin."

Parlamentera Şirnexê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Ûysal polîtîkayên dijminatiya li jinan ên li Kurdistanê têne meşandin û bandora şerê taybet a di nava van polîtîkayan de ji ANF'ê re nirxand.

Newroz Ûysal anî ziman ku têkiliya polîtîkayên dijminatiya li jinan a bi şer re êdî bi şênberî tê dîtin û got, "Dema ku mirov bala xwe didin ser tundiya li jinê û sûcên destavêtinê, tê dîtin ku ti ji wan bi tena serê xwe yan jî di nava malbatê de bûyerek nîne. Gelek hêmanên van polîtîkayên li dijî jinê hene. Hinek ji wan yekser sedema hev in, hinek jî hincetên bandorê li hev dikin. Lê belê di bingeha polîtîkayên jinê yên li Kurdistanê de şerê ji ber pirsgirêka Kurd heye, encamên ji ber sedema dewletê hene. Di nava van polîtîkayan de şerê taybet, yek ji sedemên herî girîng e."

'BANDORA ŞERÊ TAYBET DIVÊ LI TIRKIYEYÊ JÎ BÊ DÎTIN'

Newroz Ûysal ragihand ku piştî plana têkbirinê ya sala 2014'an şerê li Kurdistanê ne weke rêbazeke alîgir, lê weke rêbaza bingehîn a şer hate bikaranîn û qala bandora van polîtîkayan li Tirkiyeyê kir, "Bi taybetî hêzên ewlekariyê, leşker, polîs, çawişên pispor, yan jî tîmên taybet, cerdevan û çeteyên hevkarên wan ji gelek aliyan ve êrîşî jinan dikin. Di nava vê êrîşkariyê de destavêtin, narkotîk, qedexekirina çand û ziman, zexta li dijî jinê hene. Ji ber polîtîkayên şerê taybet, berpirsyarên van sûcan bêceza têne hiştin. Di van hemû polîtîkayan de bi psîkolojiya ji ber şer û tundiyê li hin deveran mîlîtarîzm, li hin deveran nijadperestî geş dibe û êrîş li jin, zarok û civakê tê kirin. Ev polîtîkayên şerê taybet û polîtîkayên dijminatiya li jinan di nava hev de têne meşandin. Herî zêde jî bandorê li civaka Kurd dikin. Îro şerê taybet li Kurdistanê bi berfirehî tê meşandin, lê belê divê bandora vî şerê taybet a li Tirkiyeyê jî bê dîtin."

'REJÎMA QIRKER DIVÊ BÊ TEŞHÎRKIRIN'

Newroz Ûysal diyar kir ku polîtîkayên dewleta Tirk ên li dijî jinan, civaka Kurd weke polîtîkayên qirkirinê bêne pênasekirin û teşhîrkirin û got, "Li hemberî van êrîşan divê em parastina xwe xurt bikin, ji bo vê jî têbikoşin. Ji ber ku ev rejîma qirker dixwaze jinê, xwezayê, civakê bê îrade bike, lewma afirandina îradeyê wê bibe nuqteya herî mezin a parastina li dijî vê rejîmê. Lewma divê şêweyên kiryarên vê rejîmê û encamên wê timî di rojevê de bêne hiştin."

'NAVENDA REJÎMA QIRKIRINÊ GIRAVA ÎMRALIYÊ YE'

Newroz Ûysal destnîşan kir ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê şikandin ew nikarin ji rewşa kaotîk rizgar bibin û got, "Rejîma qirker Girava Îmraliyê ji xwe re kiriye navend. Li vê derê her cûre polîtîkayên li dijî jinê û civakê diafirîne. Lewma heta ku mekanîzmaya tecrîdê ya li Îmraliyê neyê şikandin, ev rejîm, ev mekanîzma nikare bê şikandin."

'EM TÊKOŞÎNA JINÊ MEZIN DIKIN'

Newroz Ûysal ragihand ku Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê hem di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de, hem jî li hemberî polîtîkayên AKP-MHP'ê têkoşîn û çalakiyên mezin diyar kiriye û got, "Di nava sala 2024'an de me dest bi kampanyayekê kir. Me got, 'Em di jiyana azad û wekhev de israr dikin'. Û bi gotina 'em li dijî şer in, em xwe bi rêxistin dikin, li dijî şerê taybet li ber xwe didin, em li dijî xizaniya jinê ne' me dest bi rêxistiniyê kirin. Yekemcar weke Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê bi konferanseke rêxistinî ji bo xurtkirina rêxistina jinan me konferansek lidar xist. Yek ji sernavên me yên herî girîng ew bû ku li dijî şer, li dijî hemû şeran polîtîkaya gotinê ava bikin."

Newroz Ûysal destnîşan kir ku weke Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê ji bo mezinkirina rêxistiniyê hem li qadê hem jî ji aliyê teorîk ve kedê didin, di nava hewldanan de ne.